Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Jinan biryara girtina Gokkan şermezar kir

Aktîvîstên TJA'yê li dijî biryara girtina Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan daxuyanî dan û diyar kir ku  têkoşîna jinan a rêxistinbûyî dê bi ser bikeve

Navenda Nûçeyan

Li Şirnexê Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a HDP’ê, xwestin derbarê biryara girtina Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan de li ber avahiya HDP’ê daxuyanî bidin çapemeniyê. Polîsan jinan asteng kir û xwestin ku jin çalakiya xwe betal bikin. Lê jinan astengiyên polîsan nas nekir û çalakiya xwe li dar xistin û daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta ‘Dê bi berxwedana jinan îktîdara mêrdewletî têk biçe’ hat vekirin.

Hevseroka HDP’ê ya Şinexê Sabuha Akdag, daxuyaniya hatibû amadekirin xwendin. Akdag diyar kir ku bi binçavkirin û girtinan dewletê dijminahiya xwe ya li hemberî jinan îlan kiriye û wiha axivî: “Îktîdara AKP û MHP’ê her roj, bi zagonên nû dijminahiya xwe ya li hemberî jinên kurd zêde dikin. Hikûmet, ji aliyekî ve êrîşên xwe yên li dijî jinan û destkeftiyên wan didomîne, ji aliyek ve jî her roj tevgera jinên kurd hedef digire. Îktîdara heyî bi binçavkirinan, girtinan dixwaze têkoşîna me bide sekinandin. Biryara girtina Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan û girtina aktîvîsta TJA’yê Zeynep Olbecîn xeleka dawî ya qanûna dijminane ya hikûmetê ya li dijî jinan e.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî berxwedana TJA’yê’ bi dawî bû”.

Li dijî girtinan daxuyanî

Li Mêrdînê endamên TJA û Meclisa Jinan a HDP’ê têkildarî biryara girtina Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan û aktîvîst Zeynep Olbecî daxuyaniyek dan.

Bi navê çalakgeran aktîvîta TJA’yê Eylem Amak daxuyanî da.

Amak nerazîbûn nîşanî girtina Gokkan û Olbecî da û diyar kir ku TJA rêxistina sîwanî ya jinên kurd e ku ji bo azadiya jinan têdikoşe.

Amak destnîşan kir ku ne têkoşîna azadiyê ya jinan, divê kiryarên destavêtin, destdirêjiyê bên darizandin û wiha got: “Ne polîtîkayên we yên li dijî jinan lê belê têkoşîna me ya jinan a rêxistinbûyî dê bi ser bikeve. Divê Ayşe Gokkan û Zeynep Olbecî tavilê bên berdan.”

Daxuyanî bi qîrîna dirûşmên ‘Jin jiyan azadî’ û ‘Bijî berxwedana jinan’ bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar