Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Jinên ciwan ji bo meşa dijî dagirkeriyê bang kirin

Navenda Nûçeyan |

Tê payîn di 22’yê tîrmehê saet 17:00’an de bi pêşengiya RJAK’ê, dijî dagirkeriya dewleta tirk bi dirûşma ‘Belê ji bo berxwedana dijî dagirkeriyê’ meşeke girseyî li bajarê Silêmaniyê rêya Salim heya ber derê Baxê Giştî pêk were. Armanca meşê, şermezarkirina êrîş û dagirkeriya dewleta tirk a li ser başûrê Kurdistan û helwsta dijî dagirkeriyê ye.

Bi vê boneyê Jinên Ciwan ên Têkoşer bi daxuyaniyek nivîskî bang li hemû jinan kir da ku tev li meşa dijî dagirkeriyê bibin.

Di daxuyaniya jinên ciwan de ev tişt hatin gotin:

“Dewletatirk a dagirker, bi êrîşên xwe yên hovane bi taybet jin û jinên ciwan ku ji bo civakê tune bike dike hedefên xwe. Di demên dawî de bi her awayî êrîşên xwe li ser jin û li ser axa me pêk tîne. Em di çarçoveya ji bo êrîşên dagirkeriya Tirk bidin rawestandin de 22 mehê dimeşîn. Em bang li hemû jinan dikin ku ji bo rawestandina êrîş û destdirêjiya li ser ax û welatê me bibin yekdeng, yekrenk û yeknefes. Ji bo Vê jî em werin em bi hevre bibin hêz û ji bo axa xwe mil bidin mile hev.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar