Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Jinên başûrê Kurdistanê peyama berxwedanê dan

Jinên ji başûrê Kurdistanê bi çalakiyên cuda 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kir. Di çalakiyan de berxwedana Leyla Guven jî hat silavkirin û jinan peyamên berxwedanê dan

Tevî her hemû parçeyên Kurdistanê, li Başûr jî jinan bi çalakiyên cur bi cur 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kir. Li Silêmanî, Şengal, Hewlêr û Mexmûrê jinan çalakiyên pîrozbahiyê li dar xistin û banga mezinkirina têkoşîna jinan kir.

Di vê çarçoveyê de li Silêmaniyê  bi boneya 8’ê Adarê, Rêxistina Niwêger, CDO û Naz ên başûrê Kurdistanê bi dirûşma ‘Jin bi têkoşînê azad dibe’ Festîvala Çand û Hunerî ya Kurdî li dar xist. Festîval li Talarî Huner a Silêmaniyê bi pêşengeha hunerî destpê kir. Di festîvalê de ji çar parçeyên Kurdistanê jin bi çand û rengên xwe beşdarî festîvalê bûn. Di salona pêşengehê de zêdetirî 50 mase bi cilên kurdî, amûrên herêman, xwarinên kurdî yên çar parçeyên Kurdistanê hatin xemilandin.

Festîvalê dê diyarî Guven bikin

Hat zanîn ku di çarçoveya bernameya festîvalê de di kêliyên pêş de dê Komîteya Amadekar a Festîvalê peyama 8’ê Adarê bixwîne. Her wiha piştî xwendîna peyamê dê Hunermenda Hewramî ya ji rojhilatê Kurdistanê Hanî derkeve ser dikê û konserekê bide. Piştî konserê dê koma Govendê ya Rewşenbîrî jî derkeve ser dikê. Festîval dê bi nîşandana cilên kurdî yên her çar parçeyên Kurdistanê  bi dawî bibe. Komîteya Amadekar a Festîvalê da zanîn ku dê festîvalê diyarî hevseroka KCD’ê Leyla Guven bikin.

Pêşangeh vekirin

Di heman demê de li Çavîlanda Silêmaniyê bi boneya 8’ê Adarê, Navenda Hêviyek Ji bo Aştiyê ji bo berhemên destan ên jinên ku nabînin (kor) pêşangehek vekir. Di pêşangehê de gelek berhemên ji aliyê jinan ve hatine çêkirin, hatin nîşandan.  Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî jî 8’ê Adar bi şahiyekî girseyî hate pîrozkirin. Bi hezaran jin meşiyan, piştgirî dan çalakiya Guven û daxwaza azadiya Ocalan kirin.

Li Helebçeyê çalakî

Li Baxê Giştî yê Helebçeyê,  rêxistinên jinan bi çalakiyan 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin. Di çalakiyan de jinan, dirûşmên ‘Heta kengê bêdengî’, ‘Ji bo jinan derfetên xwendinê’ û ‘Bila li dadgehan bêalîbûn hebe’ berz kirin. Her wiha jinan pêşangehek vekir. Jin bi rêya tabloyên xwe beşdarî pêşangahê bûn. Di çalakiyê de li ser navê rêxistinên jinan daxuyanî hate xwendin. Di daxuyaniyê 8’ê Adar li tevahiya jinan hate pîrozkirin.

Kelar

Bi boneya 8’ê Adarê jinan bi dirûşma ‘Rojek ji bo nîşandana hêza jinan’ li Hola Pirtûkxaneya Giştî ya Kelar a Germiyanê bi pêşengiya Navenda Mafê Mirovan a Germiyanê û Rêxistina Hana-Kurd festîvalek li dar xist. Di festîvalê de jinên şêwekar tabloyên jinan çêdikirin.

Her wiha 31 jinên destrengîn ku endamên Koma Jinên Destrengîn ên Germiyanê bûn,  berhemên xwe yên çandî pêşkêş kirin. Di festîvalê de çend helbest û dariştin ji aliyê jinan ve hatin xwendin. Di dawiyê de çend jin ji ber serkeftina wan hatin xelat kirin.

Bakuriyan li nûnertiya HDP’ê şahî li dar xist

Bi kombûna dehan jin û welatiyên ji bakurê Kurdistanê, 8’ê Adar bi şahiyekê li Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê hate pîrozkirin. Welatiyên li nûnertiya HDP’ê kombûn, destpêkê serdana Nasir Yagiz ku li dijî tecrîda ser Ocalan 108 roj in di greva birçîbûnê de ye, kirin. Piştre bi tevlêbûna çalakvan û welatiyan, 8’ê Adar bi gerandina govendê hate pîrozkirin.

8’ê Adar li şervanên YPJ’ê pîroz kir

Têkildarî 8’ê Adarê, berpirsa Karên Derve ya Yekitiya Nîştiman a Kurdistanê (YNK) Şanaz Îbrahîm daxuyaniyek da. Îbrahîm di serî de 8’ê Adar li şervanên jin ên rojavayê Kurdistanê pîroz kir û wiha domand: “Em bi berxwedana şervanan serbilind in û ji bo wan rêz digirin. Ez çavê hemû şervanên jin yek bi yek maç dikim û bejna xwe li ber berxwedana wan ditewînim. Bi rastî jî şevanên jin ên kurd, nimûneya jinên kurd nîşanî cîhanê dan. Jinên kurd gelek çalak, wêrek û zîrekin. Hêvîdarim ku 8’ê Adar bibe wesîleya rêz girtina hemû jinan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar