Alîkara berê ya Hevserokên Giştî yê HDP’ê Aysel Tûglûk ku nexweş e, li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê dîl tê girtin. Ji bo îşaret bi pirsgirêkên tenduristiyê yên Aysel Tûglûk bê kirin, bi sernavê ‘Ji bo azadiya Aysel Tûglûk banga ji Hezar jinan’ kampanya îmzeyan hat destpêkirin.
Armanc ew e ku heta 12’yê çileyê hezar îmze bên komkirin. Lê ji niha ve zêdeyî 2 hezar û 520 kesî piştgirî dane kampanyayê.
Ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Fransa, Danîmarka, Almanya, Hollanda, Swîsre û Îngilistanê gelek jin tev li kampanyayê bûn û mohra xwe danîn binê metna ji bo azadiya Tûglûk.
Jin her wiha 14’ê çileyê dê bi gotina ‘Ez yek ji hezar jinan im’ ji bo azadiya Aysel Tûglûk û girtiyên nexweş li ser medyaya dîjîtal parvekirinan bikin û ji bo kampanyayê banga tevlibûnê kirin.
Lînka kampanyayê wiha ye: