Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Jinên Amedê: Divê rejîma yekzilamî demildest bê hilweşandin

Welatiyên jin ên Amedê destnîşan kirin ku bi pergala yekzilamî re êdî tu bandora meclisê nemaye û hewceye ku rejîma yekzilamî demildest bê hilweşandin. Jinan, parlamenter jî rexne kirin û diyar kirin ku sozên xwe yên di dema hilbijartinê pêk ne anîn. Jinan got ku li Tirkiyeyê bi hezaran jin tên qetilkirin lê parlamenter bêdengin

Meclisa dewleta tirk di 1’ê cotmehê de vedibe. Rojeva yekemîn ku dê di meclisê de bê nîqaşkirin jî ‘Pakêta darazê’ ye. Her wiha rojevên weke Peymana Stenbolê, Qanûna Hejmar 6284 û mafên nefeqeyê jî dê bên nîqaşkirin. Têkildarî mijarê jinên amedî ji Jinnews’ê bi Rengîn Azîzoglu re axivîn. Jinan destnîşan kir ku parlamenter gel temsîl nakin û divê ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan çareseriyên pêş bixin.

Der barê mijarê de welatiya bi navê Halîse Batkî got ku daxwaza wan a ji bo dema nû ew e ku êdî parlamenter gel temsîl bikin. Batkî diyar kir ku parlamenter di dema hilbijartinê de proje û planên xwe vedibêjin lê dema hatin hilbijartin jî van tiştan ji bîr dikin. Batkî wiha dom kir: “Gel dixapînin. Her yek bi hezaran lîre mûçe digire. Ev pereye yê gel e û divê li gel binihêrin. Ev e daxwaza me. Bila dakevin nava gel û gel guhdar bikin.”

‘Karê parlamenteran çareserkirina pirsgirêkan e’

Batkî bi bîr xist ku li Tirkiyeyê bi hezaran jin tên qetilkirin û wiha pê de çû: “Gelo parlamenterên jin di vê mijarê de çi dibêjin? Wezîr çi çareseriyê dibînin? Karê parlamenteran ew e ku pirsgirêkan çareser bikin. Cihê çareseriyê jî meclis e. Bila bicivin û pirsgirêkan çareser bikin. Em dixwazin li vî welatî jiyaneke xweş derbas bikin.”

‘Meclis ne cihê şer e’

Welatiya bi navê Mercan Tan jî daxuyand ku parlamenter gel temsîl nakin. Tan şerê di navbera parlamenteran a li meclisê jî rexne kir û got ku meclis ne cihê şer e. Tan bi lêv kir ku bi qasî ku ew dibînin, ji bilî dayîna pêşnûmeyan tu xebateke parlamenteran nîne û wiha derbirî: “Li welat gelek pirsgirêk hene lê nayên çareserkirin. Pirsgirêkên aborî, perwerde û tenduristiyê zêde ne. Lê ew tenê li pêşberî kamerayan poz didin.”

‘Bandora meclisê nemaye’

Herî dawî jî welatiya bi navê Atiye Okay axivî û ev tişt destnîşan kir: “Tu bandora meclisê nema ye. Welat bi rejîma yek kesî tê birêvebirin. Tu eleqeya vê pergalê bi serokatiyê re nîne. Heyfa pereyê me. Mûçeyên parlamenteran em didin lê tu bandora meclisê nemaye. Divê ev rejîma yekzilamî demildest bê hilweşandin û derbasî pergala parlamenteriyê bibin. Divê dawî li bêhiqûqiyên heyî yên weke tayînkirina qeyûman, girtina parlamenteran û hwd. bê anîn. Êdî bes e ji lîstik, dîktatorî û nelirêtiyên wan re.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar