Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Jin li dijî tundiyê meşiyan

Jin û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo piştevaniya têkoşîn û azadiya jinan bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” meşiyan.

Bi hezaran jin û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo piştgiriya jinan û têkoşîna wan a li hember tundiyê, bi boneya 25`ê Mijdarê bi dirûşma “Li dijî hemû cureyên tundî û dagirkeriyê, Jin Jiyan Azadî” meşiyan.

Li kantona Qamişloyê bi hezaran jin ji pêşiya Çerxerêya Osman Sabrî dest bi meşê kirin. Beşdaran wêneyên şehîd Sakîna Cansiz, Bêrîtan, Zîlan, Şîlan, Arîn, Jîna Emînî û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hildan. Her wiha pankartên “Li dijî hemû rengên tundiya dewletê û zîhniyeta baviksalar, Jin Jiyan Azadî”, “Ji bo têkbirina tundî û dagirkeriyê tê bikoşe” hildan.

Meş li Çerxerêya Şehîd Rûbar Qamişlo veguherî mîtîngê. Li wir, endama Koordînasyona Kongra Star Remziye Mihemed axivî û têkoşîna jinan li hember tundiyê silav kir.

Remziye Mihemed destnîşan kir ku di nav civakê de û li qada siyasî jin rû bi rûyî tevahî cureyên tundiyê ne, pêşengên şoreşa jinan ku bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî li ber xwe didin, tên hedefgirtin.

Remziye Mihemed wiha pê de çû: “Îro roja jinan e. Têkoşîna me li hember tevahî cureyên tundiya dewletê, pergala baviksalarî û pergalên dagirkirinê berdewam e. Ta ku bigihêjin azadiyê û civaka xwe ji vê zihniyetê rizgar bikin.”

Mihemed bal kişand ser girîngiya yekkirina nêrînên jinan û xurtkirina birêxistinbûna wan û got: “Ji bo ku em li hember tevahî cureyên tundiyê bibin yek, bavperestî, dagirkerî tune bikin û axa xwe ya dagirkirî rizgar bikin. Li hember vê girseyê û li eniyan, em ê bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî bigihêjin azadiya xwe. Bi îlhama şoreşê û serhildana jinan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku beriya du salan dest pê kiriye, dê şoreşê bi ser bixin.”

Meş bi berzkirina sloganên şoreşgerî, mezinkirina têkoşînê li hember zîhniyeta baviksalar bi dawî bû.

Reqa

Li Reqayê jî bi sedan jin û endamên Meclisa Jinan a Sûriyeyê, partiyên siyasî, tevahî saziyên sivîl, leşkerî yên bajêr tev li meşê bûn ku ji aliyê Meclisa Kombûna Jinan a Zenbûya ve hate lidarxistin.

Jin ji pêşiya Nexweşxaneya Zarokan a Reqayê heta Qada Jina Azad meşiyan. Li qadê hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid ev axaftin kir: “Ev qad, şahidê gelek sûcên DAIŞ`ê yên li dijî jinan e. Her sal wek îro em soza xwe ji tevahî jinan re nû dikin ku têkoşîna me berdewam e ta ku tevahî jin rizgar bikin.”

Piştî ku axaftin bi dawî bû, parka bi navê “Qada Jina Azad” hat vekirin.

Kobanê

Di meşa Kobanê de bi sedan şêniyên bajêr, nûnerên partiyan hazir bûn. Meş ji Qada Şehîd Egîd a li Kobanê dest pê kir û heta Qada Jina Azad berdewam kir.

Li qadê, endama Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Macîda Hesûn axivî û got: “Rêber Abdullah Ocalan jin ji xewê şiyar kir da ku mafên xwe bi dest bixin û li hember zihniyeta baviksalarî bisekinin.”

Macîda Hesûn wiha domand: “Jin îro, ne wek berê ye. Bi saya têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan ê ku bi fikr û felsefeya xwe ji bo jinan tê koşiyaye, êdî xwedî dengekî serbixwe ne û dikarin li hember zulma li ser xwe bi sekinin. Wî dehf da jinan ku banga mafên xwe bikin. Bi saya wî li piraniya herêmên Rojhilata Navîn, şoreşên bi pêşengiya jinan li dar ketine.”

Dawiya çalakiyê koma Şehîd Sakîna ya Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan a herêma Firatê, şanoyek li ser rêbazên tundiya li ser jinan û rêyên têkoşîna li hemberê pêşanda.

Minbic

Li Minbicê jî, bi sedan şênî ji Çerxerêya Mîzan ber bi çerxerêya El Meseb ve meşiyan. Li ber çerxerêyê, berdevka Kombûna Jinan a Zenûbya daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de, berxwedana jinan li herêmên dagirkirî û li hember sûcên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê hate silavkirin.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin taybetmendiya jinan li herêmê ku berpirsariyê radikin, cihê xwe li tevahî qadan digirin û hate diyarkirin ku jinên herêmê bi pêşengiya şoreşê, ji jinên li cîhanê re bûne mînak.

Hesekê

Li kantona Hesekê jî bi sedan jin û şêniyên kantonê ji pêşiya Çarxerêya Şehîd Arîn Mîrkan a li taxa Mişêrfê dest bi meşê kir. Meş li sûka navendî ya bajêr veguherî mitîngê.

Jinên ji pêkhateyên cuda bi cil û bergên xwe yên neteweyî meşiyan.

Li sûka navendî bi navê Koordînasyona Kongra Star berdevka koordînasyonê Rîhan Loqo axivî û bal kişand ser girîngiya vê rojê, hêz û hevgirtina jinan li hember tundiya li ser wan tê kirin.

Rîhan Loqo got: “Kombûna me li vir û hevgirtina me ya li gorî baweriya bi fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, hêza jinên Rojava û berxwedana wan ku dê bi îradeya jinan bi ser bikeve nîşan dide.”

Loqo anî ziman ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûryieyê bi hemû pêkhateyên xw dacetine qadan û wiha domand: “Ev yek ji tevahî cîhanê re berxwedan û hevgirtina gelên herêmê li hember pergalên ku tundiyê li dijî jinan dimeşînin, nîşna dide.”

Hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Vîviyan Beho Osê jî axaftinek kir û îşaret bi girîngiya yekitiya jinan di têkoşîna li hember zihniyeta baviksalar û hemû rengên tundiyê kir. Beho Osê diyar kir ku Şoreşa Rojava îradeya hemû jinên ku doza azadiya xwe dikin û hewl didin rê li tundiyê bigirin, temsîl dike.”

Piştî axaftinan, koma Tevgera Hîlala Zêrîn a Hesekê şanoyek têkildarî binpêkirinên mafên jinan pêşkêş kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar