Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Jin wê mohra xwe li vê sedsalê bixin

Berdevka Rêxistina Kongra Starê Rihan Loqo got ku bi dirûşma “Bi vîna jinên azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin” wê 8’ê Adarê pîroz bikin û ev bang li hemû jinan kir: “Em ê di vê sedsalê de bi reng û mohra jinan têkoşîna xwe xurtir bikin. Her jinek ku dilê wê ji bo azadiyê lêdide, bila dakeve qadên azad ên 8’ê Adarê.”

8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê di serî de li Kurdistanê û seranserê cihanê bi coş tê pîrozkirin. Pîrozbahiyên 8’ê Adarê yên Bakur û Rohjilatê Sûriyeyê di 24’ê sibatê de ji hêla rêxistinên jinan ve bi dirûşma “Bi vîna jinên azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin” hat destpêkirin. Gelek çalakiyên rengîn di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatin dayîn û hat diyarkirin ku dê gelek semîner, mîtîng, komcivîn û serdan pêk werin. Têkildarî rêzeçalakiyên 8’ê Adarê ya Platforma Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, berdevka Kongra Star Rihan Loqo axivî.

Rihan Loqo di serî de 8’ê Adarê li Rêber Apo û tevahî jinan pîroz kir û ev tişt anî ziman: “Em di serî de 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê li Rêber Apo pîroz dikin. Divê di 8’ê Adarê de weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxwaza me ya bingehîn azadiya fizîkî ya Rêber Apo be. Di heman wextê de em vê rojê li tevahî jinên têkoşer, berxwedêr, azadîxwaz, jinên di êniyên pêş de şer dikin û bênavber kar dikin pîroz dikin. Li herêmên ku şoreşa jinan lê wateya 8’ê Adarê zêdetir e.”

Divê her roja me bibe têkoşîn û berxwedanê

Rihan Loqo teqez kir ku ew her sal bi boneya 8’ê Adarê xebatên girîng ji bo vê rojê didin meşandin û got: “Ne tenê ji bo vê rojê, em dixwazin tevahî rojên me bibin 8’ê Adarê. Ji bo bilindkirina asta zanistî, xebat, birêxistinkirin û pêşengiya xurt ji bo sedsala 21’ê gengaz e her roja me bibe têkoşîn û berxwedanê. Di tevahî qadên jiyanê de di aliyê siyasî, dîplomasî, civakî û leşkerî de jin dikaribûn xebatên serkeftî bimeşînin. Ev kar ji bo ku bêtir xurt bibin, karên pîroztir pêwîst dikin. Em ê di vê sedsalê de bi reng û mohra jinan têkoşîna xwe xurtir bikin.”

Rihan Loqo destnîşan kir ku wan di 24’ê Sibatê de bi hevkariya Platforma Çalakiyên Hevbeş Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê starta xwe ya 8’ê Adarê bi sê zimanan ragihandine û wiha domand: “Me Platforma Hevbeş a Jinên Tevger, Rêxistin, sazî, pêkhate û kesayetên siyasetmedar starta xwe ya 8’ê Adarê ragihandin. Beriya vê daxuyaniyê gelek nîqaşên hevpar hatin meşandin da ku em bikaribin pêngavek xurt ragihînin. Her wiha dirûşma çalakiyên me yên îsal ku bi “Bi vîna jinên azad siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin” hat desnîşankirin. Di heman wextê de daxuyaniya me bi sê zimanan, kurdî, erebî û suryanî hat xwendin.”

Jin li hemberî qirkirinê têkoşîn û hevgirtina xwe xurtir dikin

Rihan Loqo naveroka dirûşma 8’ê Adarê ku “Bi vîna jinên azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin” wiha nirxand: “Me çima dirûşma xwe wiha kir, ji ber ên ku êrîşên heyî li ser jinan ferz dikin û didin meşandin, di tevahî qadên têkoşînê de şerên mezin li ser jinan tên kirin, di heman wextê de hedefgirtina jinên pêşeng pêk tên, ev yekane hemû hêzên dagirker û qirker pêk tînin lewma me dirûşma xwe wiha hilbijart. Ji dîrokê ve heta roja îro têkoşîna jinan li hemberî dagirkerî û qirkirinê nehatiye sekinandin, di heman wextê de qirkirina li ser jinan jî nehatiye sekinandin. Mijara qirkirinê bi hişmendiya zayendperest û olperest ve girêdayî ye ku netewperest vê yekê her sal xurt dikin. Qirkirina ku li hemberî jinan zêde dibe, jin li hemberî van yekan têkoşîn û hevgirtina xwe xurtir dikin. Lewma me bi dirûşma xwe got bi vîna jinên azad wê siyaseta qirkirinê û planên dijmin ên li ser jinan pêk tên, em ê têk bibin. Bi dirûşmê re girêdayî tecrîda ku ev demek dirêj e girankirî ye li dijî Rêber Apo pêk tê û em tu agahî ji Rêbertî nagirin. Heta niha ne malbat û ne jî parêzer nikarin hevdîtinê bi Rêber Apo re pêk bînin. Mijarên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku me xwest dirûşma 8’ê Adarê her sê mijarên herêm tê de derbas dibe û li hemberî van yekan têkoşîn dimeşîne, diyar bike.”

‘Em ê danasîna şoreşa xwe ji jinên derve re bikin’

Rihan Loqo rêzeçalakiyên ku ji bo 8’ê Adarê hatine diyarkirin wiha şîrove kir: “Peyama me îsal ew e ku em têkoşîna xwe li hemberî dagirkeriyê xurtir bikin. Me di daxuyaniyê de gelek rêzeçalakî diyar kirine ku armanca me ya 2024’an hatiye nîşandan. Wê xebatên me îsal xurtir bibin. Îsal em ê xwe bigihîjînin tevahî jinan. Em ê serdana tevahî jinên li gund, navçe, bajarok, saziyan bikin. Em ê hêzên xwe yên bi rêxistinbûnê di aliyê rêxistinên jinan de xurtir bikin. Di heman wextê de em ê danasîna şoreşa xwe ji jinên derve re mîna nivîskar, siyasetmedar û rewşenbîr re zêdetir bikin. Em îro têkoşîna hevjiyana azad û malbata demokratîk didin meşandin, lewma divê mêr jî baş bizanibin da ku em têkoşîna xwe bi hev re bimeşînin. Gelek çalakiyên me yên hunerî hene her wiha forum û diyalogên nîqaşê wê li her bajar û kantonan werin meşandin. Broşurên taybet wê ji bo 8’ê Adarê bên çapkirin û li civakê bên belavkirin.”

Rihan Loqo destnîşan kir ku wê li her kanton û cihên ku nûnertiyên Kongra Star lê hene mîtîng bên lidarxistin û wiha got: “Her komîte û bajar li gorî însiyatîfa xwe wê rêzeçalakiyên mezin li dar bixin. Me îsal xwest her kantonek cuda bernameyên xwe pêk bîne. Wê mîtîngên me li bajarên Qamişlo, Hesekê, Heleb, Şehba, Lubnan, Şam û Ewropayên bên lidarxistin. Wê bi meşên mezin derbasî qadên mîtîngê bibin û wê peyamên girîng bi sê zimanan, bi kurdî, erebî û suryanî werin dayîn. Armanca me ew e ku hêza jinên ku hatine li gel hev hîn zêde xurt bikin û bi yek nêrîn û helwestê ji raya giştî re li hemberî qirkirin, dagirkerî û tecrîdê ragihînin.”

Rihan Loqo da zanîn ku jinan di vê salê de bi pêşengiya jinên kurd, ereb, suryan, tirkmen, êzidî û çerkes li her qadê têkoşîna xwe meşandine û wiha got: “Di heman wextê de jinên herêmê dikaribûn xebatên zanistî, rêxistinî, felsefî û rêveberî bidin meşandin. Li kêleka vê berxwedan û têkoşînê, hedefgirtina jinên pêşeng hebû mîna Yusra, Rihan, Sorxwîn, Azadî, Şervîn û Zelal. Destkeftiyên me aciziyek mezin ji dewleta tirk re derxistin. Bi êrîşan jinên pêşeng ên ku rêveberî ji gazî, YPJ û Rêveberiya Xweser re dikirin armanc girtin. Em jî bi vê wesîleyê hemû hevalên xwe yên şehîd bi bîr tînin û soza şopandina riya wan nû dikin.”

Rihan Loqo herî dawî bang li jinan kir ku biherikin qadên 8’ê Adarê û wiha bi dawî kir: “Her jinek ku dilê wê ji bo azadiyê lêdide, bila dakeve qadên azad ên 8’ê Adarê û em bi hev re vê rojê pîroz bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar