Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...
Salı - 27 Ağustos 2024

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Jin û mêr bi hev re wêjeya kurdî nîqaş dikin

Seroka KASED’ê Salîha Ayata diyar kir ku ev nêzî 4 sal in cihê jinan a di wêjeyê de nîqaşan dikin û wiha got: “Ziman hê jî bi mirinê re rû bi rû ye. Ziman hîn jî ne zimanê perwerdehiyê ye. Kurd bi ziman, dîrok, çand, huner, felsefe û civaknasiyeke cuda mezin dibin. Di cîhanê de deriyê wêjeyê li jinan hatiye girtin. Lê jinan ev deriyên girtî şikandine.”

Komeleya Jinan, Çand, Huner û Wêjeyê (KASED) ji bo pêşxistina çand, huner û wêjeya kurdî xebatên cihêreng, kargehan û kursan li dar dixe. KASED van xebatan bi beşdariya jinan li dar dixe û zilaman jî daxilî hin xebatan dikin û ramanên jin û zilaman berawirdî dikin û nîqaşan dikin. KASED di vê çarçoveyê de ev nêzî 4 salan e çalakiya xwendina romanên kurdî bi tevlibûna jin û zilaman li dar dixe û cihê jinan ên di wêjeya kurdî û dinyayê de nîqaş dike. Niha KASED kargehek li ser xwendina romanên kurdî pêk tîne û her rojên yekşemê kargehê bi beşdariya jin û zilaman li dar dixe. Seroka KASED’ê Salîha Ayata têkildarî kargeha wêjeya kurdî ku li dar dixin agahî da.

Ayata da zanîn ku ew dixwazin di hemû qadên mîna muzîk, wêne, govend û wêjeyê de xwe bigihînin jinan û bi wan re bixebitin û got ku di vê çarçoveyê de dest bi kargehan kirine. Ayata diyar kir ku wan di kargehan de li ser dîroka romanê disekinin û diyar kir ku ew romanan dixwînin û analîz dikin. Ayata anî ziman ku ew bi perspektîfa jinan li naveroka romanan dinêrin û got: “Keraktera jinan a li wir çawa hat destgirtin? Bi rastî ew karakter karekterek e an tîpek e?” Jin di wêjeya kurdî û cîhanê de çawa tên dîtin? Jina şoreşger an li malê? An jî ew di nav malbatê de wekî xirabiyek tê hesibandin? Ji ber ku di romanan de jin gelek caran di nava civakê de dibe sedema fesadiyê, civakê xera dike, an jî weke jina 3’yemîn an jî 4’emîn a axa têm dîtin. Di romanê de karaktera jinan bi vî rengî hatiye destgirtin. Em nikarin di edebiyatê de gelek karakterên jin bibînin. Em wan bi perspektîfa jinan rexne û analîz dikin. Jin di wêjeyê de çawa kole û biçûkdîtin e? Em bi rexnekirina romanan analîz dikin.” Ayata da zanîn ku heta niha bi giştî 27 roman xwendine û analîz kirine û got ku wan ev analîz tomar kirine.

Ayata destnîşan kir ku li cîhanê deriyên wêjeyê li jinan girtî ne û wiha domand “Ew derî heta dawiya salên 1800 û heta destpêka salên 1900’î girtî bû, lê cîhan û jinên kurd nesekinîn. Bi awayekî ew derî şikandin. Bi taybetî di sedsala dawî de em gelek berhemên ku ji aliyê jinan ve hatine afirandin dibînin. Lê hûn bixwazin nexwazin, kodên mêran di romanan de pir xurt têne dîtin. Karaktera jinan bi çavên mêr tê afirandin û karakterê ku mirov ji xwe re îdealîze dike. Ev mijar hem di berhemên cîhanê de û hem jî di berhemên kurdî de, bi taybetî jî di romanan de heye. Em dixwazin cîhan bibîne ku di romanên mêran de jin di çi rewşê de ne û bi çi karakteran hatine nivîsandin. Gelo tesaduf e ku ji sedî 80’ê romanên kurdî jin tenê li malê ne, di bin destê kesekî de ne, yan jî jina duyem an sêyem e? Di berhemên pir kêm de jin şoreşger e, bi hêz e û dikare li ser lingan bisekine. Em van pirsgirêkan bi kurdî û bi perspektîfa jinan dinirxînin.”

Ayata anî ziman ku ew wek KASED’ê hemû xebatên xwe bi jinan re dimeşînin û mamoste û xwendekarên wan jin in, sedema vê xebatê ku bi mêran re bi rê ve dibin wiha nirxand: “Li vir em dixwazin fikrên jin û mêran bînin cem hev û dikaribin bi hev re fikra her dua liyan bidin nirxandin. Meriv çawa li van karakteran dinêre? Me pêwîst dît ku em kargeha tevlihev bikin da ku rê li ber hev vekin û ji hev fêm bikin. Hûn bixwazin nexwazin wêjeya cîhanê di destê mêran de ye. Ji ber vê jî mirov nikare vê rewşê bêyî mêr binirxîne.”

Ayata da zanîn kurd bi çand, huner û zimanê xwe dijîn û xwedî lê derdikevin û got: “Heke hûn çand, ziman û hunerê ji civakekê derxînin, wê ti tişt ji wê civakê nemîne.” Ayata anî ziman ku ew civaka ku ziman û çanda wê dîl hatiye girtin, hin bêtir nirxên xwe yên civakî û çandî diparêzin. Ayata bal kişand ser kurdan ku bi taybetî di sed salên dawî de ji bo çand, huner û zimanê xwe li ber xwe dane û got: “Ji ber ku cil, ziman, çand, stran û çîrokên wan qedexe ne. Her çiqas mafekî rewa be jî, ji aliyê sîstemê ve ne rewa tê dîtin û hunermendên kurd dîsa jî nikare hunera xwe bike û çanda xwe bi aramî biparêze. Ziman hê jî bi mirinê re rû bi rû ye. Ziman hîn jî ne zimanê perwerdehiyê ye. Kurd bi ziman, dîrok, çand, huner, felsefe û civaknasiyeke cuda mezin dibin. Loma jî meseleya ziman, çand û hunera kurdî mijareke krîtîk û girîng e. Belê em hene, hebûn, em ê her hebin, em li ber xwe didin, lê divê ev mijar, parastina çandê bibe mijara her kesî.”

Ayata destnîşan kir ku mijara ziman mijarek pir girîng e, lê pirsa rast ev e “Em çawa dikarin zimanê xwe biparêzin û mezin bikin?”  û wiha got: “Ya ku ziman mezin dike û xurt dike hilberîn û afirînerî ye. Niha heke hûn di warê sînema, şano, govend û muzîkê de afirîner û bi hêztir bin, hûn dikarin hebin. Zimanê me hilberînê dixwaze. Heke hilberandin nebe, ew ziman tenê heta radeyekê dê hebe. Ji ber vê yekê divê perwerde bi zimanê dayikê be, piştre çand, huner, wêje, dîrok û felsefe kûrtir were nîqaşkirin. Ji ber vê yekê divê têkoşîna me zêdetir li ser vê yekê be.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar