Bi şoreşa jinê ya Rojava re çand û hunera kurdî jî bi pêş ket. Saziyên çand û hunerê di van demên dawî de berhemên nirxdar diafirînin. Ji kesên ku di nava hunerê de cih digirin yek jê Delîla Agirî ya ku di nava malbateke stranbêj û welatparêz de mezin bûye. Bav, xwişk û birayên wê hemû stranbêj in. Bavê wê Rêber Agirî di sala 1989’an de di Koma Agirî ya navçeya Amûdê de cihê xwe girt û bi xebatên hunerî re mijûl dibû, heta ku di sala 2022’yan de jiyana xwe ji dest da xebatên xwe didomand. Delîla Agirî ya bi piştgiriya bavê xwe dest bi xebatên hunerî kiriye der barê jiyana xwe ya hunerî de axivî.
Delîla Agirî der barê jiyana xwe ya hunerî de axivî û armanca xwe ya ji karê hunerê anî ziman û got: “Ji zarokatiya xwe ve min ji stranbêjî û hunerê hez dikir. Bavê min hunera Kurdî her dem bi me dida naskirin, di temenê 4 salî de yekemîn stran ku ez jî tevli bûm klîba li ser şehîd Rustem Cûdî bû. Heta roja îro jî cihê xwe di berdevkiya Koma Xweser a Şehîd Delîla ya navçeya Amûde de digrim. Armanca min bi xebatên hunerî ew e ku ez hunera kurdî biparêzim bibim jineke hunermend, li cîhanê bi nav û deng bibim. Xebatên bavê xwe yê şehîd bi cih bînim û riya hezkirina wî ya ji hunerê re berdewam bikim.”
Delîla Agirî bal kişand ser amûrên muzîkê yên ku bi kar tîne û tevlibûna xwe ya koma xweser a Şehîd Delîla û wiha domand: “Dema ku min dest bi stranbêjiyê kir temenê min pir biçûk bû min pir zehmetî kişand. Gotinên stranan û ezberkirina wan ji bo min zehmet bûn. Lê niha her tişt hêsan dibe. Bi stranbêjiyê re jî bavê min ez fêrî amûrên muzîkê kirim weke tembûr, def û dahol. Ez berdevkiya Koma Xweser a Şehîd Delîla dikim. Di komê de em 7 jin stranbêjiyê dikin û beşdarî gelek şahiyan bûn. Di rojên Newroz, 8’ê adarê û 4’ê nîsanê de huner û stran gotin cihê serfiraziyê ye ji bo me.”
Delîla Agirî diyar kir ku ne tenê ew di malê de stranbêj e û teqez kir ku wê heta dawiyê ji bo hunera kurdî kar û têkoşînê bidomîne û wiha bi dawî kir: “Di nava malê de ne tenê ez stranbêjiyê dikim xwişk û birayên min jî stranbêj in. Ew li ser, riya bavê min stranbêjiyê dikin ji ber ku dema me didît bavê min bi coş û moralekî bilind tevli şahiyên Newrozê dibû, karê hunerê dikir hezkirin û eşqeke mezin ji hunerê re dixist dilê me. Weke du hevalan bi hev re em tevli komên xwe dibûn. Heta dawiyê jî bavê min dev ji karê hunerê û doza kurdan û hunerê berneda heta ku şehîd ket. Heta dawiyê em ê jî li ser şopa wî bin û ji bo doza kurdî û hunera wê bixebitin û têkoşînê bidomînin. Diwazim jinên ciwan ên dengê wan xweş stranbêjiyê bikin ji tu gotinan netirsin û bila her dem malbatên wan piştgiriya wan bikin da ku em hunera xwe ya kurdî biparêzin.”