Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Salı - 27 Ağustos 2024

Jinan fikir û ramanên Rêber Apo xwendin

Jinên ji Girkê Legê û Çilaxa yên kantona Cizîrê di çarçoveya fikrên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan de mijara ekolojiyê nîqaş kirin. Jinan diyar kirin ku divê rola xwe ya pêşengtiyê di sînordarkirina pirsgirêkên ekolojiyê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê de bilîzin.

Gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê parêznameyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi komî dixwînin û li ser niqaş dikin. Di vê çarçoveyê de Kongra Star 2 xelek ji bo xwendina dahûrandinên Rêber Apo yên der barê ekolojiyê de ji Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk (Şaristanî û Kapîtalîzm) û Sosyolojiya Azadiyê li dar xist.

Beşdaran sedemên sereke yên hilweşîna ekolojiyê nîqaş kirin. Fatme Esaf yek ji jinên beşdarî xeleka xwendinê ya li bajarê Çilaxa bû, ev tişt anî ziman: “Li gel dewama pirsgirêkên ekolojiyê ku cîhan, bakur û rojhilatê Sûriyeyê êşên wan dikişîne, rola jinan di jûnve rêveçûnê de û sererastkirina têkiliya di navbera wê, ekolojî û xwezayê de roleke bingehîn e. Ji ber ku pirsgirêkên ekolojiyê hîs dike û ew dikare nifşên li hember ekolojiyê berpirsiyar be bigihîne.”

Fatme diyar kir ku rewşa ekolojiyê li ser tevan ferz dike ku tev bigere û wiha domand: “Em ê li komîn û gundan çalakiyên hişyarî û semîneran bidin. Her wiha em ê semînerên taybet bi jinan jî bidin. Em şêniyan teşwîq dikin ku daran biçînin ku çolistanê sînordar bikin, avhewayê biguherin. Her wiha em ê hemleyên paqijkirinê ji bo parastina ekolojiyê li dar bixin.”

Li aliyekî din jî Kerîme Mihemed jî wiha axivî: “Di destpêka xwezayê de tu qirêjiya ekolojiyê tune bû. Ji ber ku di navbera mirov û xwezayê de têkiliyeke dualî hebû û rola jinan di wê têkiliyê de ya bingehîn bû. Lê bi pêşketina endustriyê û serdema kapîtalîzmê re madeyên ekolojiyê zêde hatin bikaranîn. Bi wê re pirsgirêkên mîna qirêjî, qutkirina daran, kêmbûna avê, çolistan û hwd derketin.”

Kerîme destnîşan kir ku bi endustriyalîzmê re gelek pirsgirêk di xwezayê de derketin, mîna pirsgirêkên di çînên atmosfêrê û germbûna gerdûnê de û zirareke mezin bi ekolojiyê kir.

Kerîme anî ziman ku tiştên di van salên borî de ji erdhej, volkan, şewitandina daristanan û pirsgirêkên din rû dane, ji ber nezanînê ne û wiha li gotina xwe zêde kir: “Kapîtalîst ji bo siyasetên xwe yên qezenckirinê ekolojiyê wêran dike û em jî bi kirinên xwe dibin alava wê.”

Li ser çareserkirina vê pirsgirêkê Kerîme wiha pê de çû: “Divê em rêbaza jiyana xwe biguherin. Ev yek jî encax bi zanîn û zanistê pêkan be. Ji lew re em pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan bi awayekî hûrgilî dixwînin. Her wiha çareseriyên guncaw û rola jinan di vê mijarê de dixwînin. Rêbertî dibêje hêmana bingehîn a parastina ekolojiyê û tamîrkirina wêraniyê bi rêya jinan a gihandina nifşan pêkan dibe.”

Zîlan Roj a ji Girkê Legê jî wiha got: “Divê em jin rola xwe ya pêşeng bi çalakiyên ekolojiyê, birêxistinkirina civakê li gorî metoda ekolojiyê pêk bînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar