Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Jinan îşkenceya li Rihayê vegot

Jinên ku li Rihayê hatin binçavkirin û îşkencekirin qala dema binçavkirina xwe kirin. Jinan diyar kir ku ji kêliya hatine binçavkirin heta ku hatine berdan, di hemû kêliyan de rastî îşkenceyên giran hatine. Jinan got ku polîsan ceryan dane wan û qîrînên xizmên xwe yên ji ber îşkenceyê dibihîstin

Li gundê Dêrto ya Xelfetî ya Rihayê dema ku leşkerên tirk derketin operasyonê, şer derket. Piştî pevçûnê jî 51 kes bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin 3 jê zarok bi giştî 22 kes hatin berdan. Jinên ku hatine berdan qala îşkenceya li wan hatiye kirin, kirin. Rûken Denîz û Rabîa Alakuş jî ji van jinên hatine berdan in. Denîz û Alakuş der barê îşkenceyên li Qereqola Cendirmeyan a Yaylakê û Midûriyeta Emniyetê ya Rihayê hatin serê wan ji MA’yê bi Erdogan Alayumat û Bariş Polat re parve kirin.

Der barê mijarê de Rûken Denîz diyar kir ku polîsan saet di 05:00’an de bi ser mala wan de girt û wiha got: “Hemû ferdên malbatê hatin binçavkirin. Destê min piştve kelemçe kirin. Li malê di odeyekê de qaseyeke me hebû. Di wê qaseyê de zînetê me hebûn. Ji min re gotin ‘mifteyê bîne û we di vir de çek veşartine.’ Min ev îdia red kir. Li min xistin. Min got bisekinin û wiha êrîş nekin. Dema min derî vekirî jî bombeya gazê avêtin hundur. Xaniyê me rûxandin.”

‘Îşkence û zilm li me kirin’

Di berdewamê de jî Denîz diyar kir ku di serî de ew birine mala apê wê Saît û piştre jî derbasî qereqolê kirine. Denîz wiha domand: “Nehiştin birayê min îşlikê xwe jî li xwe bike. Derb kirin. Ez, dayik û du birayên min berdan. Îşkence û zilm li me kirin. Her tiştên nexweş ji me re gotin. Îşkencexane bû. Em pir îşkence kirin. Em ser devî dirêjkirin û pêhn li me dan. Piştre jî yekî bi qayîşê li lingên min dan. Destên min piştve girêdayî bûn û wisa ez hilawistim.”

Saetekê ceryan danê

Denîz destnîşan kir ku destên wê hatine girêdan, kîsekî reş xistine serê wê û wiha qala wan kêliyan kir: “Çavên min girêdan. Lingên min girêdan û ez bi tawanê ve daliqandim. Piştre ez derbasî cihekî din kirim. Li wir ez dam ceryanê. Di serî de ceryanekî kêm bû. Piştre gotin; ‘tesîrê lê nake, em 200 voltî bidinê.’ Nêzî saetekê ez dam ceryanê. Ji malbata me apê min Saît, zarokên wî Kadîr, Abdullah, Mehmet, Mustafa û Guley Çîftçî û ez hatibûn binçavkirin. Niha apê min û kurên wî Abdullah û Kadîr di bin çavan de ne. Di nava binçavkiriyan de 5 jin hebûn. Jina ku ji gundê jêrê bû, gelek hate îşkencekirin. Ceryan dan her derê wê.”

Şopên îşkenceyê li pişta dayika wê bûn

Yek ji welatiyên hatine binçavkirin jî Rabîa Alakuş bû. Alakuş ji gundê Dêrto ye û wiha qala pêvajoya binçavkirinê kir: “Saet di 02:30’yan de ser mala me de girtin. Dengê çekan dihat. Me nedizanî bê ka çi diqewime. Paşê ji me re gotin; ‘dakevin jêrê, an jê em ê bera we bidin.’ Em jî tirsiyan û daketin jêrê. Em hemû serdevî li hewşê dirêj kirin. Li wir pir li bav û kekê min dan. Li qereqolê jî dayika min derb kirin. Îşkence li Şaxa TEM’ê ya Rihayê jî dewam kir. Heqaret li me kirin. Ji ber îşkenceya giran, dayika min nedikarî xwe li ser pişta xwe dirêj bike. Li pişta diya min şopên qayîşan hebûn. Diya min, jinbiraya min û hin jinên din hebûn. Çavê wan digirtin û dibirin cihê lêpirsînê. Ji wan dipirsîn ‘kî hatiye mala we.’”

Qîrîna birayê xwe di bihîst

Di dawiyê de jî Alakuş wiha got: “Ji malbata me bavê min Zekî Alakûş, diya min Xezal Alakuş, kekê min Mehmet Alakûş û jinbiraya min Guley Alakûş hatin binçavkirin. Her wiha mêvanê me Celal Ercan jî binçav kirin. Ji malbata me tenê ez hatim berdan. Qîrîn ji birayê min diçû. Di navbera me de perde hebû. Pir îşkence li kekê min kirin. Dixwestin biçin lavaboyê lê nedihiştin. Bijîşkan şopên îşkenceyê dîtin lê tiştek nekirin. Nedihiştin em li nav çavên hev binêrin. Li nexweşxaneyê qîrîn ji birayê min diçû. Lê bijîşk mudaxele nedikir. Bijîşkan rapor neda me. Dema em birin cem bijîşk ji paş ve destê me kelemçekirî bûn.” RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar