JIN TV dest bi weşandina nûçeyên bi kurdî, erebî û tirkî dike
JIN TV bi dirûşma; “Dengê Jinê, Rûyê Jiyanê” li ser peyka Hotbîrdê dest bi weşanê kir û bi mehan e bi bernameyên rengîn û ji gelek zimanan cih de her qada jiyanê. JIN TV, weşana xwe bêhtir dewlemend û rengîn dike.
JIN TV ku heta niha bi giranî bernameyên li ser mijarên civakî, siyasî û aborî diweşand, dê cihekî berfireh bide mijarên rojane jî. Ji midûrên nûçeyan heta moderatorên bernameyan, ji desteya weşanê heta rejîoran, ji kameramanan heta teknîsyenan xebatkarên JIN TV hemû jin in.
JIN TV ku amadekariyên xwe qedand, dê îro dest bi bultenên nûçeyan ên rojane bike.
Bi sê zimanan nûçe
Bi zimanên kurdî, erebî û tirkî wê destpêkê hefteyê pênc rojan nûçe bên weşandin. Dema nûçeyan jî wiha ye: erebî, li gorî dema Ewropayê saet 16:00, tirkî li gorî dema Ewropayê saet 17:00, kurdî (kurmancî) li gorî dema Ewropayê saet 18:00.
JIN TV li ser van frekansan weşanê dike:
Hotbird
Peyk: Hotbird 13°E
Frekans: 11 054 MHz
Polarizasyon: Horizontal
Symbolrate: 27500 FEC-rate: 5/6.
Nilsat
Peyk: Nilesat 7°W
Frekans: 11595MHz
Polarizasyon: Vertical
Symbolrate: 27.500
FEC-rate:5/6 AMED