Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Jin remza azadiyê ne

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a HDP'ê di çarçoveya pîrozkirinên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li gelek bajarên bakurê Kurdistanê hat pîrozkirin. Her wiha jinên kurd li Rojava, Başûr û Ewropa û gelek deverên din 8’ê Adarê pîroz kirin

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a HDP’ê di çarçoveya pîrozkirinên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li gelek bajarên bakurê Kurdistanê hat pîrozkirin. Jinan bi rengên xwe qadên mitîn lê dihat lidarxistin xemilandin. Jinan li qadan tundiya mêr û dewletê şermezar kirin. Di her kêliyê de dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” berz kirin. Her wiha jinan dowîzên “Denîz Poyraz”, “Ez jin im, ez kurd im”, “Êdî bes e”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Garîba Gezer” û “Êdî bes e, dem dema jinan e” vekirin. Di axftinên li qadên mitîngê dihat kirin de bi giranî helewesta desthilatiya AKP-MHP’ê hat şermezarkirin. Dijminatiya li dijî jinê û civaka kurd hat rexnekirin. Sekna dewletê ya li dijî siyasetmedarên jin Aysel Tûgluk û Semra Guzel hat şermezarkirin. Xalek din a ku mohra xwe li pîrozbahiyên 8’ê Adarê xist jî ev bû ku di hemû axaftina nede jinan diyar kirin ku dê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bişkînin û ji bo azadiya fizîkî têkoşîna xwe bilind bikin.

Di çarçoveya pîrozkirinên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a HDP’ê ve li bajarên bakurê Kurdistanê pîrozbiyên 8’ê Adarê bi hemû coşa xwe pêk hatin. Li Amedê jî bi pêşengiya Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) bi şîara “Dem dema azadiya jinan e” hat lirdarxistin. Li qada mitîngê pankartên “Girtiyên newxeş rûmeta me ne” , “Li dijî xîzankirin û dijminahiya li jinê em li qadan e” , “Ez kurd im, perwerdehiya bi kurdî daxwazim” û “Me berxwedana xwe ji Garîbe, israra xwe ji dayika Garîbe û kenê xwe ji Denîzê girt” hatin daleqandin. Her wiha ji bo balkişadina ser rewşa siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk jî pankarta “Bîra Aysel bîra me ye” hat daleqandin. Her wiha ji bilî pankartan qada mitîngê bi flamayên reng rengî hat xemilandin û pankartê mezin ê li ser “Dem dema azadiya jinê ye” nivîsandin jî bi dika mitîngê ve hat kirin. Jinan bi kincên xwe yên rengîn û flamayên bi rengên kesk, sor û zer ên li serê xwe girêdabûn li qada mitîngê cihê xwe girtin. Gelek jinan alên li ser wan “Jin, jiyan, azadî” nivîsandî û dovîzên ku bi wan balê dikişandin ser rewşa girtiyên nexweş hilgirtin. Bi zêdebûna jinan re ji qadê dengê tilîlî û dûrişmeya bilind bû. Malbatên girtiyan ku 113 roj in Nobeta Edaletê digirin û endamên Meclisa Dayikên Aştiyê korteja xwe ava kirin û wisa hatin qada mitîngê. Dayikan pankarta “Dem dema xwedî derketina li nirxan e ” hilgirtin û stranên ku li ser îşkenceya zindana Amedê hatine nivîsandin gotin.

Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Avar Başar di mitîgê de axivî û bal kişand ser helwesta dewlet û desthilatiyê ya li dijî Aysel Tugluk û Semra Guzel. Başaran xwe xwest demildest Tugluk serbest bê berdan. Başaran nêzîkatiya li dijî Parlamentera HDP’ê Semra Guzel jî şermezar kir û da zanîn ku dê li dijî wan serî netewînin.

Li Wanê qad bi dirûşmeyan hejiya

Mîtînga 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ya Wanê ku bi pêşengiya Tevgara Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û bi dirûşma “Dem dema azadiya jinan e” hat amadekirin, li Parka Mûsa Enter bi coşeke mezin pêk hat. Jinên ku ji gelek deverên bajêr ber bi qada mîtîngê ve herikîn, li çar noqteyên kontrolê derbas bûn û bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” ketin qadê. Jinan, li ber stranan xelekên govendê gerandin. Jinên ku bi cil û bergên xwe yên rengîn qada mîtîngê xemilandîn, dowîzên “Denîz Poyraz serhildana me ye”, “Ez jin im, ez kurd im”, “Êdî bes e”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Garîba Gezer nemir e” û “Êdî bes e, dem dema jinan e” vekirin. Lê hêzên dewletê nehêlan ku jin dowîzên bi nivîsên “Ekîn Wan” û “Garîbe Gezer” têxin qada mîtîngê.

Di mitînga 8’ê Adarê ya Êlihê de jî jin bi dowîz û dirûşman herikîn qadê. Qada mitîngê bi cil û bergên rengîn ên jinan xemilî. Jinan, di peyamên xwe de azadî ji girtiyên nexweş re xwestin.

Li Nisêbînê di pîrozbayên 8’ê Adarê de azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwestin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Parlementera HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî di axaftina xwe de diyar kir ku dê tecrîda li ser birê Ocalan bişkînin.

Li Silopiya Şirnexê jî jinên ku bi cil û bergên rengîn li qada mîtingê li hev kom bûn, bi awayekî coş 8’Ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kirin.

Di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de jin daketin qadan û daxwazên xwe anîn ziman. Jinan îsal bi dirûşmeya “Dem dema azadiya jinan e” çalakî, şahî û mitîng li dar xistin. Jin li dijî feraseta dewlet-îktidar-zilam û desteserkirina maf û hiqûq dest dan destê hev û mil dan milê hev û qadên 8’ê Adarê tije kirin. Li qadên ku pergala zilam rê li ber şer, kedxwarî û talana xwezayê vekiriye hat şermezarkirin û dengê dirûşma “Dem dema azadiya jinan e” ji qadan olan dan.

Jin remza azadiyê ne

Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê jî bi boneya rojê li ber Edliyeya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyaniya kurdî ji aliyê parêzer Bêrîvan Tûran ve hat xwendin. Tûran destnîşankirin ku azadiya jinên girtî yên kurd hatine desteserkirin û hat gotin divê jinên girtî yên nexweş û hemû jinên girtî tavilê werin berdan. Tûran anî ziman ku jin semobla azadî û wekheviyê ne.

Komîsyona Jinan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê jî li avahiya komeleya xwe ji bo 8’ê Adarê civîna çapemeniyê li dar xist. Endama Komîsyonê Fatma Sariyaroglu daxuyanî xwend û destnîşan kir ku jin ji bo têkoşîn û azadiyê li qadan û kolanan in. Sariyaroglu anî ziman ku ew dixwazin Aysel Tugluk tavilê were berdan û dawî li polîtîkaya bêcezatiyê were.

Jinên Dêrsimê li Qada Seyîd Riza kom bûn û dest bi pîrozbahiya 8’ê Adarê kirin. Jin li Kuçeya Hunerê kom bûn û ber bi Qada Seyîd Riza ve dest bi meşê kirin. Jinan dowizên “Ji jnên girtî re azadî”, “Jin welatê jinan e”, “Em li dijî destserkirina kedê bi rêxistinkirî ne”, “em li dijî serdestiya zilam li ser pêya ne” û “Em li dijî polîtîkayên bêceza hiştinê, têkoşîna hevpar bikin” û her wiha wêneyên siyasetmedara kurd a nexweş Asyel Tugluk û parlamentera HDP’ê Semra Guzel a parlamenteriya wê hat betalkirin hildan.  Jinan di meşê de dirûşmên wek “Jin jiyan azadî” berz kirin û lîlandin. Meşa jinan gihîşt Qada Seyîd Riza û li ber def û zirnê govend gerandin û dest bi pîrozbahiyê kirin.

Meclisa Jinan a Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAD) jî bi wesîleya 8’ê Adarê daxuyaniyek nivîskî weşand û di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew xwedî li berxwedana Sêvêyan, Zarîfeyan, Fatêya Reş û Sakîneyan derdikevin.

Navenda Mafê Jinan a Baroya Mêrdînê jî bi wesîleya rojê li ber avahiya Baroyê daxuyaniyek da. Li ser navê Navendê parêzer Emîne Erboga daxuyanî xwend û da zanîn ku jin 8’ê Adarê dîsa di bin siya kuştin, tundî û mirinên bi guman de pêşwazî dikin û ew ê destûr nedin tundî, kuştinê û tunehsibandina destkeftiyên jinan.

Li rojavayê Kurdistanê

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şahiyên 8`ê Adarê bi dirûşma “Em bi hev re şoreşa xwe biparêzin û xaka xwe rizgar bikin” pêk hatin. Di axaftinan de Roja Jinan a Cîhanê li hemû jinan hat pîrzokirin û soza berdewamkirina têkoşînê li ser şopa şehîdan heta rizgarkirina tevahiya axa dagirkirî hat dayîn.

Li kantona Hesekê li qada bendava Xerbî ya bajêr, qada Saziya Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê û qada Navenda Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Dirbêsiyê şahiyên 8’ê Adarê pêk hatin.

Li navçeyên Girkê Legê û Til Koçer ên kantona Qamişloyê, şahî navendî ye û li stada Rimêlan pêk hat. Li bajarê Qamişlo şahî li Stada Heysem Keco hat lidarxisitin. Bi hezaran jin û endamên saziyên sivîl û leşkerî tev li şahiyan bûn.

Li Helebê jî 8’ê Adarê bi pêşngiya Kongra Star bi dirûşma “Bi hev re şoreşa xwe biparêzin û xaka xwe rizgar bikin” hat li dardarxistin. Bi hezaran jinên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên kurd, ereb, suryan û Turkmen cil û bergên gelêrî li xwe kirin û berê xwe dan qada şahiya ya li herêma Şiqeyf a taxa Şêxmeqsûd a Helebê.

Li Kobanê şahiya 8`ê Adarê li Daristana Kobanê ya li rojavayê Kobanê pêk hat. Bi sedan şêniyên kantonê tev li şahiyê bûne. Li ser navê Koordînasyona Kongra Star û YPJ`ê axaftin hatin kirin û komên hunerî berhemên xwe pêşkêş kirin.

Li Minbicê jî li xeta Muhterêq li gundê Toq El-Xelîl ê başûr rojavayê Minbicê şahiya 8`ê Adarê hat lidarxistin. Bi hezaran jinên Tebqa, Reqa, Kobanê û Minbicê û endamên saziyên sivîl, leşkerî û saziyên taybet ên jinan tev li şahiyê bûn.

Di şahiyê de endama Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbyayê ya Minbicê Hala Ilwan axivî û got: “8`ê Adarê berhema têkoşîn û berxwedana bêhmepa ya jinên kedkar ên cîhanê ye.” Hala ev roj li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û banga hevgirtinê li hemû jinan kir ku armancên jinan ên rewa û avakirina civakeke demokraîtk pêk werin.

Her wiha Şahiya 8`ê Adarê li gundê Elûşe yê navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê jî pêk hat. Li vir perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên têkildarî jinan û rola wê di têkoşîna li dijî pergala baviksalarî ya desthilat de hatin xwendin.

Wê Şengal bi pêşengiya jinan ava bibe

Li Şengalê jinên Êzidî û Ereb li Deriyê Kersê ya Çiyayê Şengalê bi soza azadiya jinê û avakirina xweseriya Şengalê dest bi şahiya 8’ê Adarê kirin û ev peyam dan: “Em di vê rê de bawer in, em vê rojê dikin wesileya Şengala xweser, demokratîk û azad. Roj roja jina ye, wê Şengal bi pêşengiya jinan ava bibe.”

Li Qeladizê şitil çandin

Bi pêşengtiya RJAK’ê li Parka Derwaze ya Qeladizê bi boneya 8’ê Adarê şitlên daran hatin çandin. Di çalakiyê de 8’ê Adarê li tevayî jinên kurd û jinên cîhanê hat pîrozkirin û hêviya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwestin.

Li Wargeha Mexmûrê pîrozbahî

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo pêşwazîkirina 8’ê Adarê bi tevlîbûna giştî jinên wargehê ya bi cil û bergên xwe yên Kurdî meşek girseyî hat li darxistin.

Li qendînê pîrozbahî

Li gundê Aliye Reş ê Binarê Qendîlê bi tevlîbûnê jinên gundên Aliye Reş, Beştê, Maredû û Zêve bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi şahiyekê hate pîrozkirin. Di şahiyê de govend hate gerandin û şirînî li jinan hate parvekirin.

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar