Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...
Perşembe - 21 Kasım 2024

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Jin Zozanên Colemêrgê geş dikin

Li zozanên Colemêrgê û pergala dayikê lê serwer e, jin hem di nava xwezayê de ne hem jî ji aliyê hilberîn ve xwedî biryar in.

Li Colemêrgê, jinên ku civakeke ji çanda dayikê ava dikin, serê sibehê dest bi kar dikin. Hinek jê karên malê, hinek dikandarî, hinek jî sewalkarî û çandiniyê dike.

Jinên ji Colemêrgê ji aliyekî ve jiyanê bi rê ve dibin, li aliyê din tevlî hilberînê dibin. Jin bi keda xwe li ber krîza aboriyê û civaka baviksalar radibin. Jinên Colemêrgî ku pêwendiya xwe ya bi xwezayê re ti carî qut nekirin, hezkirina wan a ji xwezayê ti carî kêm nebû. Bi biharê re jinên ku berê xwe didin çiyê, li gel xwezayê jiyanê jinûve diafirînin.

Zozanê Merga Butan ku bi 12 kîlometreyî dûrî navenda bajarê Colemêrgê ye, bi salan e cihê mirovên diçin zozanan e. Merga Butan ku bi bedewiya xwe ya xwezayî, ava xwe ya pak, bi hezaran cûre giha û pincarên xwe, bi heywanên xwe yên kovî mîna qadeke buhiştî ye, 6 mehan malovaniyê ji wan mirovan re dikin ku diçin zozanan. Kesên ku di navbera mehên Gulan û Cotmehê de tên zozanan, berhemên xwezayî yên hildiberînin difiroşin û bi vî rengî debara xwe pê dikin. Li zozanan jin serwer in. Mêr bi giranî li navenda bajêr dixebitin, lê li zozanan bar hemû li ser milê jinan e.

Gulbeyaz Keskîn ku dayika 4 zarokan e, anî ziman ku zozan gelekî bedew e û li vir bêhn tê ber wan. Keskîn diyar kir ku ew serê sibehê radibin, heywanan didoşin û ragihand ku li zozanan şîr, mast, penêr çêdikin, beşek ji van berheman dişînin navenda bajêr û difiroşin. Gulbeyaz Keskîn got, “Carna jî mirov têne vê derê û ji me dikirin. Ya ku em nikarin bifiroşin jî ji xwe re dihêlin. Beşek jê jî ji bo zivistanê amade dikin.”

Debar bi berheman tê kirin

Zubeyde Yetîş a dayika 7 zarokan anî ziman ku jiyana li zozanan xweş e, lê belê krîza aboriyê gelekî zorê dide wan. Zubeyde Yetîş got, “Em 5 kîlo şîr bi 150 TL’yî difiroşin, lê belê mirov dibêjin ‘biha’ ye. Li gorî zem a heyî û bihabûnê, gelekî erzan e. Îro bi 150 TL’yî êdî tiştek nikare bê kirîn. Em bi şev û roj di nava şert û mercên giran de dixebitin û van berhemên ku hildiberînin divê bi buhayekî hîn zêde bifiroşin, lê belê derfetên mirovan ên kirînê nîne. Yekane çavkaniya me ya debarê ev e. Bi van berheman ez debara malbata xwe ya ji 11 kesan dikim. Êdî qîmetê pere nemaye.”

Dayika 11 zarokan Nazîme Tûnç anî ziman ku rojê ew du caran heywanan didoşin û got, “Jiyana li zozanan gelekî bedew e, lê belê zor û zehmetiyên wê jî hene. Havînê gelekî germ û bi toz e. Tiştekî bê kirin nîne. Jiyan zehmet e, em jî jiyahna me ye û em neçar in bijîn. Pêşiyên me jî xwedî vê jiyanê bûn, ev jiyana me ye, karê me ye.”

‘Jiyaneke xweş e’

Jineke din a li zozanan Asiye Ozdemîr jî diyar kir ku rojên wan ên li zozanan hemû dişibin hev û got, “Jiyana li zozanan gelekî xweş e. Ji ber krîza aboriyê mîna berê zêde mirov nayên zozanan. Ji ber ku her tişt gelekî biha ne. Êm, ka, êzing, buhayê şivanan hemû zêde bûne, lewma mirov êdî nikarin heywanan xwedî bikin. Li zozanan em destpêkê heywanên xwe dişînin çiyê. Danê nîvro jî heywanên xwe didoşin. Wî şîrî jî dikin penêr. Her wiha di nava vî karî de jî ji bo xwe û zarokên xwe xwarinê çêdikin. Jiyana me bi vî rengî dewam dike. Her wiha gelek mêvanên me nayên. Ev kar ji bo me ne zehmet e, li gorî me jiyaneke gelekî xweş e.”

Zeynep Ozer jî bi vî rengî qala jiyana li zozanan dike: “Serê sibehê em beriya nimêja sibehê radibin. Piştre jî heywanên xwe didoşin. Şîr dikelînin û dikin mast û penêr. Jiyana li zozanan ji bo her kesî pêşniyar dikim. Li zozanan jiyan hem xweş e, hem jî zehmet e, bi toz e. Yanî hem aliyên xwe yên xweş hene, hem jî aliyên xwe yên zehmet. Li vir aramî heye. Ya rast mirov bi hev re mijûl nabe. Li vir gotegot nîne. Tu bi heywanan, bi zarokan re mijûl dibe. Karê ku kêfa min jê re tê dikim. Ji min re dibêjin, ‘were êdî’ dest ji karê çûyîna zozanan berde’, lê ez ji vê jiyanê hez dikim. 24 sal in vî karî dikim. Li vir mast, penêr, rûn çêdikim. Gelek ji xelkê Colemêrgê têne vê derê û berheman ji xwe re dikirin. Ji ber ku berhemên em li vir çêdikin gelekî xwezayî ne. Ji be vê yekê mirov têne vê derê û pêdiviyên xwe ji me dikirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar