Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

JIN TV 3 sal e bi nêrîna jinan weşana xwe didomîne

JIN TV 3 sal e weşanê dike. Jin TV li dijî polîtîkayên zayendparêz ên medyayê, bi nêrîna jinan weşana xwe didomîne

JIN TV, di 8’ê Adara 2018’an de bi dirûşma, ‘Dengê jinan Rûyê jiyanê ye’ dest bi weşanê kir.  Jin TV di serî de kurdî bi gelek zimanan weşanê dike û têkoşîna jinan a hevpar bi objektîfa jinan li cîhanê belav dike.

Pêşkêşvana JIN TV’yê Aysel Avesta derbarê weşana jinan de nirxandin kir.

Avesta diyar kir ku wan bi piştevaniya têkoşîna jinan dest bi weşanê kirine û got ku bi salan e jin li qada çapemeniyê cih digirin. Avesta anî ziman ku JIN TV ji roja dest bi weşanê kiriye derbarê jinan de bernameyan çêdike û wiha berdewam kir: “JIN TV di tevahiya weşana xwe de gotinên zayendparêz ên di medyayê de tên weşandin teşhîr dike, bi hêza jinan, zimanê jinan, perspektîfên jinan didin, bi çavên jinan bûyerên ku pêk tên di warê dîrokî û civakî de ji civakê re radigihîne. Em jî ji vê têkoşînê hêzê digirin û rêya xwe berdewam dikin. Em ê li her qadê bibin dengê jinan.”

‘Em bi zimanê jinan bûyeran radigihînin’

Di axaftina xwe de Avesta diyar kir ku ew nûçeyan li gorî rastiya jinan û bi zimanê jinan diweşînin û ev tişt anî ziman: “Em gotinên zayendperest û olî yên di medyaya xweser de jî diguherin û dibin alternatîf. Em dixwazin jin li her devera cîhanê saziyên wekî JIN TV ava bikin. Di 3 salên xwe de JIN TV rengê xwe nîşan da û bi ser ket. Her roja ku diçe eleqeya li hember JIN TV zêde dibe.”

Hewl didin bibin denge jinan

Avesta da zanîn ku ew di her warî de keda jinan û têkoşîna wê derdixin pêş û wiha got: “Em ekranên xwe bi rûyê jinan xweşik dikin û ji derve de jî eleqeyeke mezin nîşanî me didin. Em di warê weşanê de bi îdia ne. Em bi polîtîkaya xwe ya weşanê dixwazin rê li ber qirkirina jinan bigirin û bibin dengê jinan. Em ê tişta ku jin dijîn di salvegera 3’emîn a weşana xwe de jî pêk bînin.”

Li her derê têkoşîneke bi nirx heye

Her wiha Avesta got ku JIN TV 3 sal e bênavber ji bo heqîqetê têdikoşe, armanc dikin ku rastiyan derxînin holê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “JIN TV ji ber ku di 8’ê Adarê de dest bi weşanê kiriye roja destpêka weşana wê jî bi wate ye. 8’ê Adarê roja ku têkoşîna jinan derdikeve lûtkeyê ye.  Jin wê rojê daxwaza xwe ya azadiyê bi dengê bilind tînin ziman.  Em tenê ne di 8’ê Adarê de her roj hewl didin ku bi ruhê berxwedanê bernameyên xwe pêşkêş bikin. Em ê her roj bi bernameyên xwe dengê jinan û têkoşîna wan vebêjin û bînin ser ekranê. Em ê li mala hemû kes û jinên ku azadiyê dixwazin bibin mêvan.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar