Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Jinan li Mêrdîn û Cizîrê bang kir: Bêdeng nemînin

Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, derbarê bûyara çawişê pispor Mûsa Orhan ku li navçeya Qûbînê ya Êlihê tecawizî jina ciwan Îpek Er kiribû û bûbû sedema mirina wê de xwestin daxuyanî bidin çapemeniyê. Polîsan derdora jinan dorbeç kirin û biryara qedexeya walitiyê wekî hincet nîşan dan û nehiştin ku jin daxuyanî bidin. Lê jinan tevî hemû astengiyên polîsan jî daxuyanî dan. Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz, parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr û rêxistinên navend û navçeyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dovîzên ‘Ji tundiya li jinê re na’, ‘Qetlîamên jinan polîtîk in’ û ‘berxwedan jiyan e’ hatin rakirin.

Hevseroka HDP’ê ya Cizîrê Gûler Tunç daxuyanî da. Tunç anî ziman ku bi salan e li herêmê polîtîkayên şer ên taybet tên meşandin û wiha got: “Jina ciwan Îpek Er a Mûsa Orhan tecawîzê wê kiribû, duh li nexweşxaneya ku lê tedawî didît, jiyana xwe ji dest da. Dixwazin gelê kurd û erdnîgariya kurd li ser bedena jinê perçe bikin. Ev bi destên polîs û leşkeran tê kirin. Lê em jin, em ê li her qadê li dijî vê hişmendiyê li ber xwe bidin û em ê bêdeng nemînin.”

‘Nirxên civakê tên hedefgirtin’

Tunç destnîşan kir ku yên dixwazin Peymana Stenbolê betal bikin, dibin sedema zêdebûna tundî û êrîşên li ser jinan û ev tişt anî ziman: “Bi êrîşên zayendî nirxên civakî tên hedefgirtin. Mafê zarokan û jinan ji destê wan tê girtin. Bêgûman li dijî van polîtîkayên taybet em jin wê li her derê li ber xwe bidin.”

Piştî Tunç, Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz jî axivî û ev tişt anî ziman: “Em ê rojekê bi tenê jî kolanan vala nehêlin. Em ê destûr nedin ku hûn bi gotina du kesan xelas bikin. Ji çekên xwe hêz digirin. Em ê destûr nedin ku hûn bi çekên xwe êrîşên zayendî meşru bikin. Tişta ku li Kurdistanê tê meşandin polîtîk e. Divê li dijî van polîtîkayan û êrîşên faşîzan kesek bêdeng nemîne.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadi’ bi dawî bû.

Li Mêrdîn û navçeyên wê Nisêbîn û Qoserê  jî, der barê bûyerê de daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyên ku hatin dayîn de, wiha hat gotin: “Hûn çima faîlên êrîşkarên zayendî diparêzin? Hûn bi van polîtîkayan civakê ber bi tunebûnê ve dibin. Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî van êrîşan têbikoşin.” ŞIRNEX/MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar