Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Jinên ciwan ên kurd li dijî tecrîdê dadikevin qadan

Tevgera Ciwanên Kurd ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan biqîrin li paytexta Fransa Parîsê, Dusseldorf a Elmanyayê û Zurîh a Swîsreyê dadikevin qadan.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) ragihandin ku, di çerçoveya pêngava “Cenga Azadiyê serbixin” de ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wê li paytexta Fransa Parîsê, li Dusseldorf a Almanyayê û li Zurîh a Swîsreyê dakevin qadan.

Koordînasyonên TCŞ û TekoJIN’ê daxuyaniyeke hevpar dan û diyar kirin ku ev nêzî 28 meh in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin û gotin, “Ciwanên kurd ji azadiya fîzîkî ya Rêber Apo yekser berpirsiyar in” û banga tevlîbûna xurt a beşdarbûna çalakiyan kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Weke ciwanên li gelek welatên Ewropayê dijîn, divê em bi berpirsiyariya dîrokî tevbigerin û vê pêvajoyê weke pêvajoyeke ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger dike, binirxînin. Li ser vê bingehê wezîfeya me ya jêneveger e ku em her ciwanî bi rêxistin bikin û bixin nava liv û tevgerê”
‘Em ê bi xeta berxwedanê bigihêjin azadiyê’
Daxuyanî wiha ye:
“Ji 25’ê Adara 2021’ê û vir ve bi ti awayî agahî ji Rêberê me nayê girtin. Serlêdanên domdar ên parêzer, malbat û weliyan bê encam dimînin. Bi taybetî dema ku êrîşên rejîma faşîst a Erdogan ên li gelek deverên Kurdistanê û bi taybetî li Herêmên Parastinê yên Medyayê bê encam man û bi têkçûnê bi dawî bûn, bi vê hêrsê û nifrînê tecrîda li ser Rêbertiya me hê girantir dike. Tevî van êrîşan jî, berxwedana bêhempa ya Rêbertiya me li Îmraliyê nîşan dide, îlhamê dide me û xeta me ya têkoşînê ya bingehîn diyar dike. Di rastiyê de sazî û Rêxistinên Ewropa û bi taybetî NATO li pêşiyê azadiyê asteng in, ji ramanên Rêber Apo yên kûr ditirsin û hewl didin bi pêkanînên dijhiqûqî û îşkenceyê yên li tu deverên cîhanê nîne li hember Rêbertiya me pêk bînin. Çawa ku berxwedana bi rûmet a Rêberê me ya li Îmraliyê komploya navneteweyî pûç kir, xeta berxwedanê ya ku Rêbertiya me derxistiye holê jî wê van tiştên nehiqûqî diyar bike. Ji bo xwedî li vê xeta berxwedanê bê derketin, bêguman wê bi mezinkirina têkoşînê pêk bê.
‘Divê em bi berpirsiyariya dîrokî tevbigerin’
Weke ciwanên li gelek welatên Ewropayê dijîn, divê em bi berpirsiyariya dîrokî tevbigerin û vê pêvajoyê weke pêvajoyeke ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger dike binirxînin. Li ser vê bingehê wezîfeya me ya jêneveger e ku em her ciwanî bi rêxistin bikin û bixin nava liv û tevgerê. Seferberiyên gel ên di pêvajoya dawî de pêk hatin, bi berxwedana Gerîlayên Azadiyê re li dora Rêbertiyê berxwedaneke bi heybet afirand. Ji bo me yek ji mijarên bingehîn e ku em li dora vê berxwedanê bibin yek, polîtîkayên ku vê tecrîdê bişikînin pêş bixin û encamên ku bi şêwaza têkoşînê serketinê biafirînin derxin holê. Çalakiyên ku ji aliyê Tevgera Ciwanên li Ewropayê ve bên meşandin û pêşxistina pêngavên rêxistinî yên li gorî vê yekê, wê teqez zincîrên li dora Rêbertî hatine pêçandin bişkîne û bihêle ku Rêber Apo bigihe azadiya xwe ya fîzîkî. Di vê xalê de divê em Rêber Apo rast fêm bikin, baş bixwînin û deqîqeyekê jî bêyî Rêber Apo nejîn.
’25 sal berê li dijî Rêber Apo komplo pêk anîn’
Tevî tecrîda mutleq jî, Rêber Apo dîwarên Îmraliyê şikandin, bi ser ket û paradîgmaya xwe pêşkêşî mirovahiya azadîxwaz kir. Li ser vê bingehê divê ku gotina “Navenda şer Îmralî ye” pir baş were fahmkirin. Rêber Apo îro tirsê dixe dilê hêzên kapîtalîst ên hegemonîk. Ji ber vê yekê 25 sal berê li dijî Rêber Apo komplo pêk anîn. Ji ber vê yekê jî hewl dan şert û mercên tecrîdê girantir bikin. Rêber Apo ji bo me her tişt e û li ser vê bingehê erk û berpirsyariya me ya herî girîng hilweşandina pergala Îmraliyê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Di vê çarçoveyê de em di 29’ê Tîrmehê de dest bi çalakiyan dikin û em bang li her ciwanên li Ewropayê bi taybetî jî li Almanya, Fransa û Swîsreyê dikin ku bi berpirsyariyeke mezin nasname û Rêbertiya xwe biparêzin. Em bang li ciwanan dikin ku di 29’ê Tîrmehê de ji bo azadiya Rêber Apo li her kolan û taxê jiyanê rawestînin.”
Navnîşan û saetên çalakiyên ku wê di 29’ê Tîrmehê (sibe) de ji aliyê Tevgera Ciwanan ve bên lidarxistin wiha ne:
Almanya
Navnîşan: Li ber DGB Haus, Dusseldorf
Saet: 12:00
Fransa
Navnîşan: Qada République, Parîs
Saet: 17.00
Navnîşan: Qada Canebière, Marsîlya
Saet: 19.00
Swîsre
Navnîşan: Helvetiaplatz, 8004 Zurich
Saet: 13.00
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar