Navenda Nûçeyan |
Ji bo ku bal kişandina ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiyên jinên ciwan li başûrê Kurdistanê dewam dikin.
Jinên Ciwan ên Têkoşer li bajarê Helebce, Seyîdsadiq û Hewremanê, dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dagirkeriya dewleta tirk, wêneyên Rêber Ocalan daliqandin. Jinên ciwan ji bilî wêne, dirûşma ‘Dagirkeriya dewama komployê ye’ jî li ser dîwaran nivîsandin.