Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi pêşengiya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di 6’ê Hezîrana 2017’an de li Reqayê dest bi operasyona Reqayê kiribûn. Piştî operasyona 133 rojan, di 17’ê cotmeha 2017’an de QSD’ê alaya YPG’ê li Stadyûma Reqayê daliqand û ragihand ku dawî li dagirkeriya DAIŞ’ê aniye. YPJ a pêkhateya QSD’ê ye, di 19’ê Cotmehê de li Meydana El Neîm daxuyaniyek da û diyar kir ku bajar bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê hatiye paqijkirin.
Bajarê ku ji aliyê Meclisa Gel a Sivîl a Reqayê ve hat rizgarkirin, piştî rizgarkirinê bû qada jiyanê ya gelên xwedî nasname û baweriyên cuda. Endama Komîteya Jinan a Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyeyê Emîne Omer rewşa niha ya bajêr di 7 salên dawî de nirxand û bal kişand ser tiştên ku vê demê de di jiyana jinan de hatine guhertin.
Emîne Omer bilêv kir ku dagirkirina Reqayê ya ji aliyê DAIŞ’ê ve û komkujiyên piştî wê li ber çavên hemû cîhanê pêk hatin û got: “Reqa ji bo DAIŞ’ê xwedî girîngiyeke gelekî stratejîk bû. Ji ber vê yekê Reqa ji xwe re kirin ‘paytext’. Bajar jî bû navenda planên êrişan. Di vê pêvajoyê de Reqa veguherî bajarekî bêreng û ji jiyanê xalî. Li vî bajarî cil û bergên jinan û mêran reş bûn. Jin bi zorê hicabê li xwe kirin. Ne diyar bû ku ê di hundirê van cilan de kî ne. Di vî warî de dihat pêşbînîkirin ku jinan bê nasname bikin.”
Emîne Omer diyar kir ku di serdema ku bajar di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de bû derketina kolanan a jinan qedexe bûye û mekanîzmayeke bi navê “polîsên exlaqê” hatiye avakirin û van kesan çavdêriya jinan kiriye û her pêngava wan hatiye şopandin. Emîne Omerê anî ziman ku di pêvajoya dagirkirina Reqayê de zanîngeh û dibistan jî hatine girtin û got: “Rengê jinan li kolanan nema. Her tişt bi rastî reş bû. Jin bi darê zorê bi çekdarên DAIŞê re dizewicîn. Jinên ku ev yek qebûl nekirin hatin cezakirin.”
Emîne Omer li ser wêrankirina DAIŞ’ê ya li bajêr wiha got: “Asta wêraniya 3 salên di bin dagiriya DAIŞ’ê de, tiştekî pir xeternak bû. Rêveberiya Xweser dema ku bajêr rizgar kir ev wêranî girt ser xwe. Wê ji ya herî kûr dest pê kir. Ji ber ku bandora wan li her qadê bû. Ger tê bîra we dema Reqa hat rizgarkirin jinan çarşefên xwe yên reş avêtin û nîşana serkeftinê çêkirin. Demeke sembolîk bû. Piştî rizgarkirinê Reqa rengên jiyanê ji nû ve girt. Ev yek bi awayekî sembolîk hat nîşandan. Bi taybet jinên ereb ên ku zilm û zordariya DAIŞ’ê dîtine û rastî wan hatine, îro feraseta şoreşê ya Rêveberiya Xweser li derdora xwe belav dikin. Di rêveberî û rêxistinên parastina mafên jinan de cih digirin. Pişt re komîteyeke jinan bi lez hat avakirin. Demekê, bajar bi navê ‘bajarê mirinê’ dihat naskirin. Lê têkoşîna jinên Reqayê piştî pêngava rizgarkirinê roleke mezin di şikandina tirsa DAIŞ’ê de lîst.”
Emîne Omer bilêv kir ku xeteriya DAIŞ’ê hê jî dewam dike û got ku piştî Rêveberiya Xweser li bajêr neteweya demokratîk hat avakirin û jin bi awayekî azad li kolanan geriyan. Emîne Omerê anî ziman ku bajar bi temasên Rêveberiya Xweser veguheriye û got ku kesên ku di serdema piştî rizgarkirina bajêr de neçar man koç bikin û ji bajêr birevin vegeriyan. Emîne Omerê anî ziman ku nasnameya bajarê Reqayê ji mêj ve bûye qadeke pirneteweyî û baweriyên cuda bi hev re dijîn û piştî dagirkirina çeteyên DAIŞ’ê nasnameyeke bi tevahî cuda wergirtiye û got ku piştî rizgarkirinê ruhê jiyana bi hev re ya bajêr ji nû ve zindî bûye.
Emîne Omer der barê guhertinên di jiyana jinan a piştî rizgarkirina bajêr de ev tişt anîn ziman: “Piştî şoreşa Rojavayê jinan xwe nas kir. Jinên ku pêşengiya şoreşê kirin, li ser vê yekê her ku diçûn xwe rêxistin kirin û li ber xwe dan. Îro jin li hemû qadên ku şoreşa jinê tê jiyîn tevdigerin û polîtîkayê dikin, li ser esasê mafên hemû jinan tevdigerin. Îro jinên suryanî, jinên ereb û jinên kurd rêxistinên xwe dikin. Bingeha wê ew e ku mafê hemû jinan esas bigire. Bi rastî jî felsefeya ‘Jin-Jiyan-Azadî’ ku dirûşmea herî girîng a vê şoreşê bû, li hemû qadên cîhanê belav bû. Ev mînakeke pir girîng bû.”