Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Jinan li gelek bajaran bertek nîşanî qanûna înfazê dan

Navenda Nûçeyan |

Bi pêşengtiya Meclisa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li gelek bajaran, bertek nîşanî qanûna înfazê ya nû ku bi dengên AKP-MHP’ê hatibû qetilkirin hate dayîn. Jinan qanûna înfazê weke weke qanûna dijminatiya jinê pênase kir û gotin ku dê qebûl nekin.

ŞIRNEX

Meclisa Jinê ya HDP’ê ya Şirnexê û TJA’yê têkildarî mijarê daxuyaniyeke hevpar dan û wiha gotin: “Li hemû cîhanê li dijî vîrûsa koronayê (Covîd-19) tevdîr tên girtin. Lê desthilata AKP-MHP’ê ev vîrûs weke firsend bi kar anî û zagonên ku di serdemên berê de nedikarîn derbixin, derxistin. Ev zagona ku em weke zagona mirinê pênase dikin, di dema amadekirinê de desthilatê nêrînên partiyên muxalîf, hiqûqnas, parêzvanên mafên mirovan û raya giştî ya demokratîk paşguh kirin. Civaka muxalîf di bin zextan de ye û îktîdar vê zagonê mîna çûvekî bi kar tîne. Li Îmrali û girtîgehan din tecrîd hatiye ferzkirin. Bi vê zagonê girtî terkî mirinê hatine kirin. Mafya û kesên li dijî jin û zarokan sûc kirine hatin berdan. Lewma em ev zagon, zagona wehşetê ye. Em dîsa bang dikin ku girtîgeh bên valakirin û li dijî bersûcên tundiyê tevdîr bên girtin. Em zagona înfazê ya dijminê jinê qebûl nakin.”

 

AMED

Meclisa Jinê ya HDP’ê ya Amedê, TJA, MEBYA-DER, TUAYDER, TUHAD-FED rêxistinên bajêr û navçeyan ên HDP-DBP’ê jî xwestin li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa D a Amedê daxuyaniyê bidin. Lê polîsan nehêlan. Li ser vê yekê daxuyanî li ber avahiya HDP’ê ya Rezanê hate dayîn. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel daxuyanî xwend û got ku dê têkoşîna xwe ya li dijî zagona înfazê ku dijminê jinê ye bidomînin.

WAN

Li Wanê jî Meclisa Jinê ya HDP’ê û TJA’yê li avahiya HDP’ê daxuyaniyeke hevpar dan. Daxuyanî ji hêla hevseroka HDP’ê ya Tuşbayê Edîbe Babur ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de qanûna înfazê hate şermezarkirin û hat gotin ku dê vê qanûnê nas nekin.

COLEMÊRG

Li Colemêrgê jî bi tevlêbûna hevseroka HDP’ê ya Colemêrgê Sîpan Turan, hevşaredara HDP’ê ya Colemêrgê ya ku cihê wê qeyûm hatî tayînkirin Humeyra Armut û endamên Meclisa Şaredariyê, li avahiya HDP’ê ya bajêr daxuyaniyek hate dayîn. Daxuyanî ji hêla hevseroka HDP’ê ya Colemêrgê Sîpan Turan ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew ê li dijî zagonên ku jinan tune dihesibînin, têbikoşin.

SÊRT

Li Sêrtê bi tevlêbûna hevseroka HDP’ê ya Sêrtê Belkiza Beştaş Epozdemîr, hevşaredara Sêrtê Berîvan Helen Işik û endamên Meclisa Jinên HDP’ê, li avahiya partiyê daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji hêla aktîvîsta TJA’yê Leyla Sevgîn ve hate xwendin. Sevgîn got ku ew ê zagona ku di çarçoveya dijminatiya jinan hatiye çêkirin qebûl nekin û destnîşan kir ku dê heta dawiyê li dijiî van polîtîkayan têbikoşin.

ÊLIH

Di heman çarçoveyê de bi tevlêbûna parlamentera HDP’ê ya Êlîhê Feleknas Uca, hevseroka HDP’ê ya Êlihê Fatma Albay, hevşaredara Êlihê Songûl Korkmaz ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin, aktîvîstên TJA’yê û Meclisa Jinên HDP’ê, li avahiya avahiya partiyê daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji hêla Albay ve hate xwendin û qanûna înfazê hate şermezarkirin.

STENBOL

Meclisên Jinan ên HDP û HDK’ê yên Stenbolê jî li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de hevberdevka HDK’ê Îdil Ugurlu, parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya û hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Elîf Bulut amade bûn. Li ser astengiya polîsan jinan xwestin li ser Rêya E5’ê daxuyaniyê bidin. Pankarta ku hat vekirin ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. Piştre daxuyanî ji aliyê Huda Kaya ve hate xwendin. Piştî daxuyaniyê jin ji qadê çûn.

EDENE

Li Edeneyê jî bi beşdariya parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogulari, aktîvîstên TJA’yê û endamên Meclisa Jinê ya HDP’ê ya Edeneyê, li avahiya partiyê daxuyanî hat dayîn. Berdevka Meclisa Jinê ya HDP’ê ya Edeneyê Saniye Seçkin daxuyanî xwend. Piştre jî Hatîmogulari axivî. Hatîmogulari diyar kir ku bi erêkirina qanûna înfazê re siberoja zarokan ji ber kujer, çete û dijminên jinê ketiye talûkeyê. Hatîmogulari diyar kir ku divê ji bo girtiyan li girtîgehan tevdîrên hewce bên girtin.

Li gel van bajarn, her wiha li Mêrdîn, Meletî, Dîlok, Çewlik, Mêrsîn, Hatay, Îzmîr û Aydinê jî jinan bi heman armancê daxuyanî dan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar