Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

‘Jinên ciwan li dijî şerê taybet têdikoşin’

Xwendekara zanîngehê Elîf Delal Alakuş der barê Xeta Jinê ya ku jinên ciwan ev tişt anî ziman: “Armanca endamên şerê taybet ên li kampûs û kafeyan ew e ku jin û ciwanan ji têkoşînê dûr bixin. Armanca me li dijî van hemûyan ew e ku em ciwanan hişyar bikin û bibin xwedî hişmendî.”

Jinên ciwan ên zanîngehê, di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Cîhanê de ji bo balê bikşînin ser rola jinên ciwan ên li dijî dagirkerî, tecrîd û şer û ji bo têkoşîna birêxistinkirî Xeta Jinê îlan kirin. Jinên ciwan ên ku dê li dijî polîtîkayên şerê taybet û pergala mêrsalar a jinan hedef digre têbikoşin, di bin sîwana Xeta Jinê de li hev civiyan û peyam dan ku di vê pêvajoyê de dê li qadan bixebitin.Yek ji şêwirmendên Xeta Jinê xwendekara zanîngehê Elîf Delal Alakuş behsa perspektîf, têkoşîn û xebatên xwe ji ajansa me re kir û da zanîn ku ew ê rê nedin polîtîkayên şerê taybet û banga hevgirtinê li hemû jinan kir.

Elîf Delal Alakuş diyar kir ku rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bi taybetî di 8 salên dawî de hewl dide gelek polîtîkayên xwe yên qirêj li ser civakê pêk bîne û bal kişand ku li her qadê armanca yekemîn a van polîtîkayan jinên ciwan in. Elîf Delal Alakuş da zanîn ku hêza bingehîn a afrîner û pêşeng a civakê jin û ciwan in û anî ziman ku ji ber vê yekê jî êrîş dijwar dibin.

Elîf Delal Karakuş, bi van gotinan behsa armancên damezrandina xetê kir: “Ciwan ji kampûsan heta kolan û malan, di bin navê azadiya takekesî, evîn û hezkirina sexte de tên teslîmgirtin. Em dikarin vê yekê di windabûna Gulistan Doku de bi zelalî bibînin. Di rastiyê de pergal hewl dide bi riya jinên ciwan hemû polîtîkayên xwe yên şerê taybet di nava civakê de belav bike. Yûrd, zanîngeh û kafe veguherîn saziyên şerê taybet.”

Elîf Delal Karakuş bi gotinên; “Armanc ew e ku li her qadê me ji çand, ziman û rastiya civakî veqetînin û bi vê wesîleyê profîla ‘jina maqûl’ ava bikin”, diyar kir ku li dijî van êrîşên pergalî ji bilî berxwedanek birêxistinkirî û topyekûn alternatîfek wan a din nîn e. Elîf Delal Karakuş, bal kişand ku li dijî pergala zordar û tecawizkar, wek jinên ciwan rêxistinbûn ne pêwîstiyek e, mecrûriyetek e û wiha got: “Em di zanîna mîsyona xwei rol û pêşengiya dîrokî de ne, loma me Xeta Jinê ragihand. Em ê di pêvajoya li pêş de li her qadê cih bigrin, bi hêza xwe ya rêxistinkirî li hemberî şerê taybet û vê pergala faşîst xweparastina xwe bi pêş bixin û di ronahiya şoreşa jinê de bimeşin. Em ê bi perspektîfa ‘Jin Jiyan Azadî’ xwe bi rêxistin bikin û bi biryardariya hêza xwe ya rêxistinkirî em ê serhildanên ku li hemû deverên cîhanê bi pêş dikevin, bi serkeftinê tacîdar bikin.”

Elîf Delal Karakuş, destnîşan kir ku armanca wan li dijî hemû polîtîkayên şer û asîmîlasyonê hişyarkirina ciwanan e û hemû jinan vexwend ku di bin sîwana Xeta Jinê de xwe bi rêxistin bikin.

Elîf Delal Karakuş, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Li Kurdistanê, li hemû deveran kemîn û lîstikên şerê taybet hene. Li ser bingeha pêşxistina xweparastina xwe divê xebatên me yên rêxistinkirinê hebin. Li bajarên Kurdistanê bidestxistina madeyên hişbir, ji bicihanîna hewcedariyên pêwîst gelek hêsantir bûye. Dîsa kafe cihê şerê taybet in ku ji bo ‘xistina’ ciwan û jinan tên bikaranîn. Armanca endamên şerê taybet ên li kampûsan, ew e ku jin û ciwanan ji têkoşînê dûr bixin. Armanca me li dijî van hemûyan ew e ku em ciwanan hişyar bikin û bibin xwedî hişmendî. Xebatên me jî dê li ser vê yekê bin. Em ê li dijî asîmîlasyon, tecrîd, dagirkerî û şer li her derê bi xweparastina xwe re li qadan bin. Em di serî de jinên ciwan ên ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide, bang li hemû jinan dikin ku di ronahiya perspektîfa “Jin Jiyan azadî” de di Xeta Jinê de xwe bi rêxistin bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar