Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Jinên ciwan: Em ê wefadarên Rêbertiya xwe bin

Jinên Ciwan diyar kirin ku dewleta tirk qesta tunekirina fîzîkî a Rêbertî dike û gotin: "Em ê li hemberî kesên hewl didin zerarê bigihînin Rêber Abdullah Ocalan, serî hildin û dê têkoşînê bi xurtî berdewam bikin heta azadiya wî ya fîzîkî mîsoger bikin.

Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê 10’ê tîrmehê li dijî tecrîd û gefên li ser Rêber Abdullah Ocalan seferberî ragihand.

Li ser mijarê endamên Yekitiya Jinên Ciwan ên navçeyên Çilaxa û Girkê Legê nêrînên xwe bi me re parve kirin.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2023/07/24/192357_-.jpg

Fatima Remedan nerazîbûn nîşanî sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan da û destnîşan kir ku dewleta tirk a dagirker bi rêya girankirina tecrîdê û şandina nameyên gefan hewl dide Rêber Abdullah Ocalan ji gel dûr bixe, îradeya gel, bi taybetî îradeya jinan bikişîne ku ji felsefeya Rêber Ocalan girtine.

Fatima Remedan anî ziman ku rejîma tirk çi bike jî dê nikare îradeya gel û berxwedana Rêber Abdullah Ocalan têk bibe û wiha domand: “Em ê li hemberî van kiryaran û çi kesên ku hewl didin ziyanê bidin kesayeta Rêbertî, bisekinin.”

Fatima Remedan bang li tevahî gelên berxwedêr kir têkoşînê geş bikin heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were û got: “Em ê wefadarên Rêbertiya xwe bin.”

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2023/07/24/192411_-.jpg

Nûra Nasir jî kiryarên dewleta tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan wek kiryareke dermirovî wesifand û wiha pê de çû: “Dewleta tirk nikarîbû fikr û berxwedana wî ya li girtîgehê têk biriba. Rêbertî serî ji siyasetên Tirkiye û hêzên hegemonîk ên ku hewl dide azadî û vîna gelên berxwedêr netewand, ji ber vê yekê armanca dewleta tirk ji tecrîd û gefên li ser Rêbertî tunekirina wî ya fîzîkî ye.”

Nûra anî ziman ku divê ciwan li hemberî kesên hewl didin zerarê bigihînin Rêber Abdullah Ocalan, serî hildin.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2023/07/24/192337_-.jpg

Semer Hisên jî got: “Azadiya Rêbertî azadiya me ye, hebûna wî hebûna me ye, gefên li ser wî gefên li ser tevahî gelên şopdarên fikr û felsefeya wî ne.”

Semer bang li hemû beşên civakê kir ku li hemberî kirinên li dijî Rêber Abdullah Ocalan bisekinin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di şexê Rêbertî de hewl didin hebûna me biqedînin. Divê em têkoşîn û berxwedanê xurt bikin da ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar