Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Jin û tenduristî-2

Beriya zayînê di sedsala yekemîn de li Romayê li gorî Atînayê zêdetir xwedawendên tenduristiyê hebûne. Vê demê di şifakariyê de rengê jinê zêdetir tê dîtin. Seyrên Îsa pêxember exlebe li ser başkirina nexweşan bûye. Di sala 394’an de nexweşxana yekemîn ji aliyê jineke bi navê Fabiola ve tê avakirin. Van çaxan ola îsewî bi taybetî ji aliyê şifakaran ve hatiye belavkirin. Lê gava kitêba pîroz Mizgînî tê nivîsandin, jin sedema guneha yekemîn tê dîtin. Vê yekê wekî armanc didin ber xwe û bi vî awayî dixwazin jin bikeve bin hukmê mêran. Piştî vê demê di civakên xaçparêzan de hekîmên jin zehf kêm tên dîtin. Jinan êdî li ber destê hekîman wekî nesaxnêran karûbar dikirin. Em dikarin vêya wekî azmûna perestariyê ya yekemîn pênase bikin.

Nêçîra Pîrebokan

Di sedsala yazdehan de li Ewropayê li hemberî koletiyê, li hemberî zilm û zextê her diçû acizî û nerazîbûn zêde dibûn. Bi taybetî jî li hemberî dêrê ‘tevgerên heredîk’ derketine holê. Van tevgeran ola îsewî ji xwe re esas digirtin, li hemberî hiyerarşiyê disekinîn û jiyaneke wekhev û komînal diparastin. Her wiha van tevgeran qedir û qîmet dida jinê û jin û mêr wekhev didîtin. Hinek ji wan bes bi jinan pêk dihatin. Dêrê li hemberî van tevgeran dadgehên engîzisyonê ava kirin û dûre endamên van tevgeran girtin, di van dadgehan de darizandin û kuştin. Tê gotin ku engîzisyonê hekîmên nûjen afirandiye. Piştî demekê engîzisyonê dest bi nêçîra pîrebokan kiriye. Dêrê û rûspîyên civakê bi dek û dolaban jin tawanbar kirine û bi îşkenceyan kuştine. Ev jinên ku dihatin kuştin di nav civakê de azad dijiyan, sêhr dikirin, şifa belav dikirin û nexweş baş dikirin. Bi darizandin û kuştina van jinan hekîmên mêr bûn xwedî statûyeke nû û di qetilkirina pîrebokan de roleke mezin girtin. Piştî wextekê van hekîman biryar dida ka kîjan jin sêhran dike û dê bête kuştin. Girtina vê biryarê ne zehmet bû. Ew nexweşên ku hekîmên mêr nikaribûn baş bikirana heke pîrebokan baş bikira ev dibû sedema mirina wan. Ji ber ku digotin pîrebok sedema nexweşiyan in lewma dikarin nexweşiyan baş bikin. Vê demê dêr kiryar û perwerda tibbê jî dixe bin qontrola xwe. Nahêle jin beşdarî vê perwerdê bibe û ev yek jî dibe sedem ku jin derveyî tibbê bimîne.

Nêçîra pîrebokan li hemberî jinan şerek bû. Bi vî şerî dihate xwestin ku kiryar û zanîna di destê jinan de, ji wan bê standin û statûya jinan a di civakê de were rûxandin. Li aliyekî ev jin dihatin cezakirin û li aliyê din jî pergalê li gorî berjewendiyên xwe  ‘jineke nû’ diafirand. Jin wekî ‘milyaketa navmalê’ dihate binav kirin û bêdengî û bindestî jê dihate xwestin. Di wextê şoreşa senayiyê de ev nêzîkatî vediguhere ferasetekê. Di warê tenduristiyê de jî vê yekê xwe dida dest. Wekî mînak vê demê  peywira ebeyan tenê veguhestina pitikan bû. Karê girîng bes hekîmên mêr dikaribûn bikirana. Di rewşên lezgînî de pitik ji ser dayîkê ra dihate girtin. Gava pirsgirêkeke jiyanî çêbûba jiyana pitikê esas dihate dîtin.

Gava em dîrokê dinêrin hemû nirx û hêjayî, zanîn û kiryarên di destê jinan de ji wan hatine girtin û ji xêynî dêtî û jinaniyê tu statuya wan nemaye. Di heman demê de mêran jî li ser dijîtiya jinan cih û pozîsyona xwe xurttir kiriyine. Jin ji qonaxeke xwedawendiyê ketiye qonaxeke fahîşetiyê. Ev pêvajo li ser derewan hatiye avakirin û di van çaxan de komkujiyên mezin û tecawîzan rûdane. Ne bi tenê laşê jinan di heman wextî de vîna wan, keda wan û nirxên ku ji bona civakê afirandine jî rastî binpêkirineke mezin hatine.

Sedsala Nozdehan

Di sedsala nozdehan de hejmara hekîmên mêr her diçû zêde dibû. Beramberî vê yekê hejmara hekîmên jin pir kêm bûn û ew jî piştî gelek zehmetiyan encax dibûn hekîm. Li van çaxan jin wekî perestar û nesaxnêr di qada tenduristiyê de cih digirtin. Perestarî pîşeyeke gelekî kevn e. Di wextê seferên xaçparêzan de perestaran wekî tarîqat xwe bi rêxistin kirine. Gava Florans Nightingale dixwaze nexweşxaneyên ku rewşa wan xerab in, sererast bike, zêdetir perestaran peywirdar dike. Lê ew bi xwe li hemberî femînîzmê disekinî. Perestariya nûjen van çaxan dest pê dike. Her çiqas di sêrî de karên wan ne diyar bin jî lê belê şîret li wan dihate kirin ku xwe tev karên hekîman nedin, heya hekîm nebêjin, destê xwe li nexweş nedin û bes alîkariya hekîman bikin. Hekîmên mêr jî piştî demekê ev yek ji bona xwe kêrhatî dîtin û pejirandin. Nightingale’yê di van dibistanan de hem perestar gihêştandin û hem jî jineke bindest û bêdeng. Lê çi dibe bila bibe di vê sedsalê de jinan an wekî perestar, an wekî hekîm. an jî wekî nesaxnêr di qada tenduristiyê de bi awayekî cihê xwe girtine.

 

Nûçeyên Têkildar