Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Jinanî mûzîk jinî kurd le Êran le jêr gûşardan

Bepêy zanyariyekanî torî mafekanî mirovî Kurdistan, le yekêk le liqekanî lêpirsînewey dadseray Kirmaşan û be tometî xwêndinî awazêkî hawbeş legel goranîbêjî jin û bilawkirdnewey le tore komelayetîyekan da, dosyey yasayî bo 5 endamî grûpî mûzîkî jinanî Glarîs krawetewe

Navenda Nûçeyan

Bepêy zanyariyekanî torî mafekanî mirovî Kurdistan, le yekêk le liqekanî lêpirsînewey dadseray Kirmaşan û be tometî xwêndinî awazêkî hawbeş legel goranîbêjî jin û bilawkirdnewey le tore komelayetîyekan da, dosyey yasayî bo 5 endamî grûpî mûzîkî jinanî Glarîs krawetewe.

Endamanî em grûpe pêştirîş leber bilawkirdnewey hendê klîpî awazxiwêndin legel goranîbêjî jin da, le layen “polîsî asayşî exlaqî”î em şarewe bang krabûn û le ser çalakiye huneriyekanyan xirabûne jêr lêpirisînewe.

Be witey em serçaweye, hemû endamanî em grûpe pêş ewey biçine berdem ew liqey lêpirisînewe, nêzîkey mangêk le mewber û diwabedway bilawkirdinewey klîpêkî em grûpe ke be boney şewî Yeldawe dirust kirabû, dû car be şêwey telefonî bangihêştî berdem “polîsî asayişî exlaqî”î Kirmaşan kirawn û diway encamdanî qonaxekanî lêpirisînewe, mecbûr kirawn be nûsraw belên biden çîtir le bername û klîpekanyan da goranîbêjî jin bekar nahênin”.

Grûpî mûzîkî jinanî Glarîs salî 2017 le şarî Kirmaşan damezrawe û ta êsta çendîn konsêrtî corawcorî le şare ciyawazekan û her weha le herêmî Kurdistanî êraq berêwe birduwe. Em grûpe salî rabirdû le ber hawkatbûnî bangihêştî kenalêkî telefîzyonîy Turkiya legel hêrişî arteşî Turkiya da bo ser rojaway Kurdistan, em bangihêştey ret kirdewe.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar