Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Jineke ciwan li Dêrsimê ji hêla çawişên pispor ve hate tecawizkirin

Li Dêrsimê sê çawişên pispor jineke ciwan a 20 salî ku vexwendibûn malê tecawiz kirin û piştî derbkirin jî avêtin kolanê. Polîsan piştre jî di serî de birin nexweşxaneyeke Xarpêtê û piştre veguhestin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê. Li nexweşxaneyê di odeyekê de hate girtin û derî li ser hate qiflekirin. Nexweşxaneyê dewletê ji bo ku bûyera tecawizê veşêre, nehiştin ku tu kes bikeve wê odey. Aqûbeta jinan ciwan nayê zanîn

Li Dêrsimê di rojên dawî de bûyerên tacîz, tecawiz û windakirinê bûne rojev. Di rojên dawî de li ser medyaya civakî hat parvekirin ku 3 çawîşên pispor tecawizî jinekê kiriye. Têkildarî bûyerê hûrguliyên nû derketin holê. Li gorî çavkaniyan, mehek berê çawîşekî pispor jineke 20 salî vexwend mala xwe û tevî 2 çawîşên pispor ên li mala wî tecawîzî jina ciwan kirin. Hat zanîn ku piştî tecawizê jî çawişên pispor jina ciwan derb kirin û avêtin kolanê.

Ji bo bûyer neyê bihîstin jina rastî tecawizê hat ewil rakirin nexweşxaneyeke li Xarpêtê. Piştî hin welatiyan lêkolîn kir, jina ciwan ji Xarpêtê anîn Dêrsimê û li Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê hate dermankirin. Jina ciwan li odeya bi hejmar A-326 a qata duyemîn a  Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê derî li ser wê hate qiflekirin û bi vî awayî hate dermankirin. Di heman demê de nexweşxaneyê dermankirina jina ciwan nexistin qeydan û bi awayekî veşarî derman kirin. Li ser derî jî nivîsa ‘Ji ziyaretvanan re qedexe ye’ hate nivîsandin û destûr nedan ku kesên din têkevin odeyê.

Peywirdarê paqijiyê bi bûyerê dihese

Piştî jina ciwan birin odeyê, destûr nedan ku xizmetkarên paqijiyê jî derbasî odeyê bibin û derî qifle kirin. Hat diyar kirin ku bi tenduristî û xizmeta jina ciwan, jinek sergirtî ya 30-35 salî eleqeder dibe û car caran du mêr jî diçin odeyê. Peywirdarê paqijiyê ku dixwaze biçe odeyê paqij bike, dibîne ku deriyê odeyê qiflekirî ye. Piştî bûyerê lekolîn dike, fêr dibe ku jina rastî tecawizê hatiye li wir derman dikin û derî li ser wê hatiye qiflekirin. Dîsa li nexweşxaneyê di hêjmara polîsan de jî zêdebûn çêbûye.

Jina ciwan derxistin derveyî bajar

Hat diyar kirin ku jina li nexweşxaneyê dihat dermankirin, duh ji odeyê derxistin û birin derveyî bajar. Çavkaniyên herêmî anîn ziman ku jina rastî tecawizê hat li gel 3 mêran derxistin û birin derveyî bajar. Hat diyar kirin ku dema xwestin mijara odeyê veşêrin jî anîne ziman ku kurê midûrê nexweşxaneyê yê 13 salî bi enfeksiyonê ketiye û ji ber vê yekê li vir tê dermankirin û destûr nadin ku kesên din têkevin hundir û bi vî awayî ser bûyerê girtine.

Walîtî bûyerê vedişêre

Nûnerên rêxistinên civakî yên Dêrsimê jî duh têkildarî bûyerê mijar ji cîgirê waliyê Dêrsimê Selçuk Yosunkaya pirsîne lê cîgirê walî jî diyar kiriye ku ev ne rast e. Aqûbeta jina ciwan nayê zanîn. Hat hînbûn ku piştî saet 19.00’ê şevê derketina kolanan li leşker û polîsên azeb qedexe ye. DÊRSÎM

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar