Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Jinan efûya tecawîzkaran protesto kirin

Navenda Nûçeyan |

Platforma Jinan a Li Dijî Efûya Îstîsmara Zayendî ya Zarokan, li 30 bajarên cuda çalakî lidar xistin. Rêxistinên jinan di çalakiyan de xwestin dest nedin Peymana Stenbolê û rêgezên peymanê bê kêmasî têxin meriyetê.

Di vê çarçoveyê de Platforma Jinan a Rihayê li Şaxa Egîtîm Senê ya Rihayê civîna çapemeniyê lidar xistin. Berdevka Platforma Jinan a Rihayê parêzer Mîhrîban Çelîk daxuyanî da. Çelîk li pişt pankarta “Em li dijî îstîsmara zarokan û zayendî bêdeng neman û em ê bêdeng nemînin” daxuyanî da.

Çelîk anî ziman ku ew li dijî vê guhertinê bi fikar in û wiha got: “Zagona înzfazê di nîsanê de li meclisê hat niqaşkirin. Em fêr bûn ku dixwazin zarokên 13 salî dikarin bi kesên ji îstîsmarê tên darizandin re bizewicînin. Dixwazin sûcdaran bê ceza bihêlin. Aşkera kirin ku dê vê efûyê di 15’ê tîrmehê de bînin rojeva meclisê. Ji ber vê yekê em jin destûr nadin vê yekê. Dîsa Numan Kûrtûlmûş di 2’yê tîrmehê de diyar kir ku ji bo Peymana Stenbolê betal bikin xebatên wan hene. Rakirina Peymana Stenbolê gefa li dijî hemû jinan e. Em dixwazin Peymana Stanbolê bi çalak têxin meriyetê û kesên sûcdar teqez ceza bikin.”

Li dijî efûkirina îstîmara zayendî daxuyanî

Li Êlihê jî rêxistinên jinan bi heman armancê daxuyani dan çapemeniyê. Nûnerên rêxistinên Jinan li Şaxa Egîtîm Senê kom bûn û civîna çapemeniyê lidar xistin. Nûnerên Meclisa Jinan a HDP’ê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek jin amade bûn. Platforma Jinan a Li Dijî Efûkirina Îstîsmara Zayendî ya Zarokan, di civînê de pankarta ‘Peymana Stenbolê têxin meriyetê, Dest ji Efûkirina Îstîsmara Zarokan berdin’ vekirin û daxuyanî dan. Aktîvîsta TJA’ye Gulistan Sonuk anî ziman ku ew dê heta dawî Peymana Stenbolê biparêzin û bang li hikûmetê kir ku dest ji betalkirina Peymana Stenbolê û xala 6284’an berdin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar