Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Jinên amedî: Hezar silav ji Îmraliyê re!

Meclisa Jinan a HDP’ê ya Amedê ji bo balkişandina ser tecridê xwest li ber derê Girtîgeha Tîpa D a Amedê daxuyanî bide lê ji aliyê dewleta tirk ve hat astengkirin. Jinan jî bi dirûşmên ‘Hezar silav ji Îmraliyê re’, ‘Bijî berxwedana zindanan’ û ‘Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan’ bertek nîşanî polîsan dan

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên li zindanên dewleta tirk, bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27’ê Mijdara 2020’î ve di greva birçîbûnê ya dorveger û bêdem de ne.

Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî ji bo balê bikişîne ser greva birçîbûnê xwest, li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Beriya daxuyaniyê polîsan Parka Hazal, Parka Koşûyolû, pêşiya Girtîgeha Tîpa D bi toma, maşînên zirxî dorpêç kirin. Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Sebra Guzel, Remziye Tosûn, rêveberên Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), rêveberên Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên xwe Winda kirine ya Dergûşa Şaristaniyan (MEBYA-DER) û xizmên girtiyan tev li daxuyaniyê bûn.

Bi sedan polis li pêşiya girtîgehê, komên hatin vê derê kirin du parçe û dorpêç kirin. Ji ber astengkirina daxuyaniyê, jin derbasî avahiya HDP’ê ya li navçeya Peyasê bûn. Piştre jî avahiya HDP’ê ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin.

Polîsan li vir jî nehiştin jin daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Ji ber dorpêçiya polîsan Remziye Tosûn a HDP’î wiha got, “Me îro xwest li ber girtîgehê daxuyaniyê bidin. Lê belê ji ber ku polîsan dor li me girtin me nekarî daxuyaniya xwe bidin. Îro jî roja 76’an a çalakiya greva birçîbûnê ye. Em ê dengê girtiyan bigihînin dinyayê. Ji bo aştî û aramiyê em ê li qadan bin.”

Piştre jî polîsan zext li jinan kirin ku biçin hewşa avahiyê. Jinan jî dirûşmên “Em ê teqez bi ser bikevin”, “Hezar silav ji Îmraliyê re”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan” û “Azadî ji girtiyên siyasî re” qîriyan. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar