Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...
Salı - 27 Ağustos 2024

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Jinan got: Têkoşîna me ya li dijî tifaqa qirêj a AKP-MHP’ê dê bidome

Navenda Nûçeyan |

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî êrîşa li hemberî Şaredariya Qersê, li Amed, Şirnex, Wan, Edene, Stenbol, Mugla, Antalya, Aydin, Îzmîr, Mêrsîn û Hatayê daxuyanî dan û êrîş şermezar kirin.

ŞIRNEX

Di vê çarçoveyê de endamên Meclisa Jinan a HDP’ê ya Cizîr a Şirnexê, aktîvîstên TJA’yê, parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan, hevşaredara Hezexê ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Songul Erden û gelek jinan li baxçeya HDP’ê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku tifaqa qirêj a AKP-MHP’ê di vê serdema vîrûsê li cihê ku piştevaniyê xurt bike, dijminatiya li dijî gelê kurd û jinan zêde dike û wiha hat gotin: “Êrîşî goristanan dike, sivîlan qetil dike û cihên wan bombebaran dike. Êrîşî hemû destkeftiyên jinan û gelê kurd dike, bi qeyûman dest datînin ser şaredariyan û sîstema hevserokatiyê krîmînalîze dikin. Di dema şewba koronayê de li 8 şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin. Ev tifaqa qirêj niha jî êrîşî şaredariya Qersê dike. Bajarê Qersê weke baxçeyekî gelan e. Lê îro hevşaredarên Qersê Şevîn Alaca û Ayhan Bîlgen rastî êrîşa sîstematîk a vê tifaqê tên. Di vê êrîşê de medyaya alîgir bi heman naverok û manşetan, ji bo operasyona li dijî şaredariyê wek aparatekê tê bikaranîn. Em soz didin ku em tu carî dev ji destkeftiyên xwe yên jinan ên ku me bi berdêl û têkoşîneke mezin bi dest xistine bernadin û dê têkoşîna xwe ya li hemberî tifaqa faşîst, dijminê jinan û polîtîkayên li dijî gel bidomînin.”

WAN

Li Wanê jî Meclisa Jinan a HDP’ê ya Wanê û aktîvîstên TJA’yê li avahiya partiyê bi tevlêbûna gelek jinan daxuyanî dan. Jinan di destpêka daxuyaniyê de kesên di Komkujiya Dêrsimê de hatine qetilkirin bi bîr anîn. Di daxuyaniyê de êrîşa li hemberî Şaredariya Qersê hat şermezarkirin û ev tişt hatin parvekirin: “Pergala hevserokatiyê xeta me ya mor e. Em ê li dijî tifaqa faşît a AKP’ê û MHP’ê berxwedana xwe bidomînin.”

AMED

Jinan li Amedê jî li avahiya HDP’ê ya bajêr daxuyaniyek dan û bertek nîşanî êrîşên li hemberî şaredariya Qersê dan. Parlamenter Semra Guzel, Dêrsim Dag û Remziye Tosun, endamên Meclisa Jinan a HDP’ê ya Amedê û aktîvîstên TJA’yê tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de qeyûmên ku di pêvajoya vîrûsê de hatî tayînkirin hat şermezarkirin û astengkirina xebatên şaredariyan ên pêvajoya vîrûsê de hatin rexnekirin. Di daxuyaniyê de jinan destnîşan kir ku dev ji destkeftiyên jinan bernadin û dê têkoşîna xwe li hemberî polîtîkayên dijiminatiyê bidomînin.

STENBOL

Meclisa Jinan a Kongreya Civaka Demokratîk (HDK), Meclisa Jinan a HDP’ê û aktîvîstên TJA’yê li avahiya HDP’ê ya Stenbolê daxuyaniyek dan. Parlamentera Stenbolê Zuleyha Gulum û endamên Partiya Damezirandina Nû ya Sosyalîstan, Meclisa Jinan a Sosyalîst (SKM) û nûnerên Rizgariya Jinan tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ‘Hevserokatî xeta me ya mor e’ hate vekirin. Di daxuyaniyê de êrîşên li hemberî şaredariya Qersê hat şermezarkirin.

EDENE

Li Edeneyê jî Meclisa Jinan a HDP’ê û aktîvîsten TJA yê li avahiya HDP’ê daxuyaniyek dan û daxuyanî bi kurdî û tirkî hate xwendin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dê rê nedîn polîtîkayên dijminatiyê. Jinan destnîşan kir ku dê têkoşîna xwe bidomînin.

ÎZMÎR

Meclisa Jinan a HDP’ê ya Îzmirê jî bi heman armancê daxuyani da. Jin li pêş avahiya HDP’ê ya Îzmirê kom bûn û xwestin daxuyaniyê bidin. Lê polîsan destûr nedan. Jinan piştre li hundir daxuyanî dan. Hevseroka HDP’ê Bedriye Tekgur û gelek jin beşdar bûn. Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê ya Îzmirê Serap Kuçuk daxuyanî xwend û êrîşên li dijî şaredariyê şermezar kirin.

MUGLA

Rêxistina HDP’ê ya Muglayê jî bi heman armancê li ber avahiya partiyê daxuyanî dan. Di çalakiyê de pankarta “Hevserokatî xeta me ya mor e” vekirin. Rêvebera HDP’ê Sebahat Firat daxuyanî xwend û êrîş şermezar kirin.

AYDIN

Rêxistina HDP’ê ya Aydinê jî bi heman armancê daxuyanî da. Hevseroka HDP’ê ya Aydinê Ayşenur Vaizoglu daxuyanî da û bertekên xwe yên li dijî êrîşan anîn ziman.

MÊRSÎN 

Meclisa Jinan a HDP’ê ya Mêrsînê û TJA jî bi heman armancê li avahiya HDP’ê ya Mêrsinê daxuyanî dan. Jinan êrîş şermezar kirin. Di çalakiyê de pankarta “Hevserokatî xeta me ya mor e ” vekirin.

HATAY

Meclisa Jinan a HDP’ê ya Hatayê jî li avahiya HDP’ê ya Hatayê daxuyanî da û  êrîş şermezar kir. Hevseroka HDP’ê ya  Hatayê Aysel Eşiyok daxuyanî xwend û êrîş şermezar kir.

ANTALYA

Meclisa Jinan a HDP’ê ya Antalyayê jî li avahiya HDP’ê ya Antalyayê daxuyanî da. Li ser navê meclisa Jinan Tulin Uçdal daxuyanî xwend û êrîşên li dijî Şaredariya Qersê şermezar kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar