Heyeteke jinên başûrê Kurdistanê ku ji 11 kesan pêk dihat, çû serdana Leyla Guven ku ev 170 roj in di greva birçîbûnê de ye
Heyeta 11 jinên ku ji başûrê Kurdistanê hatibûn, çûn serdana hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ev 170 roj in li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Parlamenterên HDP’ê Salîha Aydenîz, Feleknas Uca û aktîvîstên TJA’yê bi heyetê re çûn serdana Guven. Heyeta ku ji 11 jinan pêk tê plaketek diyarî Guven kir.
Piştî serdanê li ber mala Guven daxuyaniyek hat dayîn. Li ser navê heyetê Banu Helepçe axivî û diyar kir ku daxwaza Guven daxwazeke mafdar e û wiha got: “Greva birçîbûnê kevneşopiya zindana Amedê ye. Ji bo tecrîd rabe û greva birçîbûnê bi dawî bibe divê gav bên avêtin.”
Herî dawî Helepçe destnîşan kir ku divê her kesî deng bide dengê berxwedêran. AMED