Li Kampa Holê cenazeyên welatiyên bi navên Zehra Ehmet û Osman Reşîd ku hevjînin, hatin dîtin. Têkildarî mijarê hêzên ewlekariyê lêpirsîn da destpêkirin
Hêzên Ewlehiyê ya Kampa Holê îro li kampê cenazeyên jinek û hevjînê wê ku bi alaveke tûj hatibûn kuştin, dîtin. Rêveberiya Hêzên Ewlehiyê ya Kampa Holê ragihandin ku welatî duh hatine kuştin û îro jî cenazeyên wan hatine dîtin. Navên kesên hatine kuştin Zehra Ehmed (20) û Osman Reşîd (32) in û welatiyên Iraqê ne.
Têkildarî mijarê hêzên ewlekariyê li kampê dest bi lêpirsînê kir. Hêzên ewlekariyê da zanîn ku rêbaza kuştina welatiyan dişibe yên DAIŞ’iyan.
Hêjayî gotinê ye ku kuştinên li Kampa Holê ku xeternaktir kampa cîhanê ye, her ku diçe zêdetir dibe. Malbatên DAIŞ’iyan xwe bi awayeke komî birêxistin dikin û li ser welatiyên din ên li dijî fikra DAIŞ’ê êrîşan dikin. Jinên DAIŞ’î hewl didin fikrên DAIŞ’ê li kampê xurt bikin û perwerdeya bidin. Her wiha jinên ku van fikran red dikin jî dikujin. HESEKÊ