Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Jina ku herkesî da ser rêya wê: Pakîze Nayir

Behiye Nayir ku têkoşîna keça xwe Pakîze Nayir vegot, diyar kir ku piştî kuştina keça xwe tekoşîna wê dewr girtiye û ev tişt got: "Di beşdarbûna min a xebatên partiyê de roleke mezin a Pakîze heye." Hevalên Pakîze jî destnîşan kirin ku piştî kuştina wê gelek kesan daye ser rêya wê û tev li xebatên partiye bûne

Di sala 2015’an de piştî bidawîbûna pêvajoya çareseriyê desthilata AKP’ê ve li dijî kurdan ‘Plana Çok Şikandinê’ kir meriyetê. Di çarçoveyê vê planê de bi hinceta serhildanên li bajaran qedexeyên derketina derve hatin ragihandin û gelek êrîşên dijwar pêk hatin. Di van êrîşên ku heta havîna sala 2016’an berdewam kirin de gelek navçe û bajar hatin hilweşandin û gelek kes jî hatin kuştin. Di van êrîşan de hêzên dewletê gelek kesên sivîl ku siyasetê dikirin jî kirin hedef û wan kuştin.

Yek ji van navçeyên ku qedexeya derketina derve lê hat îlankirin û şer hat kirin navçeya Silopiya ya Şirnexê bû. Di 4’ê çileya 2016’an de li navçeyê hêzên dewletê êrîşî Endama Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, Aktîvîsta Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Ûyar û Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir ku dixwestin ji gel re alîkarî bibin kirin û ew kuştin. Dayika Nayir Behiye Nayir û hevala wê Fehîme Saruhan û Asuman Kulter bi munasebeta salvegera kuştina wê behsa têkoşîna Nayir kirin.

Pakîze Nayir di sala 1990’î de li gundê Ziristan ê Silopiyayê ji dayik dibe û piştî demekê bi malbata xwe re koçî navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê dike. Dema ku Nayir dibe 6 salî malbata wê careke din vedigere navenda Silopiyayê. Piştî ku bi salan li bajarên Tirkiyeyê karkeriya demsalî dike Nayir li taxa xwe dest bi karê kûaforiyê dike. Nayir ji aliyekê ve vî karê xwe didomîne û ji aliyekê ve jî tev li nav xebatên partiya siyasî dibe. Ji ber nasnameya xwe ya esnafî û siyasî li navçeyê gelek tê nasîn û qebûlkirin.

Ger Botan bi ser bikeve dê mirovahî bi ser bikeve

Nayir dema qedexeya derketina derve ya li Silopiyayê tev li bernameyeke televîzyonê dibe û bi van gotinan balê dikêşîne ser berxwedana gelê Botanê: “Li ser gelê Botanê qirkirin tê ferzkirin. Ger îro dengê me neyê bihîstin, dibe ku sibe pir dereng be. Ez bang li dewletê dikim, hişê xwe bîne serê xwe.  Xwerêvebirin û xweparastin mafê me yên herî bingehîn e û em dev ji vî mafê xwe bernadin. Di tu qanûn û baweriyan de êrîşeke bi vî rengî ya hovane nîne. Ez bang li her derê dikim. Vê hawarê bibihîzin, sibê dibe ku pir dereng be. Bawer bikin ger Botan bi ser bikeve dê hemû mirovahî bi ser bikeve.”

Rola Pakîze mezin e

Behiye Nayir jî destnîşan kir ku keça wê bi êrîşên ser Kobanê re bêhtir tev li çalakiyan bûye û wiha got: “Pakîze heta pola 5’an xwend û piştre Quran dixwend. Ji bo dîn fêm bike beşdarî sohbetên civakê dibû. Pakîze gelek welatparêz bû. Lê di nav xebatên partiyê de cih nedigirt. Dema ku êrîşên li ser Kobanê dest pê kirin bandoreke gelek mezin li ser wê çêbû. Roj tunebûn ku cenaze nedihatin. Pakîze ji vê pir bi bandor bû û piştre tev li xebatan bû. Pakîze xîzmet ji gelê xwe re dikir. Ew bi cenazeyên ku dihatin sînor re eleqeder dibû. Piştî ku keça min hat kuştin min têkoşîna wê dewr girt. Ez hem Dayika Aştiyê me û hem jî rêvebera HDP’ê ya Sîlopyayê me. Zarokên me hatin kuştin, lê bila zarokên keseke din neyên kuştin. Di beşdarbûna min a xebatên partiyê de roleke mezin a Pakîze heye. Ne tenê jinên kurd, divê hemû jinên cîhanê li tekoşînê xwedî derbikevin. Em bi kurdbûna xwe serbilind in. Kurd jî dixwazin wekî her kesî azad bijîn. Ji bo vê em ê li ber xwe bidin.”

‘Em divê ji zarok re tiştekî bihêlin’

Hevala Nayir Fehîme Sarûhan ku bi Nayir re di Meclisa Jinan de cih digirt jî diyar kir ku Pakîze bandorek mezin li jinan kiriye û bi van gotinan qala wê kir: “Piştî çûyîna wê jinan navê zarokên xwe kirin Pakîze. Li Sîlopyayê hûn biçin kîjan malbatê wê nas dike. Di her malekî de bîranîneke wê heye. Rojekî ez û wê em bi hev re çûn cem malbatekê. Dayikê hê nû ketibû nav nivînan. Wê dayikê ji Pakîze re got, ‘Min navê te li keça xwe kir’. Pakîze jê re got, ‘Ez hê sax im’. Dayikê jê re got, ‘Bila jî ez dixwazim ku keça min jî weke te be. Min xwest ku tu bibînî’. Pakîze jî got, ‘Barê min hîn zêdetir bû. Gere gelek tiştên ku em ji zarokên keç re bihêlin hebin’. Wisa jî bû. Demeke dirêj nexebitî lê di wê dema kurt de tiştên ku wê kirin kesekê nekir.”

‘Her kesî digot rêya wê rêya me ye’

Yek ji hevala Pakîze jî Hevseroka Navçeya HDP’ê ya Silopiyayê Asuman Kûlter e. Kûlter jî diyar kir ku Pakîze ji her jinekê re bûye mînake û wiha axivî: “Di xebatan de hevalake nû bû. Lê her peywira ku dikete ser milê wê dikir. Her tiştî dida aliyekî û xebatên partiyê dida meşandin. Piştî ku hat kuştin jî bandora wê li ser jinan çêbû. Piştî kuştina wê herkesî got, ‘Rêya wê rêya me ye’ û berê xwe dan partiyê.”

Çavkanî: MA – Zeynep Dûrgût / Arjîn Dîlek Oncel – ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar