Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Jin; jiyana ber bi koka resen ve ye

Nêrgiz Ismayîl

Dîrokê nîşan da her çiqasî jin di hemû bûyeran de hatibe çewisandin lê her demê rastiya wê ya berxwedêr, afrîner û berhemdar derketiye holê. Ev yek daye îsbatkirin ku dikare bi baweriya bi hêza xwe jiyanê bi hemî bedewiyên wê biafirîne. Lewra jinên her qedirbuha li xaka Mezopotamyayê derketine. Jinên kurdan jî ne tenê di Kurdistanê de, li ser asta Rojhilata Navîn her demê li hemberî tundî û destpotîzmê rawestiyaye. Daye nîşandan ku ew dayika azadiyê, jiyanê û evînê ye. Her wiha şoreşa rojavayê Kurdistanê şoreşa jinê ye, dikaribû deriyên herî mezin ji jinê re veke ku heqîqeta xwe di hemû qadan de bide teyisandin. Jinê gelek destkeftî û berhemdariyên ber bi çav afirand. Ne tenê di warê leşkerî de lê belê polîtîk, dîplomatîk û civakî de jî. Yek ji wan nimûneyan jî avakirina gundê JINWAR e. Ev gund di nava mercên zehmet de hate damezirandin. Rastiya vî gundî ne ku qesir û qonaxên xanedanan e, lê bi ked, xwêdana jinan hatiye avakirin. Niştecihên di gund de gund ava dikin. Bi tiliyên dîrokî, hişmendiya azad, derûna azad û jiyaneke kolektîf. Gund li cihekî deştê hatiye avakirin lê jinan xemil û xêza xwe daye ser her bostekê ji bostê vî warî. Xanîkên ji kerpîçan çêkirî, havînan hudirê wê hênike, zivistanan jî germ e. Ji bo tenduristê jî gelekî bi sûde.

Gava em vê destkeftiya jinan di şoreşê de radixin ber çavan bêguman nimûneyeke dîrokî ya jinan jî tê bîra me, ew jî Gundê Amoja ye. Li peravên Kenyayê avakirine, weke peyv tê wateya “HEVGIRTIN”. Amoja cih û warê jinan e ku jin vî warî ji xwe re weke stargeh dibînin. Hemû jin û keçên ku derbasî vî gundî dibin ew yên ku ji sedema zor û şîdeta li ser wan li wir in. Di heman demê de keçikên ku bi zewaca temen biçûk û zorê têne tehdîdkirin. Van jinan pev re biryar dan ku di vî gundî de xweser bijîn û bi xwezayê re jiyana xwe bi rêk û pêk bikin. Piraniya van jinan ji qebîleya Samboro ne; ew jî li bakurê Kîniyayê ye û di sala 1990an de hate ragihandin. Di vî gundî de jin di nava jiyaneke kolektîf de dijîn, bi çandiniyê, bi parvekirina jiyaneke aram û aştiyane ku bi pergala Jin-Dayikê re dijîn. Her çendî êrîşên zilamên qebîleyê li ser van jinan jî hatibe kirin lê belê em dikarin bibêjin ku gundê Amoja nimûneyeke dîrokî ye ku jinê bi cewhera xwe ya berxwedanê li dijî tundî û zorê li ber xwe daye.

Bi rastî Gundê Jinwar hîna ji vê nimûneya Gundê Amoja cudatir e. Ji ber ku jinên li wir dijîn ne yên qebîleyekê ne, ne ji êlekê ne, ne ji malbatekê ne, gund di heman demê de navneteweyî ye, ji ber ku jinên êzidî, xiristiyan, misilman, kurd, ereb , bakurê Kurdistanê, rojhilatê Kurdistanê û ji Ewrûpayê jî hene. Di vê wateyê de Gundê Jinwarê warê hemû jinan e. Gundê Jinwar li Rojavayê bajarê Dirbêsiyê ya Kantona Hesekê dikeve. Projeya vî gundî di dawiya sala 2016’an de hate amadekirin lê belê di 10’ê Adara 2017’an de dest bi avakirina wê hate kirin. Ev fikir û projê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Ocalan di paraznameyên xwe de behsa bajarên STARÊ dike dibêje; “Jin bi xwe dikare hêza biafirîne û bike malê dîrokê, gava warên starê ji çiyayan hetanî her deverê cîhanê ava bikin e.”

Ji bo avakirina gundê jinê gelek civîn bi saziyên jinan ên cuda û endezyaran re lidar xistin. Nêrîn, nirxandin û pêşniyar hatin girtin, li ser wê bingehê biryar hate girtin ku gund weke teşeya çargoşeyî bê avakirin. Hemû malên gund axî-kelpîçî bin û jiyana wê komînal be. Di 25’ê Mijdara sala 2018’an ku Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan de, bi vê boneyê û piştî xebatên 2 salan gundê ‘Jinwar’ bi merasîmekê hate vekirin. Bi sedan jinên ji herêmên Cizîr û Firatê bi cilên xwe yên gelêrî, şervanên YPJ‘ê, Asayîşa Jin û jinên saziyên sivîl ên herêma Cizîrê beşdarî merasîma vekirinê bûn.

Merasîma vekirina gund bi vekirina deriyê gund ji aliyê beşdaran ve dest pê kir. Li gorî hevpeymana civakî gund ji 30 xanî, dibistanek, akademiyek, navendeke tenduristiyê, mutbexeke komunal, qadeke lîstikê ji bo zarokan, dikanek, stargeheke heywanan, du hawiz, depoyek û baxçeyekî ji 1400 daran pêk tê. Di hevpeymana şêniyên gundê Jinwar de tê gotin ku gund giyayê ‘hermel’ sembolîze dike. Giyayê Hermelê nîşaneya berhemdariyê ye, dûrxistina enerjiya neyînî ye û nûnertiya jinê dike.

Em dikarin bibêjin ku çendî tundî û zodestiya hişmendiya baviksalarî berdewam dike lê jin gihiştiye wê encamê ku li çar hêlên cîhanê li dijî desthilatên faşîst a nêr li ber xwe bidin, ji Kurdistanê û Rojhilata Navîn bigire heta ber bi welatên Filipîn, Brezîl, Macaristan û hwd. jin jiyanê ber bi koka resen ve dirêse û ji bo wê çi fedekarî pêwîst bin amade ye ku bike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar