Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Jinên azad bi berxwedana Kobanê tarîtî veguherand ronahiyê

Felek Yusif diyar kir ku şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê bi pêşengiya jin û felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ pêk hat û wiha got: “Ev şoreş gihîşt rojhilatê Kurdistan û Îranê bû. Di serhildanên li Hindistanê de ku ev dirûşm hat berzkirin, nîşaneya gerdûnîbûna vê felsefeyê ye. Em ê di bin sîwana felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ de ji tarîtiyê derketin û berê xwe didin ronahiya bêdawî.”

Çeteyên DAIŞ’ê piştî Mûsilê dagirker, li Kurdistan, Iraq û Sûriyeyê dest bi êrîş û komkujiyan kir. Bi taybetî piştî malbata Barzanî PDK bi DAIŞ’ê li hev kir ji Şengalê reviya. Civaka êzidî bi fermana 74’an DAIŞ’ê re hişt. Çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê tebaxa 2014’an de êrîşî Şegalê kirin li ber çavê cihanê civaka êzidî di qirkirinê de derbas kirin. Di encamê de bi hezaran jin, zarok û êzidiyên li wê derê di komkujiyan re derbas bûn û hatin revandin; dewleta tirk bi heman armancê, berê çeteyan dan Kobanê. DAIŞ’ê bi perspektîf û desteka Tirkiyeyê, ji sê eniyan ve di 15’ê Îlona 2014’an de bi hemû hêza xwe êrişeke dijwar bir ser bajarê Kobanê yê kantona Firatê. Gelê Kobanê, bi taybetî jin û zarok ji ber dijwariya êrîşan neçar man koçberî bakurê Kurdistanê bibin. Tevî koçberiya hat jiyîn jî gelek jin, ciwan û mêrên ji Kobanê biryara berxwedana ji bo parastina warê xwe jî dan ku li gel şervanan, ew jî bûn parçeyek ji serkeftinê. Di Kobanê de ku ji aliyê erdnîgarî ve biçûktirîn bajarên rojavayê Kurdistanê ye, parêzvanên wê ji şervanên YPJ/YPG, gel û kesên dilê wan ji bo wê lêdan berxwedaneke bêhempa nîşan dan û bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji tarîtiya DAIŞ’ê rizgar kirin.

Di ser berxwedana Kobanê ya li dijî terora çeteyên DAIŞ’ê û dewleta tirk re, 10 sal derbas bûn. Weke îro di 15’ê Îlona 2014’an de, destana 134 rojên qehremanî û lehengiya şervanên ku ji agir û rojê bawer dikirin dest pê kir û bi serkeftinên mayînde tacîdar kirin.

Hevseroka Desteya Rêveberiya Xwecihî ya kantona Firatê Felek Yusif têkildarî berxwedan li djî çeteyên DAIŞ’ê û azadiya Kobanê nirxandin kir.

Dewleta tirk bi zanebûn berê çeteyên DAIŞ’ê da Kobanê

Felek Yusif wiha behsa êrişa li ser Kobanê û armanca wê kir û wiha got: “Di dîrokê de gelek mînakên berxwedanê hene ku ji wan ên serkeftî û yên binketî jî hene. Di vî warî de berxwedana Kobanê gelek bi wate ye û naşibe tu berxwedanên din. Weke tê zanîn çirûska şoreşa 19’ê tîrmehê ji Kobanê dest pê kir her wiha bajarekî Rojavayê Kurdistanê yê dîrokî ye ku niştecihên wê xwedî rehên resen in. Di heman demê de yekemîn warên ku Rêber Apo pêşwazî kiriye li rojavayê Kurdistanê, Kobanê ye. Lewre ev hemû xal dema tên gel hev, Kobanê weke cihekî stratejîk nîşan dide. Dewleta tirk jî di zanebûna van mijaran de berê çeteyên DAIŞ’ê da Kobanê. Li aliyekî din nexşeriyek ji bo Rojhilata Navîn hatibû amadekirin ku hêzên serdest ev çete di pêkanîna wê de bikar anîn, êrişên DAIŞ’ê yên li Iraq û Sûriyeyê jî vê yekê teqez dike. Bi taybetî rojavayê Kurdistanê ku dikaribû di nava aloziya Sûriyeyê de, xeta sêyemîn hilbijêre û di nava tevliheviya ku di asta Rojhilata Navîn de diqewimî pergala xwe ava bike. Ji ber vê sedemê, hemû komên çete ku derketin holê êrişî bajarên me kirin, li aliyekî din jî em di nava dorpêçeke siyasî û aborî de bûn.”

Şoreşa Rojava ku weke şoreşa jinan hat destpêkirin

Hevserok Felek Yusif diyar kir jinên li dijî DAIŞ’ê bi ser ketin rê li ber destkeftiyên mezin vekirin û got: “Êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê di 15’ê Îlonê de dest pê kirin 134 rojan domiyan.Di van 134 rojên em behsa wan dikin de, ger mirov gotina destane jî bi kar bîne ez bawer im wê pênaseya asta berxwedana ku hatiye jiyîn neke. Bi taybetî jî jinên kurd ku vîn, lehengî û baweriya xwe spartin bîrdoziya Rêber Apo pêşengiyê ji serkeftinê re, dikaribûn komployên li ser gelê kurd vala derxin û çarenûsa gel û mirovahiyê bidin diyarkirin. Li ser vê bingehê berxwedana ku li Kobanê pêk hat, di serî de weke berxwedan û serkeftina jinên şerker û têkoşer hat nasîn. Şoreşa Rojava ku weke şoreşa jinan hat destpêkirin û ragihandin, bi berxwedana jinan a li dijî tarîtiya DAIŞ’ê ji aliyê naverokê ve hat dagirtin û pêşxistin. Ev destkeftî hema wisa çênebûn. Jinên di vî warî de destkeftiyên di qada xweparastinê û tevahî warên jiyanê de qezenc kirin bi bawerî û bingehgirtina felsefeya jin jiyan azadî têkoşiyan û ji hemû jinên cîhanê re riya çareseriyê pêşkêş kirin.”

Li Kobanê derfet kêm bûn lê dil û vîna şervanan mezin bû

Felek Yusif dirêjî da axaftina xwe û wiha got: “Ji bilî fermandar û şervanên YPJ’ê, di Kobanê de gelek jin man. Weke kesayet ez di 134 rojên wê de nemam lê min şahidiya beşek ji vê berxwedanê kir û piştî derbasî bakurê Kurdistanê jî bûm ez li ber sînor bûm. Şerê ku pêk hat ewqas dijwar bû ku kevir li ser kevir nema, piraniya binesaziya bajar hat rûxandin. Jixwe beriya êrîşan li ser Kobanê, çeteyan êrîşî gelek bajarên mezin ên xwedî artêş û cebilxaneyên giran bûn jî kirin. Di navbera van bajaran de jî Minbic, Reqa û Mûsil hebûn. Ev bajar nikarîbûn du rojan li ber xwe bidin. Li Kobanê derfet kêm bûn û erdnîgarî biçûk bû lê dil û vîna şervanan mezin bû. Şervanên ku di berxwedana xwe de dirûşma “berxwedan jiyan e” û “wê Kobanê bi serkeve” bingeh girtin, dikaribûn ne tenê êrîşa li ser Kobanê bişkînin di heman demê de wan çeteyan tune kirin. Berxwedana tunekirina DAIŞ’ê bi keda hemû jin û ciwanên Kurdistanê pêk hat, bi gotineke ji Îmraliyê seferberiya Kurdistanî û ji derveyî welat a ji bo Kobanê pêk hat.”

Di domandariya nirxandinên xwe de Felek Yusif behsa gerdûnîbûna felsefeya jin jiyan, azadî kir û wiha bi dawî kir: “Tu kes nikare înkar bike ku şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê jî bi pêşengiya jin û felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ pêk hat. Ev felsefeya ku berhemên wê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê şîn dan û di warê pratîk de wate û bandora xwe teyisandin, dirêjî rojhilatê Kurdistan û Îranê bû. Bi qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê rejîma Îranê ve, jin û gelê rojhilatê Kurdistan û Îranê di têkoşîna xwe de felsefeya dirûşma jin, jiyan, azadî esas girtin. Di serhildanên li Hindistanê de ku ev dirûşm hat berzkirin, nîşaneya gerdûnîbûna vê felsefeyê ye. Bi pêşengiya jinên kurd, êdî li hemû welatên parzemînên cuda jinan li dijî polîtîkayên qetilkirin, bêdengkirin û qirkirina jinan serî hildan. Em van pêşketinan wiha digirin dest, li dijî koledarî û qirkirina 5 hezar salan a li ser jinan didome, di bin sîwana felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ de ji tarîtiyê derketin û berê xwe didin ronahiya bêdawî.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar