Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Jin tola hezaran salan hiltînin

Dewleta faşîst a tirk û rejîma kujer a Îran bi sedan sal in li ser gelên Kurdistanê qirkirinên herî hovane meşandine. Hovîtiya ku li ser gelên Kurdistanê meşandine di dîroka gelan de hîn zindî ye. Armanca ev herdu dewletên faşîst û kujer a sereke ew e ku ji bo gelê kurd azad nejî serî li hemû rêbazên dermirovahî didin. Herdu dewlet jî dagirkerên Kurdistanê yên sereke ne. Ligel her tiştî pêk tînin jî dîsa jî nikarin pêşiya kurdên azad bigirin. Ew kurdên azad îro bi paradîgmaya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û bi hêza PKK’ê derbên giran li wan dixin û hê jî dixin.

Gerîlayên azadiyê li çiyayên Kurdistanê derbên giran li dewleta faşîst a tirk dixin. Ligel li ber çavên cîhanê çekên kîmyewî jî bi kar tîne dîsa nikare ji ber xezeba gerîla bireve. Gerîlayên azadiyê bi hêrsa sedan salan tola hezaran salan di şexsê dewleta faşîst a trik de ji pergala kapîtalîst hiltîne. Xezeba gerîla pergala kapîtalîst daye ber xwe ê pêl bi pêl gelan azad dike. Gerîla bi berxwedana xwe dewleta tirk aniye ber têkbirinê.

Ev berxwedana gerîla ne tenê derbê li dewleta faşîst dixe, di heman demê de derbê li hemû dagirkerên Kurdistanê dixe. Di şexsê van dagirkeran de derba herî giran pergala kapîtalîst dixe. Ji van cihên ku ketiye ber xezeba gerîlayan yek jê rejîma kujer a Îranê ye.

Div¨ev yek were zanîn ku rejîma Îranê rejîmeke pir cuda ye. Rejîma kujer a Îranê bi siyaseta kûr û zirav tê nasîn. Ji ber vê yekê baş dizane ku bê kengî serî li tundiyê bide û kengî serî li siyaseta nerm bide baş dizane. Mirov dikare bibêje ku di vî alî de xwe pêşve biriye. Ji ber vê siyaseta xwe gelek neteweyên cuda di bin polîtîkaya xwe ya tekparêzî û kujerî de dihewîne.Li ser gelê kurd siyasete pir qirêj û kone dimeşîne. Geleê kurd ji nav derxe hemû gelên din aniye asteke wisa ku bêyî haya wan ji wan hebe xistiye xizmeta xwe. Polîtîkaya herî talûke ya ji bo gelan ev e. Bi vê rêbazê gelan ji hêz xistiye û vîna wan a berxwedanê ji holê rakiriye. Rejîma kujer a Îranê heta ev serhildana dawî jî di vê baweriyê debû. Ji ber vê yekê bi xwe pir bawer bû ku wê wekî berê bi çend gotinên xapînok pêşiya serhildanê bigire. Wekî ku kal û pîrên me gotine ‘Hesabê sûkê û malê li hev derneket’. Tişta ku ev hesabê wan vala derxist hêza jinan a di bin dirûşma Jin Jiyan Azadî de hatin cem hev bû. Jin¨n cîhanê di bin vê dirûşmê de tên cem hev û çalakiya xwe dikin yek.

Ev şoreşa jinan berdewama şoreşa rojavayê Kurdistanê ye. Jinan li Rojava çirûska şoreşê vêxistin û niha ev çirûsk li rojavayê Kurdistanê geş dibe. Aliyê ku rejîma kujer a Îranê texmîn nedikir ev alî bû. Ev jî deriyê têkçûna siyaseta sedan salan vekir. Êdî rejîma kujer a Îranê nikare bi gotinên; ‘polîsên exlaqê’ ji holê rakirine jinan bixapînin. Jinan di şexsê rejîma kujer de li hemberî pergala kapîtalîst serî rakirine. Divê tu kes ew jinên sehildêr ên şopdarên Jîna Emînî bi tenê nehêlin. Bi taybetî ji di vê pêvajoya ku rejîma kujer xwe wekî ku diguherîne nîşan dide de bi tenê nehêlin. Rejîma kujer niha di nava hewldanên xapînok de ye. Wexta mirov li zêdebûna îdamkirina ciwanan dinêre vê yekê baş dibîne. Hewl dide bi îdamê çavên jinan û gel bitirsîne. Bi vê re hesabê komkujiyên mezin dike û xwe li gorî wû diguherîne. Jo bo vê jî hewceyî bi xwedîderketina şoreşa jinên Rojhilat heye. Ger ku xwedîderketineke xurt çêbibe wê demê ev rejîma kujer a ku derba giran xwariye wê bi temamî bişkê.

Têkçûna Îranê wê deriyê azadiya Kurdistanê û azadiya Rojhilata Navîn li hemê gelan veke. Wê demê dewleta faşîst a tirk bi tena serê xwe bimîne. Wê demê têkbirina wê dê gelekî hêsan û bê êş be. Ji bo vê jî beriya her tiştî divê em Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji îşkencexaneya Îmraliyê derxînin. Rêberê Gelan Abdullah Ocalan tenê di Îmraliyê de nayê tecrîdkirin, hemû gelên azadîxwaz t¨n tecrîdkirin. Di şexsê Rêberê Gelan Abdullahn Ocalan de mirovî hatiye tecrîdkirin. Bi tecrîdê re hewl didin roja gelan tarî bikin û wan ji azadiyê bêpar bihêlin. Mifteya azadiya gelan bi vekirina deriyê Îmraliyê pêkan e.

Werin em bi hev re pêşengê azadiya gelan Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji Îmraliyê derînin û pêşengê xwe re azad bijîn.

Nûçeyên Têkildar