Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Jinan bertek nîşanî tecrîdê dan

Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, di mitînga 8’ê Adarê ya Wanê de axivî û diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê herî zêde bandorê li jinan dike û ev tişt got: “Vê tecrîda bêhiqûqî rakin û li gorî Destûra Bingehîn tevbigerin.”

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a HDP’ê, di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê mitîngeke li dar xistin. Mitîng, bi şîara “Em li dijî qirkirinên jinan jiyanê, li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin” li Parqa Mûsa Anter pêk hat.

Ji bajarên herêmê yên mîna Agirî, Qers, Îdir, Colemêrgê bi sedan jin bi kincên xwe yên herêmî tev li mitîngê bûn. Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî di nav parlamenterên jin ên HDP’ê jî bi kincên herêmî tev li mitîngê bûn. Bi hinceta pandemiye polîsan gelek jinan jî negirtin qada mitîngê. Di mitîngê de jinan dovîzên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedanan jinan” hilgirtin û li ber stranên kurdî govend gerandin. Kêfa dayikan a di mitinge de bû sedema dîmenên rengîn.

Bertek nîşanî tundiyê dan

Mitîngê, bi rêzgirtina ji bo kesên ku di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Di destpêka mitîngê de Hevseroka HDP’ê ya Wanê Handan Karakoyûn, Hevseroka DBP’ê ya Wanê Gulderen Varli û Seroka Komeleya Jinan a Starê Serap Guven axaftin kirin û 8’ê Adarê pîroz kirin û bertek nîşanî tundiya li dijî jinan dan.

‘Em ê têkoşînê mezin bikin’

Piştî wan parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr axivî û qala têkoşîna jinan kir. Taşdemîr diyar kir ku bi têkoşîna jinan serbilind in û wiha got: “Desthilata AKP-MHP’ê neyartiya jinan dike. 18 sal in li dijî jinan şer dikin. Bi neyartiya xwe ya li dijî jinan li ser pêyan e. Hevserokatiyê weke sûc dibinin. Ji ber vê jinan digirin û saziyên jinan didin girtin. Jin li ber çong danaynin û li ber xwe didin. Em ê bi berxwedana jinan vê desthilatê têk bibin û berxwedanê mezin bikin.”

Peyamên Tuncel û Yuksekdag

Piştî axaftina Taşdemîr peyamên siyasetmedarên jin ên hevseroka ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Hevseroka DBP’ê Sebahat Tûncel li qada mîtingê hatin xwendin. Yuksekdag, di peyama xwe de siyasetmedarên jin ên kurd Leyla Guven û Ayşe Gokhan silav kir û destnîşan kir ku dê li Tirkiyeyê di siyasetê de israr bike. Sebahat Tuncel jî di peyama xwe de bal kişand ser zext û tundiya li jinan tê kirin û xwest ku heta zihniyeta baviksalarî bê tekbirin jin têbikoşin.

‘Berê me li Newrozê ye’

Piştî peyamên siyasetmedarên jin mitîng bi axaftina parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît berdewam kir. Koçyîgît, di axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana jinan a ji bo wekhevî û azadiyê û têkildarî mijarê ev tişt gotin: “Em ê ji niha şûn ve jî li ber xwe bidin. Ji ber ku hevalên me di 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê de li qadan li ber xwe dane hatine girtin. Silav li wan. Îro jî berê me li Newrozê ye. Piştî demeke dirêj em li kolan û qadan bi hev re ne. Ev jî serhildan, hirs û îtarazên me zêdetir kiriye. Îro roja rêxistinkirina vê serhildan, hirs û îtarazê ye.”

‘Em ê paşde gav navêjin’

Di mitîngê de herî dawî berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran axivî. Başaran, di destpêka axaftina xwe de siyasetmedarên jin ên girtî silav kir û diyar kir ku ji ber pandemiyê piştî demeke dirêj bi mitîngê xwe bersiv didin desthilata 18 salan a AKP’ê û wiha got: “Divê pêvajoyê de tifaqa AKP-MHP’ê Peymana Stenbolê ji nîqaşê re vekirin. Qebûlkirina jinan a stargehan zehmet kirin. Saziyên jinan kirin hedef û êrîşî Komeleya Jinan a Rosa û TJA’yê kirin. Pergala hevserokatiyê weke sûc nîşan da.  Pergala hevserokatî xeta me ya mor e û em ê di paşde gav navêjin.”

‘Daxwazên girtiyan daxwazên me ne’

Di berdewama axaftina xwe de Başaran, bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîdê û ev tişt anîn ziman: “Niha hemû girtîgeh li dijî tecrîda li ser Birêz Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Hevalên me li girtîgehan li dijî tecrîda mutlaq laşê xwe dane ber birçîbûnê. Şerê ku di tecrîdê derket jinan hedef digire. Laşê jinan dibe amûra şer. Ji ber vê em dibêjin daxwazên girtiyan daxwazin me ne. Vê têcrîda bêhiqûqî rakirin û li gorî Destûra Bingehîn tevbigerein. Em dizaninên em ê bi we bidin windakirin lê êdî bes e êşên ku vî gelî dikişinin derketine asta herî jor. Li Kurdistanê li dijî jinên kurd şerê taybet tê meşandin. Em ji Wanê ji Wezîrê Karên Hundir re peyameke bişînin; wê gef xwarinên we, hedef nîşandinên we û derpkirinên we yên li nîveke kolanê bi ser nekevin. Wê berxwedana jinan desthilata we têk bibe û jin vî welatî bi rê ve bibin.”

Mitîng bi govendê bi dawî bû

Piştî axaftina Başaran hunermend Pinar Aydinlar derket ser dike. Jinan li ber stranên Aydinler demeke dirêj govend gerandin û mitîngê xwe ya bi dawî kirin. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar