Polîtîkayên pişaftinê yên li ser çandê

Yek ji polîtîkayên civakî yên blokên desthilatdar û şer herî zêde serî lê dane polîtîka asîmîlasyonê ye. Bi gotineke giştî asîmîlasyon, helandin û pişaftina...

Nemirên Kurdistanê

Em di meheke pîroz de ne û ev jî meha şehîdan e. Di dîroka tevgera azadiyê ya Kurdistanê de wekî meha şehîdan hatiye pênasekirin....

Pazartesi - 20 Mayıs 2024

Jinan Qamişloyê: Armanca me azadiya Rêber Apo ye

Jin li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li Qamişloyê daketin qadan û daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo kirin.

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 26 sal in li êşkencexaneya Îmraliyê di bin tecrîdeke mûtleq de tê ragirtin û 38 meh in agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Dostên kurdan li 74 navendên cîhanê pêngava kurewî ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ dan destpêkirin. Pêgava kurewî ya azadiyê li seranserê cihanê berfireh bû û bi çalakiyên cur be cur daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin. Rêber Apo bi vê pêngavê re bû Rêber gelan a kurewî. Çalakiyên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tên li darxsitin li bakur û rojhilatê Sûriyeyê mezin dibe.

Jinên li bajarê Qamişlo, tecrîda girankirî ya ku li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan tê meşandin bi meşekê şermezar kirin û daxwaza azadiya wî ya fizîkî kirin. Meş bi pêşengiya Kongra Star bi dirûşma “Azadî û edalet ji Rêber Apo re” ji pêşiya dermangeha Deham dest pê kir û li pêşiya çarxeriya Kawayê Hesinkar rawestiya.

Piştî deqeyek rêzgirtinê endama Koordînasyona Rêxistina Kongra Star Şîraz Hemo li ser navê Rêxistina Kongra Star axivî û got: “Dewleta Tirk û hevkarên wê bi planeke dermirovî bi dîlgirtina Rêber Apo xwestin roja me tarî bikin û felsefeya Rêber Apo tune bikin. Ev plan vala hat derxistin ji aliyê gelê berxwedêr û jinên azadîxwaz ve. Li 74 welatan îsal kampanya ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kiriye û niha jî em di pêvajoya duyemîn de ne.

Dixwazin bi vê komployê careke din siyaseteke qirêj bidin meşandin lê bila bizanibin ku li qadên azadiyê, berxwedan û têkoşînê ku çawa jinên berxwedêr şer dikin, têdikoşin û li ber xwe dide û dibêjin azadî armanca me ye. Li Îmraliyê jî şerê rûmetê heye, felsefeya Rêber Apo belav dibe. Rêber Apo got ‘ez dikarim krîza Rojhilata Navîn çareser bikim’, paraznameyên ku pêşkêşî gelê Rojhilata Navîn kiriye riya çareseriyê nîşan didin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û riya şehîdên xwe bişopînin. Gelekî ku bi felsefeya Rêber Apo xwe zana kiribe wê tirsa me ji tu kesî tunebe çi dibe bila bibe. Em ê bi ser bikevin.”

Meş bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar