Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Jin li Agiriyê meşiyan: Em ê her dem dengê xwe bilind bikin

Meclisa Jinan a HDP’ê di çarçoveya kampanya ‘Têkoşîna me li der derê ye’ li Agiriyê çalakiya xwe berdewam kirin. Meclisa Jinan bi boneya balê bikişîne ser kuştina jinan ên li Agiriyê meşek li dar xistin. Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz, parlamenterên HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Gulistan Kiliç Koçyîgît, Muazzez Orhan, Semra Guzel, Ayşe Acar Başaran û gelek rêveberên jin tev li çalakiyê bûn.

Parlamenter û rêveberên jin ên li ber avahiya HDP’ê ya Agiriyê kom bûn, tevî hemû astengî, dorpêç û tundiya polîsan bi pankarta ‘Li dijî taciz, tecawiz û qeyûman em hene’ heta Qada Komarê ya Agiriyê meşiyan. Jinan di meşê de bê navber dirûşmên ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Cînayetên jinan polîtîk  e’ berz kirin. Tevî hemû astengiyên polîsan jî esnafan bi îşaretên serkeftinê piştgirî dan meşa jinan.

Piştî meşê jinan daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê jinan Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran daxuyanî da.

‘Em li dijî kuştin û qeyûman in’

Ayşe Acar Başaran anî ziman ku wan kampanyayê li Enqereyê dane destpêkirin û wiha got: “Me li Enqereyê li dijî tacîz, tecawiz, qeyûm û kuştinê ev kampanya da destpêkirin. Me îro li Agiriyê xwest bi rêveber û wekilên xwe yên jin li dijî polîtikayên AKP’ê bimeşin. Di vê pêvajoya şewbê de hemû rêyên parastina li jinê hatin girtin. Ji jinan re gotin bimirin. Jinên ku xwestin li dijî vê yekê têbikoşin, şewba pandemî hincet nîşan dan û têkoşîna jinan asteng kirin. Dengê jinan qut kirin. Hişmendiya mêr a îktîdara AKP’ê li dijî dengê jinê dibe asteng. AKP, li dijî kesên dervê fikrên wan dibêje ‘Hûn dikarin jinan qetil bikin. Hûn dikarin jinan bikujin.’ Em ê li dijî van gotinan her tim dengê xwe bilind bikin. Jin vê yekê tu carî qebûl nakin. Kesên jinan qetil dikin, tacîz û tecawiz dikin wekî ku întîhar kiribe nîşan didin. Li Agiriyê di 35 rojan de 5 jin hatin qetilkirin. Kesên li kujerê 5 jinan digerin dengê wan qut dikin. Jinan qetil dikin û wekî ku întîhar kiribe nîşan didin. Em bang li hemû jinen agirî dikin, hûn ne bi tenê ne. Bila têkoşîna me we li ser pêyan bihêle. “

Siyaeta tundî, tacîz û tecawizê

Başaran da zanîn ku duh namzetê  AKP’ê N.Ş.xwest tacîzî zarokekê bike û daxuyaniyê wiha bi dawî kir: “Tundî, tacîz û tecawizê wekî siyasetê dimeşînin. Dixwazin jinê di nava çar dîwaran de bieciqînin. Jinên li ber xwe didin dikin hedef. Li Dîlokê bi dehan hevalên me yên jin bê sedem girtin. Em têkoşîna jinan li vir in. Ev êrîş tu carî nikarin bi me gavan paşve bidin avêtin. Li Şirnex û Êlihê em bûn şahid. Ji ber ku wan nagirin bêtir bi hêz dibin. Ev bûyer ne tesadufî ne. Çawişê pispor li Êlihê tecawizî jina 18 salî kir. Ev siyaseta îktîdarê nîşan dide. Ev dijminantiya jinê û dijminantiya kurdan e. Em yek kes jî bimînin em ê heta dawî dengê xwe bilind bikin. Hevserokatî xeta me ya xemrî ye. Em ê heta dawî vê xetê biparêzin.”

Piştî daxuyaniyê jinan bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ dawî li çalakiya xwe anîn. AGIRÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar