PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Jinên ciwan ‘Seferberiya Xemrî’ vediguhêzin 8’ê Adarê

Jinên Ciwan ên HDP’î, diyar kirin ku ew nabin ‘jina maqûl’ a ku desthilat dixwaze biafirîne û hemû jin vexwandin çalakiya 8’ê Adarê ku Dê fînala kampanyaya ‘Niha ber bi seferberiya xemrî ve’ pêk bînin

Meclisa Jinên Ciwan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), dê fînala kampanyaya ‘Niha ber bi seferberiya xemrî ve’ ku li dijî tundiya mêr û dewletê di 8’ê kanûnê de starta wê dabû, di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de bikin. Jinên ciwan di çarçoveya kampanyayê de gund bi gund bajar bi bajar li dijî polîtîkayên desthilatê yên li ser jinan, taciz-tecawiz, bişaftin, tundiya li ser jinan atolye û çalakî li dar xistin. Jinên ciwan niha jî amadekariyên ku 8’ê Adarê bi coş pêşwazî bikin, dikin.

Endama Meclisa Ciwanan Kezban Kûday, derbarê kampanyaya ku bi rê ve dibin de agahî da û wiha axivî: “Em gund bi gund bajar bi bajar bi jinan re hatin gel hev û li her derê jî bi coş hatin pêşwazî kirin.”

Kûday bal kişand ser gefan, sîxurtî û binçavkirina ciwanan û wiha got: “Êrîşî ciwanan dikin ji ber ku ciwan serî radikin. Li gel hemû zextan jî ciwan pêşdetir diçin. Li gel girtinan jî hejmara me zêde dibe.”

‘Em bigihin azadiya xwe’

Di axaftina xwe de Kûday qala komkujiya jinan jî kir û ev tişt anî ziman: “Sedema komkujiya jinan polîtîkayên bê cezatiyê ne. Em di çarçoveya kampanyayê de li dijî komkujiyên jinan xebatên girîng bi rêve dibin. Bila kes xwe tenê nehesibîne. Îro bi hezaran jin, dibin dengê jinên tundî lê hatiye kirin û hatiye tacîz û tecawizkirin. Bi hilweşandina faşîzmê, em bigihin azadiya xwe.”

Fînal di 8’ê Adarê de ye

Kûday da zanîn ku di çarçoveya kampanyaya xwe de dê di 5’ê adarê de şahiyekê li dar bixin û li gel vê dê li gelek bajaran pîrozbahiyan pêk bînin û diyar kir ku dê mîtinga di 8’ê Adarê de pêk bînin bibe fînal û hemû jin vexwendin mitîngê.

‘Em nabin jina maqûl’

Ji jinên ciwan Tekoşîn Tekîn jî destnîşan kir ku ew nabin ‘jina maqûl’ a desthilat dixwaze biafirîne û wiha got: “Desthilat dixwaze jinên ciwan di îmalatxaneyên ku dixwaze çêbike de derbas bike. Em îro bi rewşên ku jin divê çawa be, çawa bijî, vekirina dibistanên zewicînê re rûbirû ne. Di demekî ku tundiya li dijî jinan, taciz û tecawiz ewqas zêdebûyî de desthilat çareseriya van wergirtina jinan a di bin hîmaya xwe de dibîne. Em weke ciwanên HDP’ê nabin ‘jina maqûl’ a desthilat dixwaze biafirîne û em ê li dijî derketina xwe ya vê yekê bidomînin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar