Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Jinan li Beyrûdê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd bang kir

Di rûniştina sêyemîn a Kongreya Tecrûbeyên Tevgerên Jinan ya Navneteweyî de peyama mezinkirina têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat dayîn.

Konferansa jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê ku bi dirûşma “Li ser şopa Jin, Jiyan, Azadî” bi sernavê “Ezmûnen jinên kurd ji bo rizgarbûna ji qeyrana herêmê” li peytexta Lubnanê Beyrûdê hat lidarxistin, di roja duyem de berdewam dike.

Konferans ji aliyê Komeleya Jîn a Jinan, Komeleya Newroz a civakî û Însiyatîfa Nûn ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye organîzekirin.  Ji Tûnis, Urdun, Iraq, Lubnan, Sûdan, Tirkiye, Filistîn, Misir, Sûriye û Îranê her wiha ji Şengal, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 80 delegeyên nûnerên saziyên jinan beşdarî konferansê bûn.

Di panela yekem de jinan der li ser mijara “Encamên destwerdanên pergala serdest a gerdûnî ya li ser jinan li herêmê di sedsala 21’ê de” nirxandin kirin û di panela duyem de jî behsa “Ezmûna jinên ji bo rizgariya ji qeyrana heremê” kirin.

Di panela sêyem a konferansê de ku moderatoriya wê nivîskar û endama Însiyatîfa Nun ji bo azadiya Ocalan ji Urdunê Emel El Kurdî ve hat birêvebirin de jinan der barê “Nêrîna hevriyê jinan ronakbîr Abdullah Ocalan a der barê rêwîtiya azadiya jinan de” goftûgo kirin.

Endama Navenda Jineolojiyê û mamosteya ji Rojavayê Kurdistan Rojyan Hesên axivî û wiha got:“Birêz Abdullah Ocalan li ser rêbaza azadiya jinan mijarek pêşkêş kir û diyar kir ku yek ji wan mînakên ku birêz Rêber Ocalan behs dike, parastina cewherî ye, parastina cewherî parastina ji hemû cureyên tunebûn û êrîşan e. Jinên Rojavayê Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, di çarçoveya Yekîneyên Parastina Jinan YPJ’ê de xwe li ser bingeha parastina cewherî bi rêxistin kirine. Ev hêz jî ne tenê hêzeke leşkerî ye, hêza parastina çandî, hunerî, siyaset û hemû qadên jiyanî bi taybetî ji bo jinan e.”

 ‘CPT agahiyên rast parve nake’

Parêzera ji bakurê Kurdistanê Rengîn Ergul jî behsa tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û îşkenceya dewleta tirk a li girtîgehan dide meşandin kir. Rengîn Ergul destnîşan kir ku pergalek tund li Tirkiyeyê tê meşandin, bi taybetî li girtîgeha Îmraliyê 29 meh in tecrîdeke girankirî tê meşandin û bi tu awayî destûr nayê dayîn malbat û parêzer hevdîtin pêkbînin û got: “Doza birêz Ocalan doza azadî û demokrasiya gelan e lê belê tecrîdek girankirî li ser tê meşandin. Ji du salan zêdetir e bi tu awayî agahî ji birêz Ocalan nayê girtin. Dewleta tirk bi vê tecrîda girankirî zagonên xwe û yên navneteweyî binpê dike û CPT jî agahiyên rast li ser rewşa birêz Ocalan aşkere nake.”

‘Yekitiya jinan bersiva herî baş e’

Berdevka Însiyatîfa Nun ji bo azadiya Ocalan a ji Lubanê Sewse Şûman der barê şikandina tecrîdê de, behsa riya têkoşînê ji bo şikandina sîstema îşkenceya li Îmraliyê kir û got: “Yekitiya jinan dibe bersiva herî baş, ji ber tecrîd û îşkenceya li girtîgeha Îmraliyê, êrîş û tecrîda li ser gel û bi taybetî li ser jinan e. Ji ber Rêber Ocalan azadiya civakê di azadiya jinan de dibîne.”

Însiyatîfa Nun a ji bo azadiya Ocalan ku însiyatîfeke jinan e ji bo têkoşîn û yekitiya li dijî tecrîda li Îmraliyê sînevizyonek hat nîşandan.

Di rûniştina dawî de li ser plansaziyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîqaş hatin kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar