Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Rapora Komisyona Jinan a 4 mehan: Mafê 204 jin û zarokan binpê bû

Komîsyona Jinan a ÎHD’ê ya Îzmîrê rapora 4 mehan aşkera kir û got: “Di 4 mehan de li 12 bajaran mafê 141 jinan û mafê 63 zarokan hatiye binpêkirin.”

Komîsyona Jinan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê, der barê binpêkirina mafên jinan de rapora 4 mehan aşkera kir. Endama komîsyonê Cemîlê Karakaya rapora parve kir. Cemîle Karakaya, diyar kir ku li dijî şîdeta li hemberî jinê sererastkirinên qanûnan hêj jî terê nakin û got: “Dema jin bixwazin doza hevberdanê vekin, ji hêla mêrên derdorê ve bi şîdetê re rûbirû dimînin û an jî tên kuştin. Wekî pirsgirêka di nava malê de bûyer tê veşartin. Bûyerên ku li dadgehê jî bi kêmkirina ceza û yan jî tehliyekirinê sûcdar bêceza dimînin. Her wiha gelek caran qereqol jî şîdeta pêk hatî naxwaze bibîne. Ev tişt jî dibe sedem ku jin carek din bi şîdetê re rûbirû bimîne.”

Cemîle Karakaya, bal kişand ser pêvajoya pandemiyê û wiha axivî: “Di vê pêvajoyê de jin neçar ma ku bi êrîşkarên xwe re li malê bijîn û ev jin her roj bi êrîşê re rûbirû man. Zarokên ku şahidiya şîdetê dikirin jî travmayeke mezin jiyan. Her wiha bi pêvajoya pandemiyê qanûna înfazê jî hat erêkirin û êrîşkar serbest hatin berdan. Êrişkar û mexdûrên êrîşan nêçar man ku bi hev re bijîn.”

Cemîle, qala naveroka rapora komîsyonê kir û got: “Di nava 4 mehan de 25 jin bi şîdeta fîzîkî re, 10 jin bi taciz û tecawizê re û jinek jî bi rêya medyaya civakî bi êrîşê re rûbirû maye. Mirina 17 jinan bi guman e, 22 jin hatin kuştin, 14 jin hatin tehdîtkirin, 46 jin bi zorê xistin nava tora fihûşê. Bi tevahî di nava 4 mehan de mafê 141 jinan hatin îhlalkirin.”

Karakaya, bal kişand ser rewşa zarokan û wiha bi dawî kir: “”Zarokek bi şîdeta fîzîkî re û 16 zarok bi êrîşa zayendî re rûbirû man. 4 zarok hatin kuştin, mirina 4 zarokan jî bi guman e û hat îdiakirin ku 8 zarok ji hewl daye ku xwe bikujin. 9 Zarok ji ber îlmaliyê jiyana xwe ji dest dane. Zarokek jî ducanî maye.“ÎZMÎR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar