Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Jinan wek siyasetmedar qebûl nakin’

Jinên başûrê Kurdistanê siyaseta partiyên Başûr a li hemberî jinan rexne kirin û diyar kirin ku jinan ji bo armanc û berjewendiyên xwe bi kar tînin û daxwaza ji jinan kirin ku hev bigirin û li dijî vê sîstemê bibin mertalek yekgirtî

Jinên başûrê Kurdistanê bi rêya ajansa ROJNEWS’ê nêzîkbûn û hişmendiya partî û siyasetmedarên Başûr a li hemberî jinan rexne kirin û diyar kirin ku jinan wek siyasetmedar qebûl nakin û ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin.

Parlamentera berê ya Iraqê û aktîvîsta mafê jinan Rêzan Şêx Dilêr bal kişand ser hişmendiya mêrsalarî ya di nava siyasetmedarên Başûr û wiha got: “Heta niha jî jinan weke siyasetmedar qebûl nakin. Li beramberê jî jin ji meran zêdetir di warê siyasî de kar kirine.”

Dilêr di axaftina xwe de behsa di nava partiyan de bikaranîna jinan a ji bo parastina desthilat û armancên xwe yên siyasî kir û ev tişt anî ziman: “Mixabin partî ji bo siyaseta xwe û dijberiya partiyek din jinan bi kar tînin. Ev kiryarekî kirête û necivakî ye. Kesên siyasî bi tişta ku li hemberî jinan dikin dixwazin jinan vegerînin qonaxên berê lê rastî ew e ku civak ne bi jinê be pêş nakeve û hemû dixwazin kar bikin.”

Jin tên marjînalkirin

Li ser heman mijarê hevseroka Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) ya herêma Silêmaniyê Şehîn Mihemed bal kişand ser bingehê siyaseta partiyên siyasî ya li ser ‘niştîmanperî, kiryarî û xweşik hizrandinê’ û wiha axivî: “Ew siyaseta ku li Başûr tê meşandin, gelek ji wan girêdayî bingehan nîne. Lewma Başûr di krîzek kûr de ye. Bi taybet di vê çarçoveyê de jin gelek qurbanî didin.”

Mihemed aşkera kir ku di nava partiyan de jin tên marjînalkirin û ev tişt anî ziman: “Heqaret li wan tê kirin. Dema ku li hemberî partiyan nerazîbûna nîşan didin, partî bi ehlaq gefan li wan dixwin.”

Di axaftina xwe de Mihemed da zanîn ku îro jinan li dijî jinan bi kar tînin û wiha got: “Sîstema desthilatdariyê, piledarî û mêrsalî xistina nava malê de jî. Îro jinan li dijî jinan bi kar tînin. Ev yek jî metirsîdar e. Ji bo me jinan dê bibe gavekî xirab. Ji ber vê yekê divê jin bibin xwedî helwests, xwe perwerde bikin û li dijî vê siyasetê bibin mertalek yekgirtî. Her wiha di nava partiyan de jin dikarin ji bo guhertinê pêşengiya herî mezin bikin.”

‘Pêwîst e jin piştgiriya hev bikin’

Her wiha rojnameger Evîn Ehmed wiha qala nêzîkatiya partiyan li hemberî jinan kir: “Hizb beşek in ji wê çanda ku jinan weke şeref, edeb û taxlîdî dibîne. Her dema ku jinek ne li gorî hizbê be, hewl dane ku li hember aliyê şerefê lê binêrin ku di encama vê de bandoriyek nerênî li ser kesayetiya jinan dike. Bêguman li beramberî van biçûkxistina wiha kiriye ku mijara parastin û yekdengî di nava jinan de gelek lewaz be. Lewma pêwîst e jin ji şûna bîrûbaweriya siyasî û alîgiriyê piştgiriya hev bikin.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar