Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Jinan pehînek li desthilata faşîst xist!

Hêrsa jinan di bedena wê jina ciwan de kom bû û pêhînek li desthilatdara faşîst xist. Ew pêhîn ne pêhîneke jirêzê bû, ew pêhîn pêhîna hilweşandina desthilatdariya mêrane bû

Navenda Nûçeyan |

Peymana Stenbolê ku bi armanca tundiya li ser jinan û nava malê asteng bike hatibû îmzekirin, ji 1’ê tîrmehê ve bi îmzeya serokkomarê AKP’î Recep Tayîp Erdogan ji meriyetê hat rakirin.

Duh jin li gelek bajaran ji bo şermezarkirina biryarê daketin qadan û peyama ‘Peymana Stenbolê ji bo me neqediya ye’ dan. Wekî her carê dîsa polîsên desthilatdara faşîst xwestin pêşiya jinan bi barîkatan bigirin û çalakiyên jinan asteng bikin. Lê dîsa wekî her carî jinan astengiyên desthilatdara faşîst nas nekirin û pehîn li barikatên desthilatdariyê xistin.

Bi taybetî di çalakiyên duh de derveyî dirûşmên jinan, dîmena herî baş û hemû mijarê vedigot jî derket holê. Wêneya herî balkêş ew wêne bû ku jineke ciwan pehîn li barîkatan dixist. Ev wêne di çalakiya Stenbolê de hatibû kêşandin.

Di wî wêneyî de tenê hêrsa jinekê nayê dîtin ya hemû jinan xuya dike; hêrsa dîrokî, hêrsa bi salan a hemû jinên cîhanê dihat xuyakirin.

Hêrsa jinan di bedena wê jina ciwan de kom bû û pêhînek li desthilatdara faşîst xist. Ew pêhîn ne pêhîneke jirêzê bû, ew pêhîn pêhîna hilweşandina desthilatdariya mêrane bû.

Bi kurt û kurmancî di çalakiya duh de jinan di şexsê wê jina pêhînavêj de peyama ‘em li vir in, heta em nebêjin qediya naqede’ dan desthilatdara faşîst.  Ji vê seatê şûn de dê jin bi pêhînên xwe li dijî her cure êrîşên ku dixwazin destkeftiyên jinan ji holê rakin, bibin bersiv.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar