Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Jin li Mêrdînê tevî astengiyên polîsan jî li dijî tundiyê meşiyan

Bi bangewaziya TJA’yê li Mêrdînê daxuyanî hat dayîn û piştre jî ligel astengiya polîsan meş hat lidarxistin. Jinan di çalakiyê de da zanîn ku dê li dijî şîdetê têkoşîna xwe bidomînin.

Di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li Mêrdînê Tevgera Jinên Azad (TJA) daxuyanî hat dayîn û piştre meş hat lidarxistin û Komîsyona Jinan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê jî daxuyaniyek da.

Bi bangewaziya TJA’yê jinên Mêrdînê li Parka Karayollariyê kom bûn. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Bêrîtan Guneş Altin jî tev li çalakiya jinan bûn. Jinan di çalakiyê de jinan pankarta “Bi jin jiyan azadiyê ber bi 25’ê Mijdarê vê” vekirin. Her wiha dowîzên wekî “Parastina xweser maf e”, “Jinên ciwan li dijî tundî û destdirêjî li ber xwe didin” û “Kuştina jinan polîtîk e” hildan. Her wina wêneyên jinên berxwedêr jî di çalakiyê de hatin vekirin. Di çalakiyê de jinan dirûşma “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana jinan”  berz kirin. Metna daxuyaniyê ji hêla aktîvîsta TJA’yê Ayşe Bozan ve hat xwendin.

Ayşe Bozan di daxuyaniyê de behsa têkoşîna xwişkên Mîrabal kir û bal kişand ser tundiya li hemberî jinan û got: “Li Tirkiyeyê her ji 10 jinan 4 jin bi şîdeta mêr re rûbirû dimînin. Dewlet jî wan êrîşkaran diparêze. Parastina kujerên jin û zarokan rê li ber kuştinê vedike. Jin tu carî betalkirina Peymana Stenbolê û tecrîda li girtîgehan qebûl nakin. Dê her tim li ber xwe bidin. Em jin dê li dijî destdirêjî û tundiyê têbikoşin û em ê her cure şîdeta li hemberî jinan deşîfre bikin.”

Piştî daxuyaniyê parlamenter Bêrîtan Guneş Altin jî axivî û bal kişand ser berxwedana jinan û diyar kir ku tu carî dev jî têkoşînê bernadin.

Ligel astengiya polîsan jinan meş li dar xistin û heta li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdinê bi dirûşmeyan meşiyan.

Li ÎHD’ê daxuyanî hat dayîn

Komîsyona Jinan a ÎHD’ê ya Mêrdînê li avahiya komeleyê daxuyaniyek da. Parêzer Gulistan Duran metna daxuyaniyê xwend û da zanîn ku dê her tim li cem têkoşîna jinan bin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar