KCK: Divê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

KCK: Divê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

KCK: Divê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Jin li qada ne

Jinên ku di çarçoveya 8’ê Adarê derketin qadan ev peyam dan: “Em ê ji kesên ku çav berdane azadiya me hesab bipirsin.”

Jinên ku ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cihanê xwe amade dikin, li gelek bajaran daxuyanî dan û daxwazên xwe anîn ziman. Di daxuyaniyan de bang hate kirin ku li dijî tundiya mêr-dewletê jin tev li çalakiyên 8’ê Adarê bên li dar xistin bibin û gotin “Em ê ji kesên ku çav berdane azadiya me hesab bipirsin.”

Bedlîs

Tevgera Jinên Azad (TJA) li Taxa Husrev Paşa ya Bedlîsê di çarçoveya xebatên xwe yên 8’ê Adarê ku dê li bajêr pêk bînin, bi daxuyaniyêkê eşkere kir. Di daxuyaniyê de pankarta “Bi jin, jiyan azadiyê ber bi 8’ê Adarê ve” hate vekirin. Tevî namzetên hevşaredariyê yên navçeyên Bedlîsê, gelek jin tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşa “Jin, jiyan, azadî” hate berzkirin. Daxuyaniyê ser navê TJA’yê Berîvan Canbey xwend.

Daxuyanî bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.

Dîlok

Meclisa Jinan a Konfederasyana Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Dîlokê di çarçoveya xebatên xwe yên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî parve kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku têkoşîna li dijî xizanî, bêkarî û cihêkariya bi destê pergala kapîtalîst hatiye avakirin dê têkoşînê were mezinkirin û wiha hate gotin: “Di şert û mercên newekheviya zayendî dom dike de hema bêje her roj 3 jin bi destê zilaman tên qetilkirin, kujerên jinan, tacizkar, tecawizkar ji xweşhaliyê sûd digirin û li kolanan ji xwe re digerin, li gel me di haman cihî de dixebitin. Yek ji me jî di ewlehiyê de nîn e.”

Plansaziya bernameyê

Di daxuyaniyê de derbarê plansaziyên xebatên 8’ê Adarê de ev agahî hatin parvekirin:

“*4’ê adarê ji jinan girtî re şandina qertan

*5’ê adarê di avahiyê şaxa BES/SES a Dîlokê de nişandan fîlm

*6 adar bi Platforma Demokratîk a Jinê re bernameya radyoyê.

*8’ê adarê di Parka Kirkayak de hatina ba hev û meşa ber bi Qada Balikliyê ve

*9’ê adarê di avahiyê Şaxa Egitîm-Senê de panela bi navê Dîroka Têkoşîna Jinê ya KESK’ê

*10 adar li restoranteke nêzîkî Nexweşxaneya Onkolojiyê çalakiya taştê.”

Mêrsîn

Platforma Jinê ya Mêrsînê, Şaxa Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehîyê ( Egîtîm Sen) ya li Mêrsînê bi daxuyaniyekê starta çalakiyên 8’ê Adarê dan. Di daxuyaniyê de dowîzên “Em bêdeng nabin, natirsin û serî natewînin”, “Divê polîtîkayên li ser dijimantiya jinê bên bidawîkirin” cih girtin. Li ser navê Platforma Jinê ya Mêrsînê Gulbahar Guzelê daxuyanî xwend.

Gûzel di daxuyaniya xwe de anî ziman ku çawa ber bi 8’ê Adarê ve diçin, wiha qetlîama li ser jinê tê meşandin jî zêdetir dibe. Guzel, bal kişand ser mafê jinan ku di zagonên mirovatiyê de cih digire û wiha domand: “Tundî, zordestî, destdirêjî û faşîzm me têk nebir, kesên ku hîn dixwazin me têk bibin jî bi serhildana xwe ya feminîstî em li vir in. Em ev tundî û zordestî ya ku di şevekê de peymana Stenbolê fesihkirin, saziyên jinên ku tekoşînê dimeşînin girtin, li ser saziyên jinan û îradeya jinê qeyum tayîn kirin, di 25’ê Mijdarê, 8’ê Adarê û 1’ê Gulanê de kesên îşkence li me kirin û girtin bin çavan, nas dikin. Em ê ji kesên ku bi êrişan çav berdane azadiya me hesab bipirsin.”

Banga ji bo Kushîmatoyê

Guzel bang li jinên li Mêrsînê kir ku di 8’ê Adarê de seat 18:00’an li kolana Kushîmatoyê kom bibin û çalakiyên heta 8’ê Adarê wiha rêz kir;

“*Di 2’yê adarê de li taxa Guneşê civîna jinan

*Di 3’yê adarê de seat di 13:30’an de li gor bernameya projeya gel ‘zayenda civakî, mafê jinan û dî zarokatî de zevac’ bê pêşkêş kirin.

*Di 4’ê adarê de seat di 10:30’an de bi Komeleya Mafên Mirovan (IHD) re ji jinên girtî re şandina qertan

*Di 5’ê adarê de li taxa Atgîrmezê hevdîtina jinan

*Di 6’ê adarê de li taxa Mevlanayê hevdîtina jinan

*Di 7’ê adarê de li Qada Galatasarayê stand wê bê vekirin û tevahî rojê bê domandin

* Di 8’ê adarê de seat di 12:00’an de  li taxa Şevket Sumer şahiya jinan

*Di 8’ê adarê de seat di 18:00’an de  li Sikaka Kushîmatoyê qada Ozgecan Aslan meşa şevê ya Jinên Feminîst

* Di 10’ê adarê de seat di 14:00’an de li Malacemê ya li Mêrsînê beşdarbûna bernameya 8’ê Adarê

Amed

Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Amedê, li Parka Xezalê ya li Bajarê nû ya Amedê daxuyaniya çapemeniyê ya çalakiya heftane ya 88’emîn ji bo kesên ku ji karên xwe hatine îxrackirin û ji bo zagona 35’emîn bê betal kirin hate li darxistin. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku kesên ji karên xwe hatine dûrxistin tev girêdayî şaxên KESK’ê ne ku ji 4 hezar û 218 kesan jê hezar û 69 kes jin in.

Gelek endamên sendîkayê beşdarî çalakiya hatibû darxistin bûn, pankarta “KHK wê biçe em ê bimînin” vekirin û dirûşmên “Bijî berxwedana kedkaran” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.

Berdevka Demê ya Meclisa Jinan a KESK’ê ya Amedê Hatun Leyla Tuncer axivî û wiha got: “Desthilatdar mafê sendîka û peymanên navnetewî bi rêya ji kar dûrxîstînê nasnake û pêngavên antî demokratîk û bê qanûnî bûye sebebe qrîza mezin ya aborî.” Tûncer diyar kir ku di dema OHAL’ê de hîn bêhtir tundî li ser jinê çêbûye û wiha berdewam kir: “Ji karavêtin bûye sebebê maf û wekheviya jinê ya xebatê. Di heman demê de saziyên parastina zarok û jinan kirin e jî hatin girtin.”

Tuncel got ku AKP’ê rola ku daye jinê bi rêya OHAL û KHK’ê xist merîyetê û di dema OHAL’ê de kesên ji karên xwe hatine dûrxistin tev girêdayî şaxên KESK’ê ne ku ji 4 hezar 218 kesan jê hezar û 69 kes jin in û got: “Desthilat tehamûlî maf, tekoşîn û keda jinê ya li KESK’ê nekir û bi rêya OHAL’ê êrîşî ser jinên KESK’ê kir. Hêza rola jinê ya di nava civakê de ku xwedî veguherînekê ye tehemûl nekir û hîn bêhtir û awayekî hovane bi ser jinê de hatin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar