Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Jina ku bi têkoşînê azad û bedew bû; Bêrîtan

Şehîd Bêrîtan ku senteza şer û bedewbûnê di kesayeta xwe de ava dike, beriya ku şehîd bikeve di çalakiyeke de birîndar dibe û şopek di rûyê wê de dimîne. Dema ku li vî birînê dinêre wiha dibêje: “Ew birîn gelek li min hatiye, ez bedew bûme.” Ji ber ku ew şopa birînê ji bo Bêrîtan delîleke şer û nîşaneya azadbûnê bû

Navenda Nûçeyan |

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nirxandineke xwe de dibêje ‘Kesên şer dikin azad dibin, azad dibin bedew dibin û bedew dibin tên hezkirin’

Rêbertî di vê nirxandina xwe de behsa bedewbûneke fîzîkî nake, behsa bedewbûneke fikrî dike. Mirovên ku ji aliyê fîkrî ve bedew bin digihêjin bedewbûna fîzîkî jî. Di aliyê îdeolojî û şer de bedewbûyîn, kesên şêrker bedew dike û zêdetir bala mirovan dikişîne. Bedewbûyîn azadî ye û yên azad dibin bedew dibin.

Niha di serî de li çiyayên Kurdistanê li her deverên Kurdistan û cîhanê, bi hezaran keç û xortên kurd li ser perspektîfa Rêbertî ya şer û bedewbûnê, li dijî hemû êrîşên dagirker li ber xwe didin.

Lê ya ku di dîroka Tevgera Azadiyê de perspektîfa Rêbertî bi her awayî jiyayî û kiriye xeteke jêneveger Gulnaz Karataş ango bi nasnav Bêrîtan e.

Bêrîtan 29 sal berê bi çalakiya xwe li dijî xeta îxaneta ku her tim bibû têkçûna berxwedana gelê kurd, bû xeta berxwedanê.

Bêrîtan ku aşiqê azadiyê bû, heta roja şehadeta xwe bi sekn, fikr, şer û helwesta xwe vê nîşanî her kesê da. Ew bi îrade û biryardariya xwe ya xurt nîşanî hemû hevrêyên xwe da ku jinên şer bikin azad dibin.

Girêdayîna wê ya azadiyê ew qas xurt bû ku dema tev li refên azadiyê dibe, bi van hevokan girêdayîna xwe ya bi dîrok, ax û jinên têkoşer ên beriya xwe, tîne ziman: “Heke ez rojek bikevim tengasiyê yan jî bêm dorpêçkirin, ez ê weke jinên dêrsimî xwe ji zinaran biavêjim û tu caran teslîm nabim.”

Eynî wisa jî kir. Bêrîtan di sala 1992’yan de li şerê Başûr li dijî dewleta tirk û hêzên PDK’ê, li dijî teslîmiyet û xeta îxanetê di mewziya xwe de heta guleya dawî şer dike. Hêzên îxanetkar banga ‘Were teslîm bibe, em ê tiştekî bi te nekin’ dikin. Lê ew dibêje dê tu caran teslîm nebe û sekneke ku rûmeta xwe diparêze nîşan dide. Piştî ku guleya wê xilas dibe ji bo çeka wê nekeve destê dijmin parçe dike û wekî jinên dêrsimî xwe ji zinaran diavêje. Bêrîtan bi vî sekn û şehadeta xwe mohra xwe li dîrokê xist. Li dijî îxanetê bû xeta berxwedanê.

Jixwe salek piştî şehadeta Bêrîtan artêşbûna jinan hat ragihandin. Ji ber vê yekê Bêrîtan wek pêşenga artêşbûna jinan tê dîtin. Lê divê neyê jibîrkirin artêşbûna jinan ne tenê amûreke leşkerî ye, ji bo afirandina kesayet û nasnameya jinan hêza bingehîn.

Wate dide bedewbûyînê

Şehîd Bêrîtan ku senteza şer û bedewbûnê di kesayeta xwe de ava dike, beriya ku şehîd bikeve di çalakiyeke de birîndar dibe û şopek di rûyê wê de dimîne. Dema ku li vî birînê dinêre wiha dibêje: “Ew birîn gelek li min hatiye, ez bedew bûme.” Ji ber ku ew şopa birînê ji bo Bêrîtan delîleke şer û nîşaneya azadbûnê bû.

Helwesta li dijî teslîmbûn û îxanetê

Teslîmbûn û îxanet di helwesta Bêrîtan de tê kuştin, helwesta birûmet û lêxwedîderketinê radibe ser pêyan. Şerê Bêrîtan helwesta têkoşîna radîkal a bêtawîz, têkbirina dijmin û serkeftina teqez e. Îro ya ku li çiyayên azadiyê bi israr geş dibe şerê xeta Bêrîtanê ye.

Nirxandinên Ocalan: Ev ne xwekujî çalakî ye

Piştî şehadeta Bêrîtan, Rêber Abdullah Ocalan sekna wê nirxand û ji bo hemû jinan ev perspektîf da: “Keçek hebû bi navê Bêrîtan, ji gundekî nezî Karakoçanê bû, nameyek ji min re nivîsîbû. Keçek pir kûr û xwedî hêzeke entellektûel bû.

Pêşmerge bang lê dikin, dibêjin ‘radest bibe em tiştekî ji te nakin, em nadin Tirkiyeyê û îşkenceyê li te nakin’ lê ew teslîmî neteweperestiya kevneperest û pavşerûtiya kurd nabe. Bêrîtan teslîmiyetê ji xwe re qebûl nake, ji ber vê xwe ji zinaran diavêje. Ev ne xwekujî, çalakî ye. Xeta azadiyê ya ez esas digirim ev e. Parastina rûmeta azadiyê ya wê, deynê ser milê me ye. Ev prensîba min e.

Bêrîtan li dijî paşverûtiya kurd û neteweperestiya kevneperest bi qehremanî li ber xwe da. Ev ji bo min diyarker û prensîb e. Ya Bêrîtan kiriye rûmet û berxwedana mezin a jinan e. Xeta Bêrîtan li gel me şêwazek e û ji bo me wesiyet e.

Ez neferekî vê xetê me. Dê jin xeta Bêrîtan bişopînin. Heya aştiya birûmet neyê dê vê xetê bidomînin. Ji bo min a girîng şerê li ser xeta Bêrîtanê ye. Ew peyam û bangawaziye ji bo me, ma dibe ku em Bêrîtanê ji bîr bikin?”

Şer û xweazadkirin pir li jinan tê

Şer û xweazadkirin pir li jinan tê. Jinên ku ji bo azadiya xwe şer dikin her tim tên hezkirin. Jinên kurd bi Bêrîtan re fêrî bedewbûnê bûn û hê jî dibin. Jinên ku li zinaran azad dibin tirsa herî mezin a dijmin e. Niha roja me ya îro dîsa li her dera Kurdistanê şerê xeta îxanet-teslîmiyetê û berxwedanê ya Bêrîtan heye. Niha bi hezaran keç û xortên Kurdistanê li Avaşîn, Zap û Metînayê li dijî xeta îxanetê bi ruh û îradeya Bêrîtanbûyînê şer dikin.

Divê neyê jibîrkirin ‘jina ku şer dike azad dibe, jina azad dibe bedew dibe, jina ku bedew dibe tê hezkirin’.

Gulnaz Karataş

Gulnaz Karataş (Bêrîtan), bi eslê xwe ji Dêrsimê ye lê di sala 1971’î de li Çewlikê tê dinê û li wir mezin dibe. Di sala 1989’an de li Zanîngeha Stenbolê fakulteya Zanistî û Bazirganî beşa îngilizî dest bi xwendinê dike. Di Newroza heman salê de fêr dibe ku ew jî keçeke kurd e. Di jiyana xwe de her çalak bû û heta ku beşdarî nav refên PKK’yê dibe jî ew wisa berdewam dike. Di sala 1990’î de bi destgirtiyê xwe re tev li refên gerîla dibe û di Cotmeha sala 1992’yan de wek fermandara taximê derbasî Şemzînanê dibe. Pir bi heyecan bû û yekem car li vir birîndar bû. Bêrîtan bi israr tev li şerê Başûr ê di 24’ê cotmeha sala 1992’yan bû. Bêrîtan di 25’ê Cotmeha sala 1992’yan de li dijî îxanetê xwe ji zinarên bilind ên Lolanê diavêje û dibe sembola jina azad.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar