Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Jin û qûtê zivistanê

Jina bi navê Fatma Nezir a ji gundê kantona Cizîrê ye têkildarî amadekariya zivistanê axivî û diyar kir ku di dema hatina demsala payîzê dest bi amadekariya zivistanê dikin. Nezir diyar kir ku hemû roja wan bi xebatê derbas dibe

Her sal bi hatina dema payîzê re jin di nava tevgera kedê de ne. Çanda çandiniyê, xwedîkirina lawiran, têkoşîna jiyanê ji aliyê jinan ve esas tê girtin. Jinên li gundan dijîn parçeyek ji rengê vê têkoşînê ne. Yek ji jinên têkoşîna kedê dide Fatma Nezir a 45 salî û ji gundê Girqehfik yê Dêrikê yê Kantona Cizîrê ye.

Nezir ku zeviyên mala xwe diçîne û di danê sibehê de diçe nava erdan û bi keda destên xwe li ser pêyên xwe dimîne, diyar dike ku jinên gundan jiyanê zindî dihêlin û her dem di nav tevger têkoşîna kedê de ne.

Di berdewama axaftina xwe de Nezir têkildarî  watedariya keda jinan a li gundan wiha vedibêje: “Bi salan e ez kedê didim. Hîn rojekê min jiyana xwe bê ked derbas nekiriye. Çanda berhemdayînê çanda jinan e. Dema ez dixebitim dilê min kêfxweş dibe û canê min rehet dibe. Heger îro em kedê nedin dê jiyan raweste. Jin xweşikbûnê dide xemla jiyanê.”

Jiyana rojene ya gundan

Nezir bal kişand ser jiyana rojane ya li gundan û anî ziman ku her roj şeveqê zû radibe û berê xwe dide nav zeviyan.

Di axaftina xwe de Nezir da zanîn ku her jinek dema hatina zivistanê de amadekariya xwe dike û wiha domand: “Niha demsala payîzê ye, dema xebata ji bo berheman û sererastkirina malan e. Jixwe ez jî her siharê zû diçim nava erdan û ji bo sererastkirina banê mala xwe pûş didim hevudu. Pûşê ku ez didim hevudu ji bo germahiya zivistanê baş e û nahêlê ku ava baranê derbasî hundirê malê bibe. Em bi van alavên xwezayî mal û zarokên xwe ji sermayê diparêzin.”

‘Berhemên keda destê mirovan pir xweş e’

Nezir destnîşan kir ku ew derveyî çandiniyê ajalan jî xwedî dike û wiha pêde çû: “Di danê nîvro de her jinek xwe amade dike ji hatina pez a ji nêçîrê re. Dema pezê min tê, di destpêkê de ez wan bi cih dikim û paşê wan didoşim. Ji şîrê pezê xwe ez berhemên wekî mast, penêr û nîvişk çêdikim. Pêdîviyên mala xwe jê peyda dikim. Xwarinên me hemû ji malê ne. Berhemên ku ji keda mirovan be bi tehm û xweş in.”

Her wiha Nezir da zanîn ku piştî karê wan ê roja ne diqede ew û jinên gund tên gel hev û bi sohbetê dikin. QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar