Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...
Pazartesi - 1 Temmuz 2024

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Jin jiyane!

Bêrîvan Tûnç

Çi hevokek li hev hatiye, di nav rêzimana kurdî de  hevoka ku herî zêde cihe xwe digre ev hevoke û herî zêde yê ku di jiyanê de rastiya xwe dide jiyîn ev hevok e.

Ji bo ku em vê hevoka ‘jin jiyane’ baş û bi hemû rastiyên wê ve fêmbikin divê em li rêzimana zimanan temaşe bikin ka ev hevok çawa jiyanî bûye. “ Peyva jinê di kurdî de bi zaravayî kurmancî “jin, jinik, pîrek, afret. Bi zaravayî zazakî cin, cenî. Bi zaravayî soranî afret tê îfadekirin. Di kurdî û hin zimanên din de koka peyva “jin” û jiyan, xweza û azadî wekhev e. Bi kurdî jin, jiyan, şên, giyan, cîhan û cih ji heman kokê tên. Dîsa peyvên jîndar, jîndarî, jînde, zindî û peyvên jin û jiyan ji heman kokê tên. Bi erebî de jiyan “aiş” e. Navê Ayşe ji vê kokê hatiye dariştin. Her wiha heyat jî dîsa peyveke mê ye û navekî jinê ye. Di erebî de peyva “nîsa” ku di maneya “jinan” de ye û peyva “însan” yanê mirov  e. Bi tirkî kadin. Bi îranî xweten-hatun. Bi hûrîkî aşt. Bi sumerî nîta. Bi farisî zen. Bi ermenkî gîn. Bi rûmî gyme. Bi almanî fraû. Bi latînî femîna. Bi fransizî femîna. Bi çînî gyn. Bi yewnanî gyno. Bi îbranî îşşa.”

Ev lêkolina li ser peyva jin hatiye kirin gotina jin jiyane bi hemû zelaliyên xwe ve piştrast dike. Raste jin jiyane, hebûne, vine, eşqe, xweşiye, keyfxweşiye, avakerê malê ye, avakerê civakê ye, êş e, jin e rastî ji jin hertîşte. Jinek dikare bi heza xwe hemû çarenûsa xwe, civak, netew û cinsê xwe bide guhertîn, ji ber jin xwedî 104 m yên, ji ber wê ji destpêka dirokê heya niha tê qetilkirin. Lê ma cawa ku civak nikare bê av û xarin jiyan bike ji xwe civakek bê jin ji nayê hizirin. Dikarin hinek komên ku bi jinên ku ji jinbûna xwe dûr, jinên ku di fizik de jin lê xwediye aqil û hişmendiyê zilamê serdest bê avakirin lê mirov nikare ji wan koman re bibêje civak, ji ber di bingeh û hevirê civakê de jin heye û jin bi destê xwe vê hevirê civakê distire. Ji ber wê ye civakek bê jin nabe û nayê hizirin ji.

Jin di her kar û barê civakê de cihê xwe digire, bi sedsalan civak li dora jinê teşê girtiye û hatiye hunandin. Ger tu li diroka mirovahiyê temaşe biki di hemû lêkolinên arkolojik de ji ev rastî her çiqas xwestibe bê veşartin ji lê li cihekê re rêya xwe ditiye û ji taratiya ber bi runahiyê ve herikiye ye. Her karê ku dest avêtiyê ji bi serkefti encam dayê. Lê ev kêrhatin û afreneriya jinê zora zilamê serdet yê zilamkar diçe ji dawiya çerxa civaka xwezayî bigire heya vê gavê herdem bi her şêweyê êrîş biriye ser jinê û destkeftiyên wê.

Lê rastiyek din ji heye divê mirov li nav mejiyê gelek kesan bêxwe. Jinên ku herî zêde rastî van cure êrîş û şidetê hatine jinên kurd in. Ev jî ji wêrekî û çelengiya jina kurd tê ji ber jinên kurd ji destê kê heya îro ji mirovahiyê û civaka xwe re rolê dayika afrêner-dayika xudavend leyisteye. Ji ber di civaka kurd de jin xwedi wê pîrozî û nirxê ku ji civaka xwezayî tê ne. Ji ber wê ji her demê zêdetir her çiqas em di çerxa zanistî û teknikê re derbas bibin ji, her çiqas jin ji bo parastina mafê xwe her şêweyê berxwedaniya ku ji xudawend Îştar û Înana ji wan re miras hatiye hiştin di asta herî jor de di bin pêşengtiya jinên kurd de dide meşandin ji, lê cardin hovitî û ketliamên dij exlaqî û dijmirovahî tên pêkanin. Mînakên vê yekê yên ku tu car ji hişê mirov dernakevin yên wek, qetliama Geliyê Zilan, Dersim, Geliyê Teyarê, Helepçe ku bi hezaran jin di wan qetliaman de hatin qetilkirin û ya harî dawî ji di van salên dawide çêbûyî, fermana ku di 2014’ an de li ser gelê Şengalê pêkhatî ku bi hezaran jin bi destê çeteyên ku berhemê sistema baviksalariye ku xwe li ser mêtina xwîna civakê dide jiyankirin hatin qetilkirin, revandin, tecawizkirin û mina ganimetên şer hatin ditin. Ev qetliamên ku me jimartin ne yên destpêkê û ne ji yên dawî bûn ku li ser beden, fizik, hebûn û fikrê jinan hatiye kirin.

Bêguman yê ku di vê demê de ji rolê xwe bi layiqane leyistî û civakê cardin ji bin şûrê van çeteyên berhemê sistema baviksalari rizgarkiri çardin jinên kurd bu. Li bîra we hemiya tê dema çeteyên DAIŞ’ê ji tililiyên jinên şoreşger, jinên parêzvanê xak, namûs û hebûna xwe ditirsiyan, ku tililiyên jinên şoreşger bibû sembola şoreşê. Belê yê cardin bi hewara jinên Êzidixanê ve beziyan jinên kurd yên ku îro li çeperên Zap, Metina û Avaşin de destanên qehramaniyê di nivisine û çaranûsa welatê xwe dide guhertin bû. Yên ku îro pêşengtî ji hemû jinên cihanê re dike ku êdî ew hêza jinê ya li hemberî pergala baviksalarî berxwedanî û têkoşinê mezin dike çardin ew jinên xwediyê tililiya efsanewî yên Avzê û Airinan ku her roj em bi wan tililiyan di xemlinin rêya ku ber bi serkeftinê ve diçe.

Ji 18’ê nîsana 2022’yan ve ev jinên ku di çeperên pêşde li hemberî hemû cure teknik û teklonojiya pêşketî ya NATO’ê ye şerê serfiraziyê, şerê hebûn û nebûnê, şerê azadiyê dide meşandin û her roja ku diçe bi mirateyên xwe yên ji xwedewenda girtine ve dide meşandin ku îro di wan çeperan de ji bo ku paradigmaya moderniteya demokratîk ku li ser bingeha azadixwaziya jinan hatiye avakirin ji bo mayînde bibe û hemû civak xwe pê bide bi rêvebirin, li dijî kimyabarinê, li dijî balafirên şer, li dijî dijminahiya qaşo kurdên Mala Barzan, bi îradeyek ji polayî şer dikin.

Divê jinên ku îro di nava civakê de vê hêz û îradeya jinên di çeperên şer de ku ev 3 meh zêdetire şer dikin ji  xwe re mînak bigrin û bi wê îrade şerê ku li çiyan tê meşandin bixin di nava hemû kolan û metropolên Tirkiyeyê de ku ew gotina em li pişt gerilayên xwe ne êdî bi pratîk bibe li kêleka gerilayên xwe li her qadê vê şerê azadiyê bide meşandin ji ber ew hêz û îrade êdî mîna tovê jiyanê di nava xwîna her jinek de belav bûye. Ji ber wê divê kes ne bêje hêza min nîne bi rê û rêbazên cuda dikarin tev li vê berxwedanê bibin. Mînakên vê hêza jinê gelek in yek jin yan ji Emine Şanyaşar e ku bi tena serê xwe ev 511 roj in li edaletê digere wekî wê dayikê gelek jinên din jî îro di nava vê bê edaletiya ku li Tirkiyeyê de tê mejandin li edaletê digerin wek Aysel Tugluk û bi 100’an hevrêyên wê ku îro di nava zindan de li ber xwe didin. Ji pirek 80 salî ku bi duayê ku li ser nimêja xwe de dike, heya jinek ciwan ku bikare di nava kolana de kin û nefreta xwe ya li hemberî dijmin bike gilokek ji agir û bi teqine. Ji ber yê ku îro rola xwe dileyize di melekê de ji mijdane divê wijdana kesê bi taybetî ji ya tu jina qebûl neke vê bêdengiya ku îro li beramberî vê şerê man û nemanê yê tê dayîn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar