Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Jinên ciwan li Amedê tên gelhev

Meclisa Jinên Ciwan a HDP’ê li Amedê konferansek li dar dixe. Endama Lijneya Rêveber a Meclisa Jinên Cîwan a HDP’ê Sevîm Akdag diyar kir ku mijara sereke ya konferansa wan mîsogerkirina azadiya jinê û tecrîda girankirî ya li ser Ocalan be

Desthilata AKP/MHP’ê ku di her warî de pergala xwe ya faşîst kiriye meriyetê, ji bo xurtkirina vê yekê dixwaze destkeftiyên jinan ên ku bi têkoşîna xwe ya bi salan bi dest xistine, têk bibe. Di vê çarçoveyê de li hemberî jinan êrîşên mezin pêk tîne û qanûnên ku azadiya jinê têk dibin, derdixe. Li hemberî vê yekê Meclisa Jinên Ciwan a HDP’ê xwe bi rêxistin dike û têkoşîna parastina destkeftiyên jinan dide. Di vê çarçoveyê de dê meclis di 17’ê sibatê de li Amedê konferansek li dar bixe.

Endama Lîjneya Rêveber a Meclisa Jinên Ciwan a HDP’ê Sevîm Akdag têkildarî konferansa ku li dar bixin axivî û diyar kir ku dê konferansa xwe bi şîara ‘Bi ruhê jinên ciwan li ber xwe bide û tecrîdê bişikîne’ li Eywana Konferansê ya Wedat Aydin li dar bixin. Akdag got ku demeke dirêj e xebatên konferansê dimeşînin û di vê çarçoveyê de li herêmên Serhed, Botan, Marmara û Çûkûrovayê civînan li dar xistine û atolyeyên jinan pêk anîne.

Rêxistinkirina jinan pêwîstiyek e

Di axaftina xwe de Akdag bal kişand ser êrîşên ku li dijî jinan tên kirin û ev tişt anîn ziman: “Di pêvajoyeke wiha de wek jinên ciwan yekemîn erka me ye ku em li nasnameya xwe xwedî derkevin. Zîhniyeta dewletê ya dagirker û nêrza bi her awayî êrîşên jinan û ciwanan dikin. Ji ber jinên ciwan xwediyê van her du nasnameyan e, du caran bi êrîşên dewletê re rû bi rû dimînin. Ji bo vê yekê jî êdî pêwîstiyek xwe nîşan dide ku divê jinên ciwan li ser vê esasê xwe birêxistin bikin.”

Akdag bal kişand têcrîda girankirî ya ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û wiha domand: “Zîhniyeta dewletê ya ku êrîş dibe ser jin û ciwanan di heman demê de tecrîda ku li ser birêz Abdullah Ocalan tê meşandin jî kûrtir dike.”

Herî dawî Akdag destnîşan kir ku ji ber van sedeman mijara sereke ya konferansa wan misogerkirina azadiya jinan û tecrîda girankirî ya li ser Ocalan be û bang li hemû jinên ciwan kir ku tev li konferansê bibin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar