Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Jinan îşkenceya li TEM’a Rihayê vegotin

Hovîtiya ku li 51 welatiyên li Xelfetî û Hewag ên Rihayê hatin binçavkirin hatiye kirin, roj bi roj zelaltir dibe. G.A. û F.A. çend kêliyên îşkenceyê wiha vedibêjin: “Kîsek xistin serê me û em xistin odeyekî tarî. Li wir em tazî kirin û ceryan dan organên me yên cinsî. Gefa tecawizkirinê li me xwarin. Polîsekî gefa ‘ger qanûn nebûna dê min tu bi kêrê parçe parçe bikira.’ li me xwar.”

Di 18’ê gulanê de li gundê Dêrto yê Xelfetiyê dema ku artêşa tirk derket operasyonê, şer derket. Piştre jî artêşa tirk li Xelfetî û Hewagê bi ser gelek malan de girt 51 kes binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin rastî îşkenceyekî sîstematîk a giran hatin û hinek jê hatin girtin. Têkildarî  îşkenceyê, jinên ku bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi Erdogan Alayumat re axivîn. Jinan da zanîn ku bi awayekî sîstematîk hatine îşkencekirin û polîsan gefa destdirêjiyê li wan kiriye.

Yek ji jinên hatibû binçavkirin jî G.A. (Nexwest navê xwe aşkera bike) bû. A. da zanîn ku di roja bûyerê de li gund nebû û wiha domand:”Li Rihayê li mala xizmên xwe bûm. Li wir hatim binçavkirin. Hemû kesên di malê de li erdê dirêj kirin û derb kirin. Di serî de serê hevjînê min li dîwar xistin. Çek dan serê keça min û gefa ‘Em ê bavê we bikujin’ lê xwarin. Kurên min ên biçûk û mezin jî kelemçe û derb kirin. Dişa min a bi navê K.K. got ku di wesayîtê de li wê û hevjîna wê jî dane. Piştre jî em birin TEM’ê. Li wir ez, F.A. û S.A. di wesayîtekî de, hevjînê min, dişa min û hevjînê wê di wesayîtekê de û kurê min M. jî li wesayîteke din siwar kirin û birin nexweşxaneyê. Piştre em careke din anîn TEM’ê. Em birin qata di bin nezaretxaneyê de. Li nezaretxaneyê min xwişka xwe F. û biraziyê xwe B.A. dîtin. Xwişka min di nava tozê û biraziyê min jî di nava xwînê de bû. Tevî xwişka xwe li nezaretxaneyê mam. Got ku li wê îşkence hatiye kirin, ceryan dane laşê wê û çêr jê re hatine kirin.”

Birin cihê îşkenceyê

Di berdewamê de jî G.A. ev tişt anî ziman: “Di roja 10’emîn de ez birim qata duyemîn a TEM’ê. Di qatên jor de li cihekî mîna arşîvê re ez derbas kirim. Cihekî weke korîdorê bû û tarî bû. Polîsa bi min re pora wê reş û çavên wê rengîn bûn. Ger şaş nebim navê wê Gulay bû. Ji ber ku bi vî navî bang lê dikirin. Li korîdorê polîseka jin xwest bisekine û sekinî. Lê ez çûm. Pir tarî bû. Ditirsiyam. Paşê li odeyê yekî got li paş xwe venegere. Wê kêliyê bi pora min girt û em li mil rastê vegeriyan. Ji ber ku tarî bû min baş nedît lê bawerim ez xistim odeya ewil. Li odeyê maseyek û sandalyeyek hebû. Li kêlekê jî qoltixeke biçûk û li ser qoltixê jî kirlenteke kesk hebû. Li hundur du polîsên zilam û polîseka jin hebû. Ji polîsên zilam yek jê kesê ku ez biribûm bû. Polîsê li hundir qelew bû, navbejnî, bê rih bû û pora wî dirêj nebû. Ger wan polîsan bibînim dikarim nas bikim.”

Gefa tecawizkirinê lê xwarin

A. destnîşan kir ku polîsê rûniştî di serî de çêr li wê kirin û gefa tecawîzkirinê li wê xwariye. A. wiha dirêjî da axaftina xwe: “Paşê çeka xwe derxist û got ‘rastiyê ji min re bêje.’ Min jî got ‘ez tiştekî nizanim.’ Ji paş ve bi pora min girt û ez birim û anî. Got ‘ez ê rûyê te li derî bidim û parçe parçe bikim. Dia bike ku qanûn hene yan dê min li vir tu bi kêran parçe parçe bikira.’ Paşê polîsê din ê zilam ku esmer bû û çavên wî rengîn bûn, ji polîsa jin re got ‘wê bibe yan jê ez ê wê bikujim.’”

Çek xistin serê wan û derb kirin

Yek ji jinên hatin binçavkirin jî F.A. (Nexwest navê wê bê aşkerekirin) bû. F.A. bi lêv kir ku çend saet piştî pevçûnê hatiye binçavkirin û wiha pê de çû: “Em bi dengê çekan hişyar bûn. Du saet piştî şer jî polîsan bi ser mala me de girt. Dema ketin malê gotin; ‘teslîm bibin.’ Xwestin em destên xwe rakin û em derxistin. Me nedizanî bê ka çi çêbûye. Çawa em derxistin, polîsekî qontaxa çekê li pişta hevjînê min da. Piştre em li erdê dirêj kirin. Ji saet 2’yan heta 7’an li erdê man. Paşê li hevjîn û kurê min dan. Dema ez qîriyam li min jî xistin. Her tim pêhn li serê min didan. Yekî pêhnek li guhê min da û ji guhê min xwîn hat.”

Li cem bijîşk jî hatin derbkirin

F.A. diyar kir ku piştre veguhestine Nexweşxaneya Dewletê ya Bêrecûkê û li cem bijîşkan jî hatine derbkirin. F.A. di berdewamê de jî wiha got: “Dema kurê min dihat pansûmankirin, lê dixistin. Piştre em birin TEM’a Rihayê. Em derbasî qata jêr kirin. Her yek ji me birin kuncikekî û berê me dan dîwar. Bi saetan bi vî awayî hiştin. Piştre polîseka jin ez birim qata jor. Li ber odeyekê sekinîm. Yek ji paş ve kîsikek xist serê min û destên min piştve kelemçe kirin.”

Bi ceryanê hate îşkencekirin

Herî dawî jî F.A. ev tişt destnîşan kir: “Ez derbasî odeyê hatim kirin. Çawa ketim hundir, li erdê dirêj kirin û bi pêhnan li min xistin. Piştre jî kincên min ji min kirin. Ceryan dan organên min ên cinsî. Hindik mabû bi ser hişê xwe biçim. Paşê ceryan dan serê pêsîrên min. Her wiha ceryan dan mil û lingên min jî. Kesên ceryan didan canê min bi tecawizkirinê gef li min dixwarin. Min jî got min alîkariya kesî nekiriye. Lê îşkence dewam kirin. Nizanim çi qasî dewam kir. Paşê ji odeyê hatim derxistin. Ji wir jî birin odeyekî mîna arşîvê. Li wir çavên min vekirin. Ji wir jî birin nezaretxaneyê. Li nezaretxaneyê jî G.A., R.K., K.K. û jineka ku min nas nedikir hebûn. Di dema binçavan deher  2-3 rojan carekê ez dibirim heman cihî û îşkence li min dikirin. Tiştên li min kirin li F.A. û G.A. jî kirine.” RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar