Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Jinên Amed û Wanê ji bo mîtînga 8’ê Adarê amade ne

Amadekariyên mîtînga 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ya sibê li Qada Îstasyonê ya Amedê û Parka Mûsa Anter a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê bên lidarxistin, bi dawî bûn

Sibê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ye. Jin amadekariyên xwe yên herî bi dawî kirin û bang li hemû jinan kirin ku sibê dakevin qadan.

Bi pêşengtiya Platforma Jinan a Dîcle Amed (DAKP), dê sibe li Amedê, bi şîara “Em li dijî qirkirina jinan jiyanê, li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin” bê lidarxistin. Amadekariyên mîtînga 8’ê Adarê ku dê li Qada Îstasyonê bê lidarxistin, bi dawî bûn. Mîtîng dê saet 13.00’ê dest pê bike û heya saet 17.00 dewam bike. Wê jin ji sê aliyan ve bikevin qada mîtîngê. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, parlamenterên jin ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), sazî û dezgehên rêxistinên civaka sîvîl dê beşdarî mîtîngê bibin. Di heman demê de wê hunermend Hatîce Yaşar (Xecê) û Koma Govendê ya Sûrê derkevin ser dikê.

Seroka Komîteya Amadekar a 8’ê Adarê Songul Kaplanci diyar kir ku ew ê hemû bergiriyên xwe yên di mîtîngê de bigirin û ev peyam da: “Ji bo ku jin bi awayekê herî rehet karibin roja xwe pîroz bikin, tişta ji destê me tê em ê bikin. Hemû jin dikarin beşdarî mîtîngê bibin. Divê em li dijî qetilkirinên jinan dengê xwe bilind bikin û azadiya xwe biparêzin. Ez bang li hemû jinan dikim, werin em sibê 8’ê Adarê bi coş û hezkirinê pêşwazî bikin. Em dixwazin di vê mîtîngê de, herî zêde govend bê gerandin û stran bên gotin. Ji ber vê yekê me pir kêm cih da axaftinan. Me pêvajoyek pandemî ya pir giran û xirab derbas kir. Jin her tim hepsî malê hatin kirin. Ev mîtîng dê ji bo wan bibe nefes.”

‘Dê denge me bigihêje ezmanan’

Li Wanê jî bi pêşengiya TJA û Meclisa Jinan a HDP’ê dê di 8’ê Adarê de bi dirûşma “Li dijî qirkirina jinan jiyan, li dijî tecrîdê azadî” li Parka Mûsa Anter a navçeya Rêya Armûşê mîtîng bê lidarxistin. Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan û gelek hunermendên jin jî di nav de yê gelek kes tev li mîtîngê bibin. Mîtînga herêma Serhedê, yê saet di 11.00’an de dest pê bike.

Endama TJA’yê Dîlan Yildiz, diyar kir ku amadekariyên ji bo 8’ê Adarê qedandine û dê jin bi rengên xwe, bi tilîliyên xwe û bi dirûşmeyên xwe dakevin qadan û wiha got: “Jin, di dema pandemiyê de bi tahdeyeke mezin re rû bi rû mane. Û dê li dijî vê dakevin qadan. Di 8’ê Adarê de dengê jinan bigihêje ezmanan. Em bi vê hêviyê 8’ê Adarê pîroz dikin. Em li bendê ne hemû jinên herêmê di 8’ê Adarê de bên Parka Mûsa Anter.”

Rojeva sereke tecrîd e

Aynûr Sarica jî destnîşan kir ku rojeva wan a sereke tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û ev tişt anî ziman: “Rojeva sereke ya mîtînga me tecrîd e. Niha pergala serdest a bavkaniyê tecrîdê gihandiye heya nav malan û jinan tecrîd dike. Em jî li dijî vê xwe diparêzin. Em hemû jinên herêma Serhedê vedixwînin Parka Mûsa Anterê. Em ê li qadan mafên xwe biparêzin. Em ê li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin.”

Hevşaredara Bêgirê Leyla Balkan ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin, destnîşan kir ku jin bi kelecaneke mezin li benda 8’ê Adarê ne, jinên ku di dema pandemiyê de hepsî malê hatine kirin di mîtînga 8’ê Adarê de biqîrin û wiha got: “Em ê xeta mor, hevserokatiyê biparêzin. Em ê di 8’ê Adarê de biqîrin û bibêjin, ‘hevserokatî xeta me ya mor e.'” AMED – WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar